Destana Korê yek ji wan şer û rûbirûbûnên çarenûssaz e ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7 – 11ê nîsana 1991ê de li hember Artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku Artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hember hêza Pêşmergeyên Bereya Kurdistanî û pêla nerazîbûna gelê raperî yê Başûrê Kurdistanê têk çû û hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hatin rizgarkirin, zêde neçû artêşa rejîmê ji aliyê hêza hevalbendan ve çira kesk jê re hat pêxistin û di 27ê adara 1991ê de ji Kerkûkê ve gelek bi dijwarî rûbirûyê Pêşmerge bû û dest danî ser gelek bajar û bajarokan heta gihîşt derbendê Korê, li wê navçeya zehmet de hêza Pêşmerge xetekî xurt a berevaniyê ava kir, ji bo ku nehêlin Artêşa Iraqê zêdetir pêşve biçe, ew bû di du êrîşên berfireh ên piyade bi piştevaniya tank û top û zirêpoş û helîkopterên şer êrîş anî ser bajarokê Korê lê bi zehmetî têk çû.

Pêşhatên rûdana Destana Korê

Piştî şerê heşt salî yê di navbera Îraq û Îranê de, rejîma Beis xwe wekî zilhêzekî cîhanî dida nîşandan, lûtberzî û xwebiçûkdîtinên wê sînorên mirovbûnê derbas kiribûn, binpêkirina mafên mirovan di destdirêjiya ser jiyana welatiyan, birîna sînorê navneteweyî bi mebesta dagirkeriyê bi rêya operasyona serbazî bi behaneya wê yekê ku xwedî hêzekî zebehlah a serbazî û pêncemîn artêşa cîhanê ye ji aliyê hejmar û çek û çolan ve (Gerdî, 2021, 305). Evan faktorekî diyar ê êrîşkirina rejîma Beis bû bo ser Kuwêtê di 2ê tebaxa 1990î de ku di heyama 24 demjimêran de dest danî ser wî welatî. Hemû evan bûn sedema çêbûna gelêkomekî navneteweyî li dijî rejîmê û sepandina biryara 687 a Neteweyên Yekbûyî li ser wê, paşê xwe di qeyrana aborî û hilgirsandina şerê Kendavê de dît (Charles Tripp, 2013, 336). Têkçûna Artêşa Iraqê li hember hêza hevalbendan û lawazî û bêbaweriya seranên Beis li hember gelê Îraqê, rêçika bûyeran zûtir kir û zemîna hilgerandin û raperînê ji bo gelên Îraqê bi gelê Kurd jî ve bi cureyekî rexsand ku sil ji rûbirûbûna dezgehên partî û serbazî li Başûr û Bakurê wî welatî nekirin (Muhammed Ezîz, 2024, 226) û di encamê de û di bihara 1991ê de gel bi rûyê artêş û hêza çekdarî û ewlehiyê ya rejîma Beis de çûn û raperîna sertaserî jê ket (Umer Osman, 2008, 155). Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê werçerxanekî dîrokî bû di jiyana gelê Kurdistanê de (Barzanî, 2020, 43).

Di 5ê adara 1991ê de ji bo yekem car pêlên raperînê agir berda dezgehên partî û serbazî yên rejîma Beis û destpêkê li bajarê Ranya û paşê bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê yek li pey yek ji Beis hatin der û welat derxistin û di 21ê adara 1991ê de bajarê Kerkûkê jî ket destê hêzên şoreşê û gelê raperî (Heme Elî, 2016, 186-191). Serkeftinên bilez ew selimandin ku ew raperîn wekî mezintirîn şoreşa Kurdî tê hejmartin di dîroka bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de, bi wê pîvanê ku ji bo yekemîn car bû Kurd bikaribe hemû Başûrê Kurdistanê bi bajarê Kerkûkê ve ji destê rejîma Îraqê derbîne (Qadir, 2022, 62).

Leşkerkêşiya Artêşa Iraqê ji bo dagirkirina Kurdistanê

Artêşa têkçûyî ya şerê Kendavê piştî ku ew hemû bajar û bajarokên Kurdistanê ji dest da, li pey derfetekê digeriya heta êrîşa berevajî bo ser Kurdistanê destpê bike û bajar û bajarokên azadkirî vegerîne bin destê xwe, her çend hêzên Kurdistanî ku di çarçoveya Bereya Kurdistanî de bereyekî şer pêk anîbûn, di 27ê adara 1991ê de civînek pêk anîn ku êrîş bikin ser serbazgeha Xalid li Kerkûkê, ku hêj di bin destê Artêşa Iraqê de bû lê bi sedema xemsariya aliyekî Bereya Kurdistanî êrîş nehat kirin, berevajî Artêşa Iraqê bi tank û top û zirêpoş û firokeyên şer ve rûbirûyê hêza Pêşmerge bû (Heme Elî, 2016, 192). Di 28ê adara 1991ê de bi serperiştiya û plana Izet Dûrî û Elî Hesen Mecîd ku ji aliyê xweyê Sedam Huseyn serokê wê demê yê Îraqê ve ji bo dagirkirina Kurdistanê hatibûn raspardin, yekemîn êrîşa rejîmê bo ser Pêşmerge ji Kerkûkê destpê kir (Qadir, 2022, 63). Di wê rûbirûbûnê de ziyanekî zêde gihîşt hêza Pêşmerge û hejmarekî zêde ya Pêşmerge û gelê raperî, serbazgeha meşqa Xalid Şehîd û birîndar bûn. Di encamê de artêşê karî dest danî ser bajarê Kerkûkê û ji bo girtina Hewlêr û Silêmaniyê dest bi tevgerê kir (Ismaîl, 2019, 257).

Artêşa Iraqê bi planekî xurt û şiyanekî serbazî yê zêde ji firokeyên şer û Katyûşa û topxaneyên dûravêj û tank û zirêpoş ji Kerkûkê ve êrîş anî ser Kurdistanê, her çend hêza Pêşmerge çend caran dij-êrîş pêk anîn lê bandorekî wisa nebû li ser rawestandina şala Artêşa Iraqê, bi sedema pertewazeyiya hêzên siyasî û neşarezayiya beşek ji Pêşmergeyan di şerê bereyî de ji aliyekî, herwiha nehevsengî di aliyê hêz û çek û şiyana lojîstîkî de ji aliyekî din, neçar bûn ku paşekşe bikin (Umer Osman, 2008, 166). Artêşa Iraqê bi herî zêde vînberziyê berdewam bû di pêşveçûnê de heta piraniya navçeyên azadkirî dagir kirin, dibe her ew sedema têkçûna Pêşmerge nebûbe ku hatin behskirin belkî sedemên din jî di navbera wan de hebûn, wek nerêkî di dabeşbûna Pêşmerge li ser sengerên berevaniyê û milnedana Pêşmergeyên hemû partiyan ji bo şerkirinê, ev jî zemîna pêşveçûnên Artêşa Iraqê firehtir kir.

Şayanê amajeyê ye pêşveçûnên Artêşa Iraqê tirs û dilgiraniyekî zêde di dilê niştecihên bajaran de anî holê, çimkî welatiyan aşna bûn bi cewr û stemên rejîma Beis di rabirdûyê de û metirsiya wê yekê hebû ku helwestekî dijminane û bertek li hember gelê raperî werbigire lewma piraniya niştecihên bajaran ber bi navçeyên sînorî koç kirin û bi vê yekê koçberiya milyonî destpê kir (Qadir, 2022, 63). Beşekî zêde ji xelkê reviyayî penah birin ber herdu welatên Îran û Tirkiyeyê, ku sînorên xwe ji bo penaberan vekiribûn (Zêbarî, 2015, 517).                                

Êrîşa Artêşa Iraqê û xeta berevaniya Pêşmerge

Dema ku Artêşa Iraqê ya rejîma Beis di tepisandina raperîna başûrê Îraqê de bi ser ket, xwe ji bo dagirkirina Kurdistanê û tepisandina raperîna gelê Kurd amade kir. Pêşî dest danî ser bajarê Kerkûkê û paşê ji bo dagirkirina Hewlêr û Silêmaniyê pêşve çû. Hêza Pêşmerge ku di wê demê de ji hêza partiyên Bereya Kurdistanî pêk dihat, hewldanên xwe ji bo pêşîgirtina li êrîşa Artêşa Iraqê li gundê Şêrawa yê nêzîkî bajarokê Pirdê çir kirin(Seyîdkake, 1997, 252), lê di şiyana wan de nebû ku êrîşê rawestînin, lewma vekişiyan bajarokê Quştepe yê başûrê Hewlêrê. Artêşa Iraqê li deşta Quştepe bi tank, top, zirêpoş û firokeyên helîkopter bi korî ketin bordûmana xelkê ku direviyan li wê deştê, zêde dem derbas nebû ku dest danîn ser Quştepe jî. Hêza Pêşmerge bereyeke şer a nû li hember wan ava kirin da ku pêşveçûnên wan rawestînin û şev rûbirûyî wan bûn, lê hewldan bê sûd bûn û piştî demekê ji wir jî paşekişe kirin, heta ku gihîşt wê astê ku pêşveçûnên Artêşa Iraqê gihîştin nava bajarê Hewlêrê û di 31ê adarê de bi temamî bajar kontrol kirin(Umer Usman, 2008, 167).

Berî ku Artêşa Iraqê bigihîje bajarê Hewlêrê, hêzên nava Bereya Kurdistanî ji bo gotûbêjkirina barûdoxê şer û rawestandina pêşveçûnên Artêşa Iraqê civiyan. Di wê civînê de aliyan raya cuda li ser rûbirûbûna êrîşa artêşê hebû, hinek ji wan wisa difikirîn ku nikarin şer bikin û rûbirûyî rejîmê bibin, lê aliyek ji bo mozayede û xwehilkişandinê raya wisa hebû ku di şiyana wan de heye li hember artêşê bisekinin û biryar da ku şer bikin, li gorî yek ji vegotinên berpirsekî serbazî yê yek ji partiyan, di heman demê de baweriya wî wisa bû ku nikarin di nava Hewlêrê de berevaniyê bikin, lê ligel berpirsê wê partiyê ku digot em şer dikin, serdana xeta berevaniyê ya rêya Kerkûk û Dîbegeyê kirin ku hêz lê hatibû danîn, lê dîtin ku yek Pêşmerge li cihê xwe nemaye û senger vala kirine(Seyîdkake, 1997, 252-253).

Li gorî îşareta vegotinekê, sedema destdanîna ser Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê rejîma Îraqê ve vedigere wê yekê ku hêza Pêşmerge ya Bereya Kurdistanî ne di wê qebareyê de bû ku bikare li hember wê hêza zebeleh a rejîmê bisekine, hêza cemawerî jî bi başî nehatibûn rêkxistin, belkî bi awayekî heremekî beşdarî dikirin. Di wê demê de ku hêza serbazî ya Artêşa Iraqê ji Kerkûkê ber bi Silêmanî û Hewlêrê ket rê û pêşveçûnên wan bilez bûn li hember berevaniya lawaz a Pêşmerge, piraniya niştecihan ketin rewşa koçberkirin û derbaskirina mal û zarokên xwe ber bi sînorên Îran û Tirkiyeyê, bi vê yekê korewekî sertaserî dest pê kir(Îsmaîl, 2019, 257).                

Piştî ku Artêşa Iraqê bi temamî dest danî ser Hewlêrê, di hewla dagirkirina temamê bajar û bajarokên Kurdistanê de berdewam bû. Ji bo vê karî fîrqeya 28 bi fermandeyiya emîd rukin Hemêd Hemo hat raspartin ku kontrola havîngeha Pîrmam bike, wisa bû ku di 5ê nîsana 1991ê de hêzê dest bi tevgerê kir, hêza Pêşmerge li nêzîkî Melaumer xetekî din a berevaniyê danîn da ku pêşveçûnên artêşê rawestînin, lê kêmîbûna hejmara hêz û pertebûna Pêşmerge û guhdêrînekirina beşek ji hêza Pêşmerge ji bo fermana serûyê xwe, bû sedem ku li wir jî vekişin bo Xanzad li binara havîngeha Pîrmam. Pêşveçûnên artêşê heta dihat di hilkişandinê de bû û nêzîkî Pîrmam dibûn, her çend hêza Barzan li Bestore senger ava kiribûn û xwestin ji wir ve pêşî li artêşê bigirin, lê bi sedema nehevsengiyê di warê hêz û çek û teqemeniyê de nekarîn rê li pêşveçûnên wê bigirin(Qadir, 2022, 71).     

Ji bo rawestandina pêşveçûnên Artêşa Iraqê ji aliyê serkirdatiya Bereya Kurdistanî, hewla berdewam hebû ku nehêlin Artêşa Iraqê zêdetir bê pêş, ji bo wê jî li Pîrmam civîneke serkirdeyên serbazî yên partiyên Bereya Kurdistanî hat encamdan, ku xetekî bihêz a berevaniyê li Pîrmam deynin. Di wê civînê de biryar hat dayîn ku bereya şer dabeşî ser du mihweran bibe li rêya sereke ya Hewlêr_Şeqlawe, mihwerê yekem xwarê serê Reş bi hêza Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Sosyalîst hat spartin, mihwerê duyem serê Awirêj û gundê Ziyaret bi hêzên Partiya Demokrat û Partiya Komunîst hat spartin. Ji bo maweya çend rojan hêza Pêşmerge li wan cihan man, lê pêşveçûnên artêşê ber bi Pîrmam di berdewamiyê de bûn heta gihîştin lofên Pîrmam, berevaniya Pêşmerge jî ne bihêz bû ku bikare pêşveçûnan rawestîne, xeta berevaniyê ya Pêşmerge li wir jî têk çû û paşekişe kirin bo Korê.

Artêşa Iraqê di pêşveçûnê de berdewam bû û navçe bi navçe dest danî ser, barûdoxê Kurdistanê sat bi sat ber bi xerabtir diçû, heta dihat xelk bêhêvîtir dibûn û bi lêşav rû li revînê dikirin, Artêşa Iraqê di dagirkirina temamê Kurdistanê de nêzîk dibûn, Pêşmerge berevaniya pir lawaz bibû, morala û omîda xelkê bi carekê rûxabû, bi sedema wê yekê ku aliyan wek pêwîst berevanî nedikirin, take hêz ku berperçê êrîşa Artêşa Iraqê dida ew hêz bû ku ligel Mesûd Barzanî de bûn û çekên doşkeyan pê bûn, nedihêştin helîkopter ziyanê bigihînin Pêşmerge û xelkê. Heta dihat artêş li Pîrmam nêzîk dibû û di 6ê nîsana 1991ê de hêzeke kêm a Pêşmerge bi fermandeyiya doktor Seîd Barzanî û Halî Dolemerî û çend yekeyên din ên Pêşmerge rûbirûyî Artêşa Iraqê bûn, lê nehat şiyan rêgiriya wan bê kirin û ew bajarok jî ket destê yekeyên artêşê. Hêza Pêşmerge vekişiyan bo gundê Hucran nêzîkî derbendê Korê û dikare ev wek stratejiyeke serbazî bê şîrovekirin, çimkî hilketeya coxrafî ya derbendê Korê pir ji bo wê hêza kêm a Pêşmerge li hember artêşa zebeleh a Îraqê ji bo ku xeta berevaniyê lê ava bikin, ji bar tir bû, hêza Pêşmerge dabeşî ser du cihên stratejîk bû ku bilindahiyên ser bajarokê Korê li beşa rojava hêza Partî lê hatibû danîn, berê rojhilat jî bi hêza Yekîtî hat spartin, her yek ji Hemîd Efendî li Partî û Kosret Resûl li Yekîtî serpereştiya şerê wan dikirin(Qadir, 2022, 72-75).  

Pêşveçûnên artêşê ber bi Korê

Artêşa Iraqê planeke ji bo dagirkirina hemû bajar û bajarokên Kurdistanê amade kiribû, bi wê armancê ku çawa serhildana başûrê Îraqê tepeser kir, serhildana Kurd jî rastî heman çarenûsê bîne, lê şerê Korê di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurd de bûye xalekî geş û werçerxanekî dîrokî. Diyar e ew cih ji ber bilindahiya erdnîgariya xwe ya zehmet ku li beşê rojhilat û rojava bi rêzeçiyayên bilind hatiye dorpêçkirin, ji her du aliyan ve li ser newalekê dinêrin ku rêya sereke ya Hewlêr_Şeqlaweyê pê re derbas dibe. Hêzên Pêşmerge biryar da astengiyekî bihêz li ber pêşveçûnên Artêşa Iraqê çêbike da ku nehêlin êdî hêzên rêjîmê pêşve biçin. Helbet Artêşa Iraqê piştî ku dest danî ser havîngeha Pîrmamê di 7ê nîsana 1991ê de bi hêzekî mezin a piyade ya bi çekên pêşketî ku ji fîrqeyekî temam pêk dihat, bi piştgiriya tank, top û zirêpoşan ber bi bajarokê Korê ve pêşve çû (Qadir, 2022, 79).      

  • Êrîşa yekem:

Artêşa Iraqê di 7ê nîsana 1991ê de ji bajarokê Pîrmamê ber bi bajarokê Korê ve bi tank û zirêpoşan êrîş dest pê kirin, her ji Pîrmamê bêyî ku rastî ti bergiriyekî Pêşmerge bên pêşveçûnên wan gihîştin Korê. Her ku gihîştin Korê hêzekî Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi fermandariya Dr. Seîd Barzanî û Halî Dolemerî li ser wan bilindahiyên ku li ser derbendê Korê dinêrin bi fermana Hemîd Efendî berpirsê serbazî yê mihwerê şer, bi hêzekî kêm û şiyana lojîstîk a kêm ve li ber xwe dan û bersiva êrîşê dan û şerekî germ dest pê kir. Hêzên Pêşmerge armanca xwe pêk anî û bûn şûrayekî bihêz û pêşveçûnên artêşê di wê derbendê de rawestandin û karîn êrîşê têk bibin (Qadir, 2022, 79). Di wî şerî de Pêşmerge ziyanekî mezin gihand Artêşa Iraqê ku ji têkçûna çar tank û zirêpoşan û hejmarek otomobîlên serbazî pêk dihat (Seydkake, 1997, 255).        

Li gel têkçûna tank û zirêpoşan ku Pêşmerge li ser bilindahiyê bi (RPG) kirin armanc, di beşê jêrîn de jî şer û rûbirûbûna dest bi dest dest pê kir, Pêşmerge êrîş birin ser tank, zirêpoş û otomobîlên têkçûyî, di wî şerê germ de Pêşmerge bê ziyan jê derket, lê hêzên Artêşa Iraqê zêdetirî 14 serbazên wan hatin kuştin ku termên wan li meydanê şer man û hejmarek din jî ji wan dîl hatin girtin.

Di wî şerî de Pêşmerge serkeftinekî mezin bi dest xist û piştî vê têkçûnê fermandeyê fîrqeya serbazî ya Artêşa Iraqê tekezî li ser pêşveçûn û berdewamiya êrîşê kir, lê bergiriyên Pêşmerge pir bihêz bû û dûr bû ji pêşbîniyên fermandeyên serbazî yên artêşê. Dema ku fermandeyê fîrqeyê ji bo wî diyar bû artêş êdî nikare pêşve biçe, bi neçarî fermana paşekişeyê da bo havîngeha Pîrmamê, da ku bi planekî mukmtir û êrîşekî din a bihêztir bo derbendê Korê, xeta bergiriyê ya Pêşmerge têk bibe û bigihîje Şeqlaweyê (Qadir, 2022, 80).

Dema ku hêzên Pêşmerge serkeftinekî mezin li ser Artêşa Iraqê tomar kir, zanyariyên wê yekê gihîşt Pêşmerge ku Artêşa Iraqê plana êrîşekî din heye bo ser sengerên derbendê Korê. Serkirdatiya Kurd jî bi taybetî Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ku serkirdatiya Bereya Kurdistanî jî di stûyê wî de bû, hemû hewldanên xwe çir kir da ku bereya şer ango xeta bergiriyê ji nû ve rêk bixe, bo vê yekê daxwaz ji serkirdatiya partiyên Bereya Kurdistanê kir ku hêzên xwe vegerînin bereya şer û li ser xeta bergiriyê dabeş bibin, da ku bi hemûyan rê li hewldanên rêjîmê bigirin ku êdî pêşve neçe û sînorêk bo lûtberziyên wan deynin, di vê navberê de çend hêzên din ên Pêşmergeyên partiyan vegeriyan bereya şer.

Di 9ê nîsana 1991ê de li ser pêşniyara serkirdê Pêşmerge Hesen Nejar ku bîra êrîşekî berevajî di xeyala wî de hatibû amadekirin, bo nîşandana hêz û şiyana Pêşmerge bo aliyê hember ku di şiyana wan de heye êrîş bikin, ne tenê bergiriyê bikin, herwiha tekanekî bi moralê Pêşmerge jî bidin ku hêza dijmin ewqasî ji radeyê der nîne ku Pêşmerge nikaribe zefera xwe bi dest bixe.

Bo encamdana vê êrîşê Hesen Nejar hêza xwe dabeşî ser sê desteyan kir:

Desteya yekem hêza piştgiriyê bû ku ji Seyd Faxir, Xalid Enwer û Seyd Eskender pêk dihat, erkê wan topbarankirina binkeyên Artêşa Iraqê bû berî ku êrîş bikin.

Desteya duyem bi fermandariya Zeynel Ehmed, erkê wê ew bû ku êrîş bibin ser rebayên aliyê rastê yê artêşê ku cihê wê pir zehmet û stratejîk bû. 

Desteya sêyem Hesen Nejar bi xwe serkirdatî dikir û plan wek xwe hat cîbicîkirin.

Di wê êrîşê de topeke 106mm hat bikaranîn ku rolekî berçav û bandorker dît di têkşikandina moralê serbazên Artêşa Iraqê de ji ber ku pir bi xestî binkeyên artêşê topbaran kir. Helmeta êrîşa Pêşmerge gihîşt nav dilê Artêşa Iraqê û çalakî pir bi serkeftî hat encamdan. Mebest ji vê êrîşê ew nebû ku cihên ji dest çûyî werin vegerandin, belkî zêdetir taktîkekî şer bû, bo derxistina hêz û bazûyên Pêşmerge. Di wê êrîşê de ziyanekî mezin gihîşt Artêşa Iraqê û li hember wê Pêşmerge jî bê ziyan jê derket (Qadir, 2022, 92-93).   

          

  • Êrîşa duyem:

Artêşa Iraqê bo cîbicîkirina plana xwe ku şikandina xeta bergiriyê ya Pêşmerge bû di derbend û bilindahiyên bajarokê Korê de, bo cara duyem hemû efserên lîwayan di 11ê nîsana 1991ê de civiyan û bextê xwe ceribandin û êrîşekî berbelav anîn ser sengerên Pêşmerge. Hêzên Bereya Kurdistanî jî ku zanyariyên wê êrîşê bi rêya efserêkî Kurd ê artêşê gihîştibû wan, berpirsên bilind ên serkirdatiya partiyan bi serkirdatiya Mesûd Barzanî li gundê Hûjranê li nêzî derbendê Korê bi hev re civiyan û bereya şer ji nû ve rêk xistin û sengerên xwe li ser hêzên aliyan dabeş kirin:

  • Bereya rojhilatê derbendê Korê bi hêzên Yekîtiya Nîştimanî, Partiya Zehmetkêşan û Partiya Gel hat spartin.
  • Bereya rojavayê derbendê bi hêzên Partiya Demokrat, Partiya Komunîst, Bizûtneweya Îslamî, Partiya Sosyalîst û Hizbullah hat spartin (Seydkake, 1997, 256).

Li gorî ew nexşe û plana ku hatibû danîn ji bo êrîşa duyemîn li ser sengerên Pêşmerge, di 11ê nîsana 1991ê de saet 4:45ê berbangê, Artêşa Iraqê topbaranekî dijwar a sengerên Pêşmerge dest pê kir, paşê bi hêzekî mezin bi piştgiriya tank û zirîpoşan nêzîkî sengerên Pêşmerge bûn. Sereta Pêşmerge wekî ku plan jê re hatibû danîn, xwe melas dan heta hêzên Artêşa Iraqê bi temamî nêzîk bûn, bi awayekî ku efser û serbazên wan şok kiribûn ku ti bergiriyek tune ye, lê gava tank û zirîpoş nêzîkî binê çiya bûn, ji nişkê ve bi hemû ew cure çekên ku di destê wan de bûn di yek demê de lê hatin û agirbaran kirin. Artêşa Iraqê serê wê şêwiya, tank û zirîpoş û hêza xeta pêşîn bi temamî hatin şikandin, serbazên lîwayên 412 û 78 leza revînê ya wan bo paş bû û kuştiyên xwe li meydana şer li qeraxê rêyê dihêştin (Qadir, 2022, 86-87).

Sereta êrîşa Artêşa Iraqê heta radeyekê serketî bû li bilindahiyên berê rojavayê derbendê û piştî şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek Pêşmergeyên Hêza Barzan çend cih ketin destê hêzên rêjîmê, lê beşekî mezin ji Pêşmergeyên xeta pêşîn cihê xwe nehêştin û şer dikirin û cihê hêviyekî baş bûn ji bo êrîşa berevajî û girtina wan cihên ku ji dest çûbûn. Paşê hêza din ji bo piştgiriya hemû partiyan bi fermana Mesûd Barzanî berpirsiyarê Bereya Kurdistanî gihîştin bereya şer û serketin ser bilindahiyên Ermewan û cihên din û karîn di demekî kurt de ew cihên ku ketibûn destê Artêşa Iraqê bigirin. Desteyek Pêşmerge ku Hesen Nejar serperiştiya wan dikir û topên 106mm û hawen û bîksî û qenas di destê wan de bûn, rolekî karîger dîtin di şikandina rêzên Artêşa Iraqê û tank û zirîpoşan (Umer Usman, 2008, 171-172). Giranahiya êrîşê bi piranî berê rojavayê Derbendê Korê girtibû û berê rojhilat êrîşekî wisa li ser nebû tenê yek bilindahî nebû ku ji rêya sereke nêzîk bû û sereta ket destê Artêşa Iraqê lê paşê êrîş hat kirin ser û hêzên rêjîmê jê hatin derxistin (Seyid Kake, 1997, 257).

Şayîdê behsê ye di wê êrîşê de jî Pêşmerge serketinekî mezin û dîrokî tomar kir, rêjîma Îraqê di wê xewnê de bêhêvî kir ku hewl jê re dida û nekarî armanca xwe bipeikîne û zal bibe ser xeta bergiriyê ya Pêşmerge û destê xwe bigihîne navçeyên din. Serbaz û efser ji ber haje û agirbaran û destrêjên guleyan bêtaqet bûn, belkî revîn û xweveşartina wan di devê çem de ji wan re girîngtir bû, lewma şikestin û Artêşa Iraqê bi yekcarî ji serketin û gihîştina wan navçeyan ku plana dagirkirina wan danîbûn bêhêvî kirin û neçarî paşekişeyê bûn û ziyanekî mezin gihîşt wan di kuştin û birîndarbûna serbazên wan de. Herwiha hejmarek tank û zirîpoş û çekên giran ketin destê Pêşmerge. Piştî ku hikûmet piştrast bû ji wê yekê ku nikare êdî pêşrewiyê bi hêzên xwe bike ji bo dagirkirina navçeyên din ên Kurdistanê, agirbest ragihand û gotûbêj û danûstandin dest pê kir ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd (Umer Usman, 2008, 172).   

Sedemên şikestina Artêşa Iraqê di şerê Korê

Her çend Pêşmerge û Artêşa Iraqê di warê hêz û çek û şiyanên serbazî de bi astekî mezin nehevseng bûn, lê bi hejmarekî kêm ji Pêşmerge hat karîn bersinga hêzên Artêşa Iraqê bê girtin û du êrîşên mezin û berbelav bên şikandin, diyar e serketina Pêşmerge yan berevajî şikestina Artêşa Iraqê di wan du êrîşan de vedigere bo çend sedeman wek:

1- Rolê serkirde: Serkirde stûna sereke ya hêzê ye bi taybet di şer de, bi wêrekî û karamî û jêhatîbûnê biryar dide û erk û berpirsiyariyan dixe ser milê berpirsiyarên jêrîn ku bi başî dikarin hilgirin û di hemû barûdoxekî de bawerî di navbera wan de hebe. Rolê Mesûd Barzanî wek berpirsiyarê Bereya Kurdistanî di şerê Korê de ku ji nêzîk ve agahdarê bereya şer bû, gelek girîng bû çûnkî ji bo hemû pêşhatan plan û bernameya wî hebû (Qadir, 2022, 102) û li gel fermandeyên aliyên siyasî berdewam di peywendiyê de bû (Dolemerî, 2021, 298). Herwiha ji bo ku xeta bergiriyê bihêz bikin û rê li pêşrewiyên Artêşa Iraqê bigirin, rolekî bêwêne hebû di komkirina hêza Pêşmergeyên aliyên nav Bereya Kurdistanî û dabeşkirina wan li ser bereyên şer de, herwiha amadebûna rasterast û serperiştiya şer bandorekî berçav hebû di berzkirinê ya moralê Pêşmerge de, bi taybetî di helwestekî de ku ragihand (Yan divê dijmin bi ser laşê me de bê Kurdistanê yan jî nahêlin carekî din bindest bibin) (Qadir, 2022, 102).

2- Helkefta cografî ya her navçeyekî rol û bandorekî girîng dibîne di nakokiya şerê çekdarî de. Serkirdeyê serbazî û hêza çekdarî ku şarezayiya wan di plana şer de heye her tim aliyê helkefta cografî bi girîng dizanin ji bo serketina plana şer û rûbirûbûnê. Derbendê Korê ku rêçikekî teng e bi wê pîvanê ku ji hemû aliyan ve bi çiyayên zehmet dorpêçkirî ye, faktorekî bihêz ê serketina Pêşmerge bû di du êrîşên berbelav ên Artêşa Iraqê bi piştgiriya tank û top û zirîpoş û şiyana lojîstî ya zêde, bi berawird bi hêzekî kêm a Pêşmerge û çek û teqemeniyên sînor, lê ezmûnekî dewlemend di çalakî û rûbirûbûnê di çiya û dol û tepolkeyên bilind ên zehmet de ku her tim pişt û penaya Pêşmerge bûn, di heman demê de ji bo Artêşa Iraqê zehmet bû ku bikare di navçeyekî zehmet a çiyayî de bi ser Pêşmerge de zal bibe (Qadir, 2022, 103).       

3- Bilindbûna moralê Pêşmerge û hestkirin bi berpirsiyariya nîştimanî û neteweyî, fedakarî û bextkirina can di pênavê bergirîkirin li xak û nîştiman, faktorekî bihêz ê din ê serketina Pêşmerge bû ku bi kemîneyekî biçûk karî artêşekî bêhejmar a tijî çek bişkîne di du êrîşên mezin de, di heman demê de dersekî da ku zehmet be carekî din bi wî şêwazî xwe taqî bike, belkî penah bibe ber danûstandin û rêçareyên aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan (Umer Usman, 2008, 172). 

                   

Encam û lêketinên dastana Korê:
  • Rêkxistin û bihêzkirina xeta bergiriyê ku faktora sereke ya serketina hêza Pêşmerge bû di rûbirûbûna du êrîşên berbelav ên Artêşa Iraqê ku bi hêzekî bêhejmar û şiyana serbazî ya zêde ji Kerkûkê dest pê kir heta gihîşt Derbendê Korê, lê di wî cihî de Artêşa Iraqê bi awayekî şikest xwar ku zatiyê wê nekir êdî êrîş bike ser sengerên Pêşmerge (Seyid Kake, 1997, 256).
  • Şikestina Artêşa Iraqê di bidestxistina xewna dagirkirina temamiya navçeyên din ên Kurdistanê û tepisandina raperîna Kurdistanê hewşêweyê raperîna başûrê Îraqê (Umer Usman, 2008, 173).
  •  Girtina berê rêçareyên aştiyane û dîplomasî wekî gotûbêj û danûstandin ligel aliyên Bereya Kurdistanî ji bo dîtina çareseriya kêşeyan, ku tê de çendîn caran şandên partiyên siyasî serdana Bexdayê kirin û ligel serokên Beis ketin gotûbêjan (Umer Osman, 2008, 173), lê di encama serhişkiya serokên rejîma Îraqê û xwe-dizîn ji çareseriya bingehîn, hewldan bi ser neketin û danûstandin tu encameke erênî jê derneket (Qadir, 2022, 123).         
  • Hatina holê ya biryara 688 a Neteweyên Yekbûyî ji bo şermezarkirina rejîma Îraqê li ser çewisandin û jenosîda xelkê sivîl li Îraqê bi taybetî welatiyên Kurd, herwiha Dabînkirin a navçeyeke aram li ser xeta panî ya 36 û gihandina alîkariya bilez bo navçeyan, bi hewl û pêşniyara dewleta Fransayê li Encûmena Asayişê (Mam Celal, 2017, 190).
  • Gava xeta panî ya 36 wekî astengiya sînor li beramberî gefên rejîmê li Kurdistanê hat diyarkirin, Bexdayê dezgehên xwe yên îdarî di 24ê mijdara 1991ê de li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Germiyanê kişand, bi vê yekê valahiyeke îdarî ji bo birêvebirina karûbarên welatiyan çêbû (Qadir, 2022, 131). Ji bo tijîkirina wê valahiyê û çareserkirina wê kêşeyê, Bereya Kurdistanî biryara hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê da, ku di keşeke aram û azad de di 19ê gulana 1992ê de prose hat birêvebirin, paşê damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê derket (Barzanî, 2020, 45).
  • Herêma Kurdistanê bû penagehek ji bo beşeke mezin a lêqewimiyan, têkoşeran û azadîxwazên Îraqê û wan hêzên opozisyonê yên ku di roja îro de hikûmdariya wî Welatî di destê wan de ye (Barzanî, 2020, 45). Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd, bergê çarem, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana- 2021.
  2. Mesûd Barzanî, Bo Mêjû, çapa sêyem, çapxaneya Roksana- 2020.
  3. Charles Tripp, Mêjûya Îraqê, werger: Mihemed Huseyn Ehmed û Ebdulqadir Kelhor, pêdaçûn: D. Mihemed Ebdulla Kakesûr, çapa sêyem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2013.
  4. Mîrza Îbrahîm Qadir, Dastana Korê şanaziya neteweyekê, çapxaneya Roksana, Hewlêr- 2022.
  5. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de- Hecî Bîroxî, bergê duyem – çapa duyem, Tirkiye – 2021.
  6.  
  7. Umer Osman, Jiyana Kurdekî, bergê yekem û duyem, çapa duyem, çapxaneya Mukriyanî – 2008.
  8. Ezîz Mihemed, Konekirin di bîranînê de, çapa yekem, Hewlêr – 2024.
  9. Nûrî Heme Elî, Mêjûya têkoşîna Pêşmergeyekî di navbera jiyan û mirinê de, çapa duyem, Hewlêr- 2016.
  10. Seyîd Kake, Bîranîna Pêşmergeyekî, çapa yekem, çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, 1997.
  11. Mihemed Elî Îsmaîl, Bîranînên min, heftê sal temen û zêdetir ji nîv sedsal xebat, çapa yekem, 2019.
  12. Hecî Mîrxan Dolemerî, Geran li dû dadperweriyê, bergê duyem, çapa duyem, Kurdistan- 2021.
  13. Mam Celal, Dîdara Temen, amadekirina Selah Reşîd, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Karo, 2017.
  14.  Şîmal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr-2015.