Çiyayê Sertîzê dikeve bakurê Çiyayê Zozikê û başûrê Çiyayê Hesen Begê li ser bilindahiya 1850 metreyan ji asta deryayê. Li ser nexşeya serbazî ya Iraqê jê re Çiyayê Tatan tê gotin û ji bakur ve li Tengava Bêşê dinêre. Fermandariya Şoreşa Eylûlê her tim armanc dikir ku çiya ji ketina destê Artêşa Iraqê biparêze. Ji ber ku rêya stratejîk a ku ji Tengava Bêşê derbas dibû, dergeheke girîng bû ji bo girêdana herêmên Bradost û Barzan bi herêma Balkayetiyê ve ku baregeha fermandariya şoreşê bû.

Di destpêka Şoreşa Eylûlê de, di 29ê gulana 1962an de, Mela Mistefa Barzanî, rêberê şoreşa kurdî, û zêdetirî 500 Pêşmerge yekem car hatin gundê Bêşê û du şevan li wir man û ji aliyê xelkê gund ve bi germî hatin pêşwazîkirin, paşê şeveke din li Tengava Bêşê man da ku ber bi herêmên din ên Balkayetiyê ve biçin.

Piştî ku Artêşa Iraqê dest danî ser şînahiyên Çiyayê Korikê, piraniya herêmên wek Rewandiz, Deşta Diyana û Badilyan di bin xetereya dagirkirinê de bûn, lewma Ofîsa Serbazî ya şoreşê ferman da hêzên (Helgurd, Zemnako, Zaxo, Kawa, Sefîn, Ezmer) ku ji her hêzekê tabûrekê bişînin Çiyayê Sertîzê, da ku cihên Pêşmerge li ser bilindahiyên stratejîk xurt bikin, bi rêya avakirina xetekê ya berevaniyê ji bo kêmkirina gefan li ser fermandariya şoreşê û yên din. Ev hêz di tebaxa 1974an de gihîştin cihê diyarkirî.

Dema ku Artêşa Iraqê di destxistina Çiyayê Zozikê de serkeftî bû, dest bi amadekariyan kir ji bo destxistina Çiyayê Sertîzê û pêşveçûna wê gihîşt gundê Sîtkanê li binê çiya, hêzên Pêşmerge yên ku di rewşeke berevaniyê de bûn, fermandeyên eniyê agahdar kirin ku Artêşa Iraqê ber bi cihên wan ve tê. Piştî gihîştina nûçeyê, fermandeyên Pêşmerge li gundê Bêşê kom bûn da ku planekê deynin ji bo rêgirtina li pêşveçûna Artêşa Iraqê. Ji bo vê armancê, ferman gihîşt Hemîd Efendî wek fermandeyê peyayan û Omer Osman wek fermandeyê Topxaneya Şoreşê ku êrîşî Artêşa Iraqê bikin da ku pêşveçûna wan têk bibin û wan ji herêmê derxin.

Destana Destana Çiyayê Sertîzê bi topbarana Topxaneya Şoreşê li ser Artêşa Iraqê dest pê kir, ya ku bi xwe jî bi tundî Tengava Omer Axa ya li başûrê rojavayê Çiyayê Sertîzê topbaran kir. Di 7ê çiriya pêşîn a 1974an de, hikûmeta Iraqê planek ji bo êrîşkirina ser Çiyayê Sertîzê da destpêkirin, êrîş bi topbarana tund a bi topxaneyên artêşê û çekên Grad li seranserê çiya dest pê kir. Balafirên hêza hewayî tevahiya çiya bi bombeyên napalm û fosforê şewitandin û paşê karîn kontrola wê bikin.

Lê piştî hefteyekê, piştî bêhnvedan û amadebûna ji bo êrîşeke berevajî, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku ji tabûreke hêzên Xebat bi fermandariya Hemê Şemîranî û tabûreke hêzên Zemnako bi fermandariya Nûrî Hemê Elî pêk dihat, karîn êrîşî Artêşa Iraqê bikin û dest deynin ser tevahiya çiya û ziyanên mezin bigihînin Artêşa Iraqê ku zêdetirî 200 kuştî û hejmareke mezin birîndarên wê hebûn. Di vê navberê de kesek ji hêzên Pêşmerge Şehîd bû û 6 kesên din birîndar bûn. Roja din Artêşa Iraqê careke din êrîşî çiya kir û kontrola wê vegerand. Piştî du mehên şer li ser Çiyayê Sertîzê, ku çar cihên serbazî yên stratejîk ên Iraqê tê de bûn, carinan di destê Pêşmerge de bû û carinan di destê Artêşa Iraqê de bû, hêzên Pêşmerge biryar dan ku ji ber newekheviya hêza serbazî û çekên şer ji çiya vekişin.

Piştî sê rojan ji vekişîna Pêşmerge ji Çiyayê Sertîzê, peyamek ji Ofîsa Serbazî ya şoreşê gihîşt fermandeyê hêzên Pêşmerge li eniya şer, ji bo destpêkirina êrîşeke berevajî û destxistina çar xalên stratejîk ên ku leşkerên Artêşa Iraqê tê de bi cih bûne.

Di vê êrîşê de zêdetirî 200 Pêşmergeyên hêzên Helgurd, Balek û Ezmer ku ji çend tabûran pêk dihatin, beşdar bûn, her tabûrekê 30 Pêşmerge tê de hebûn, bi fermandariya Hemîd Efendî beşdarî vê êrîşê bûn. Êrîşa Pêşmerge di 15ê çiriya paşîn a 1974an de saet 17:00 bi topbarana tund a li ser xalên Artêşa Iraqê dest pê kir ku ji saet 7:00 heta 16:30 deqîqeyan berdewam kir, paşê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi planeke serbazî ya xurt êrîşî cihên serbazî yên Artêşa Iraqê kirin. Wan karî di nava nîv saetê de careke din dest deynin ser Çiyayê Sertîzê û ziyanên mezin gihandin Artêşa Iraqê û di şer de gelek kes kuştin û birîndar kirin, ji bilî ku Pêşmerge gelek destkeftî bi dest xistin, di nav wan de 45 tivingên Kalaşnîkov, 140 bombeyên destan, 7 demançe, 2 amûrên radyoyê, 38 demançeyên ronahiyê û 4 çeka giran.

Çiyayê Sertîzê ji bo Artêşa Iraqê xwedî girîngiyeke mezin bû, heta piştî hemû têkçûnên li pey hev ên ku li ser destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dîtin, dîsa jî ew bi israr bû li ser dagirkirina wê. Roja din, 16ê çiriya paşîn a 1974an, wan careke din bi tabûreke taybet a Artêşa Iraqê êrîşî çar cihên stratejîk kirin, da ku careke din bigihîjin çar cihên stratejîk, lê dema rojava bû di 20ê çiriya paşîn a 1974an de, hêzên Pêşmerge êrîşî eniyên wan kirin û cihên wan girtin, lê ji ber westandina Pêşmerge, tundiya êrîşên li pey hev û topbarana berdewam a artêşê, hêzên Pêşmerge nekarîn li wir bimînin, lewma wan di wê şevê de enî hiştin û Artêşa Iraqê careke din kontrola çiya kir.

Di hemû êrîşên Artêşa Iraqê yên li ser Çiyayê Sertîzê de, wan ji gundê Sîtkanê çiya hildikişandin. Li ser yek ji bilindahiyên bakurê Çiyayê Zozikê li binê Çiyayê Sertîzê, bi navê Xaromer, ku çeka giran a hêza piştevaniyê tê de bi cih bûbû, piştgiriya operasyonên Pêşmerge li Çiyayê Sertîzê dikir.

Di destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de hiştina lûtkeya Çiyayê Sertîzê xwedî girîngiyeke taybet bû. Vê carê peyamek gihîşt fermandeyên vî milê şer ji baregeha Barzanî ku Çiyayê Sertîzê divê di destê Pêşmerge de be. Naveroka peyamê tekez kir ku hêzên Helgurd divê dest deynin ser çiya, paşê tabûra Seyîd Eboş a ji hêzên Zaxo li wir bi cih bibe. Ji bo cîbicîkirina fermanên fermandariya Barzanî, her du hêzên Helgurd û Ezmer karîn êrîşî lûtkeya çiya bikin û di demek kurt de Artêşa Iraqê û sîxuran (Cehş) neçar kirin ku cihên xwe vala bikin, û Çiyayê Sertîzê careke din hat kontrolkirin û tabûra Seyîd Eboş li wir bi cih bû wek ku di peyamê de hatiye gotin. Lê vê carê, Artêşa Iraqê li hember kampanyayên Pêşmerge rastî têkçûneke giran hat. Tiştek ji bo tolhildana ji hêzên Pêşmerge li ser hemû ziyanên ku gihîştibûnê nema, ji bilî topbarana tund a li ser cihên Pêşmerge li Çiyayê Sertîzê. Ev topbaran ziyanên mezin gihand hêzên Pêşmerge û bû sedema Şehîd bûne 18 Pêşmergeyan, û 14 birîndar di hêza Helgurd de, û 11 Şehîd û 4 birîndar di hêza Zaxo de, Şehîd û 2 birîndar di hêza Zemnako de.

Û ji ber têkçûnên li pey hev ên ku li vê herêmê dîtin. Û destpêka demsala sermayê û barîna berfê, Artêşa Iraqê lawaz bû û nekarî li hember Pêşmerge bisekine û careke din êrîşî Çiyayê Sertîzê bike.

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, bergê sêyem, beşê duyem.

  2. Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr.

  3. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de ... Hecî Bêroxî, bergê yekem, çapa duyem, 2020.

  4. Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Îlonê li Balekayetiyê, Çapxaneya Rojhilat, 2018.

  5. Dîdar: Gorgîs Yelda Terxan, pêşmergeyê şoreşa Îlonê, arşîva ensîklopediya.

  6. Dîdar, Qadir Hesen Sîtkanî, pêşmergeyê şoreşa Îlonê, 31/12/2022.