Geliye Omeraxa dikeve bakurê Deşta Diyana di navbera gundên Badliyan li başûr û Şêxan li bakur de, rêya sereke ya Soran - Sîdekan ji vî gelî derbas dibe, di 6ê nîsana 1966an de, artêşa Îraqê ji erd û asîman ve êrîşa (Tewekkel Ela Ellah) bo ser Hendrên û Zozik û Geliye Omeraxa da destpêkirin, di 3ê îlona 1974an de lîwaya sê bi piştevanîya ketîbeya tankan êrîş anî ser gelî, lê termê 230 leşkerên wan li meydana şer de man ligel hejmareke zêde ya birîndaran.

Geliye Omeraxa dikeve bakurê Deşta Diyana di navbera gundên Badliyan li başûr û Şêxan li bakur de, rêya sereke ya Soran - Sîdekan ji vî gelî derbas dibe, nêzîkî 1200m ji asta rûyê deryayê bilind e.   

Rêjîma Beis ku di 30ê tîrmeha 1968an de bi rêya derbeyeke leşkerî desthilatdarîya Îraqê girt destê xwe, zêde neçû fêm kir ku di şiyanê de nîne şoreşa Îlonê rawestîne û bi rêya leşkerî bi ser de zal bibe û têk bibe, lewma deriyê gotûbêjê bi rûyê şoreşê de vekir û rêkeftina 11ê adara sala 1970yî îmze kir derbarê mafê otonomîyê bo başûrê Kurdistanê, lê di heyama çar salên agirbest û gotûbêjan de rêzên artêş û yekîneyên leşkerî yên xwe rêxistineve û çekdar kirin û ket binê hincet anînê û paşve gav avêtin ji cîbicîkirina rêkeftinê, di 16ê adara 1974an de careke din êrîşa leşkerî bo ser Kurdistanê da destpêkirin.

Herçend şerên Geliye Omeraxa û hemleya leşkerî ya destgirtina bi ser vî cihê stratejîk de pêşîneke zûtir heye, ku vedigere bo 6ê nîsana 1966an, artêşa Îraqê ji erd û asîman ve êrîşa (Tewekkel Ela Ellah) bo ser Hendrên û Zozik û Geliye Omeraxa da destpêkirin, di heyama wan rojan de ku şalawe dagîrkarîya artêşa Îraqê berdewamî hebû, nekarîn bi ser Hêzên Pêşmerge de zal bibin, belkî tevahîya êrîşên wan ji alîyê Hêzên Pêşmerge ve bi piştevanîya topxaneya şoreşê hatin têkşikandin, di wê êrîşa artêşa Îraqê bo ser gelî de pênc Pêşmerge şehîd bûn.  

Piştî destpêkirina şer di sala 1974an de artêşa Îraqê ji çend navçeyan ve pêşrewî kir û dest danî ser wan, Pêşmerge jî ji Rewandiz û binarê Korêk û çiyayê Gorêz vekişîya û xetekî berevanîyê danî li Binekawil û çiyayê Hendrên û çiyayê Zozik û Sertîz û Geliye Omeraxa, ji bo ku nehêle artêşa Îraqê êdî bê pêş û pêşrewîyên wan rawestîne, lê artêşa Îraqê berdewam bû li êrîşbirin bo ser sengerên Pêşmerge, bi nîyeta dagîrkirina tevahîya cihên stratejîk û lawazkirin û ji navbirina şoreşê di heyameke kurt de.

Bo vê carê dagîrkirina Geliye Omeraxa û şikandina wê xeta berevanîyê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xist ber plan û êrîşkarîyê, ku di 3ê îlona 1974an de lîwaya 3 bi serokatîya eqîd rukin Hamid Dilêmî bi piştevanîya ketîbeya tankan êrîş anî ser gelî, destpêka êrîşê artêşa Îraqê bi topxane û firokeyên hêza asîmanî topbaran tevahîya navçeyê kir, lê Hêzên Pêşmerge sengerên xwe bi darên spîndaran bi şêweke gelek baş û teknîkeke serketî ya leşkerî ava kiribûn, di dema bordûmanê de xwe di nav veşartgehan de vedişartin lewma bordûmanê bandoreke wisa nebû.

Dikarin bêjin mebesta artêşa Îraqê di dagîrkirina vî gelî de pêwendîdar bû bi wê yekê ku xaleke stratejîk û sêrîyana dabeşkirina Hêzên Pêşmerge bû bi ser qolên din ên şer de li Zozik û Sertîz û Serîberdî, Pêşmerge jî ji bo ku plana artêşa Îraqê pûç bike hêza zêdetir bo dişand û sengerên xwe tûnd û tûl dikirin û berevanî bihêztir dikir.

Her di destpêka êrîşa artêşa Îraqê de Hêzên Pêşmerge karîn bi topên dijî tankan ên 106mm çar tankan têk bişkînin, çimkî topxaneya şoreşê bi fermandarîya Halî Dolemerî roleke gelek girîng û bandorker hebû di şikestpêanîna vê êrîşê de ku bi amûrên bêtêl li bereya şer pêwendî bi fermandarên topxaneyê re dihat kirin bo topbaran-kirina artêşa Îraqê, herçend fermandarê lîwaya 3yê ya artêşa Îraqê berdewam bû li êrîşbirin û mukur bû li dagîrkirina Geliye Omeraxa, karî dest danî ser hejmarek sengeran lê topbaranên topxaneya şoreşê roleke yekalîker dîtin ku nehiştin artêşa Îraqê zêdetir pêşrewî bike, Pêşmerge jî êrîşa berevajî pêk anî û şerê dest bi dest ligel wan kir heta karîn tevahîya sengerên xwe vegerînin.

Dîyar e artêşa Îraqê tişta di şiyanê de hebû kir û gav avêt bo destgirtina bi ser gelî de û zalbûn bi ser wan sengerên Hêzên Pêşmerge û têkşikandina xeta berevanîya şoreşê, piştî şerekî tûnd ê heşt seetan lîwayeke artêşa Îraqê seranser hatin jinavbirin ku termê 230 leşkerên wan li meydana şer de man ligel hejmareke zêde ya birîndaran, nekarîn bi ser bikevin belkî tûşî şikesteke mezin bûn.

 Paşmayên wan neçar bûn paşvekişin bo gundê Badliyan li xwarûyê Geliye Omeraxa, belkî nekarîn careke din êrîş bînin ser wan sengerên Pêşmerge heta girtina çiyayê Sertîz ku dikeve serûyê vî gelî û zal e bi ser de lewma zehmet bû Pêşmerge bikaribe tê de bimîne, lewma serokatîya şoreşê fermana paşvekişandin û valakirina wî cihî da, biryar da bi danîna xetekî din a berevanîyê li Geliye Bêşê û çiyayê Hesen Beg û Serî Berdî ku nehêlin êdî artêşa dijmin bê pêş û êdî pêşrewî bike.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd, bergê sêyem, beşê duyem, çapa yekem, Hewlêr 2004.

2- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê, Binyatnan û Heltekandin, 1961-1975. Çapa çarem, 2021.

3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek li xizmeta Barzanî da ... Hecî Bêroxî, bergê yekem, çapa duyem, 2020.  

4- Tarîx el-Îraq el-Muasir, D. Îbrahîm Xelîl Ehmed û D. Ceifer Ebas Hemdî, Mûsil, 1989.  

5- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên şoreşa Îlonê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr.

6- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.