Jînenîgarî

Dizwar Fayiq Xefûr di sala 1960î de li navenda bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, xwendina seretayî û navendî li bajarê Kerkûkê bi dawî aniye, dîploma bilind di endezyariya elektrîkê de li wî bajarî wergirtiye, bavê wî di salên pênciyên sedsala borî de peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re hebûye û di rêzên wî partî de xebat kiriye. Di sala 1984an de awareyê welatê Îranê bûye, Dizwar Fayiq di zimanên kurdî, erebî, tirkmenî, farisî û îngilîzî de xwedî şarezayî ye.

Xebatname

Dizwar Fayiq Xefûr di sala 1974an de û di germiya Şoreşa Eylûlê peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li bajarê Kerkûkê dike û dibe endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, di sala 1984an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û awareyê welatê Îranê dibe û peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, dibe Pêşmerge û endamê Çapxaneya Xebat ya ser bi Mekteba Ragihandina Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li baregeha Mekteba Siyasî ya Partiyê li gundê Rajanê yê Rojhilatê Kurdistanê, di salên 1985-1986an de wekî xwendekar beşdarî xûla heştemîn a Peymangeha Kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Rajanê dibe û bi pileya gelek baş derdikeve, di sala 1986an de dibe endamê Lîjneya Raperandina Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê, paşê dibe berpirsiyarê lqa Kerkûkê ya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê heta sala 1993an Kongreya Çarem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. (Nasraw bi Kongreya Azadî li bajarê Hewlêrê û piştî raperîn û azadkirina wî bajarî ji rejîma Be'sa Iraqî).

 Di dawiya sala 1986an de hatiye kirin endamê lqa sêyê ya Partiyê û endamê Mekteba Ragihandin û Rêkxistina lqa sê li Şarbajêr û sernivîserê kovara Beyan a Yekîtiya Xwendekaran bûye, di dawiya sala 1986an de berpirsiyarê kovara Babegurgur bûye ku ji aliyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dihat derxistin, di sala 1987an de ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hatiye kirin berpirsiyarê wergirtina xwendekarên aware yên heft kampên penaberên kurd ên Başûrê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê li sînorê bajarên Sine û Kirmaşanê.

Di sala 1987an de bûye berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê ya Çemçemalê ya ser bi lqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1988an de berpirsiyarê yekem ê Lîjneya Navçeyê ya Kerkûkê û paşê berpirsiyariya Lîjneya Navçeyê ya Şwanê wergirtiye, di salên 1989-1993an de endamê Lîjneya Bilind a hemahengiya di navbera xwendekar û lawên Kurdistan û Iraqê de bûye, di sala 1989an de beşdarî xûla serbazî û fermandeyiya serbazî bûye, her di wê salê de beşdarî Kongreya Dehem a Partiyê li gundê Hêşmaweyê yê Rojhilatê Kurdistanê kiriye û di desteya nivîserên kovara Pêşketina Xwendekaran de bûye, di sala 1990î de bi fermana Nêçîrvan Îdrîs Barzanî endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibe berpirsiyarê Lîjneya Rêkxistina rêxistinên xwendekar û lawên sînorê lqa aware (welatê Îranê).

Di sala 1991ê de endamê Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê û berpirsiyarê lqa Kerkûkê ya wê yekîtiyê bûye, di sala 1992an de bûye berpirsiyarê ragihandina lqa sê û endamê lqê bûye, di sala 1993an de berpirsiyarê Lîjneya Aware ya ser bi lqa sê ya Partiyê bûye, heman salê berpirsiyarê Lîjneya Rêvebirina karên Kongreya Çarem a Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê nasraw bi Kongreya Azadî li bajarê Hewlêrê bûye, dîsan her di wê salê de endamê Kongreya Yanzdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtû û endamê Lîjneya Rêvebirina Kongreyê bûye, di sala 1994an de hatiye kirin endamê lqa sê û cîgirê parêzgarê Kerkûkê li bajarokê Derbendîxanê, di sala 1994an û piştî hilgirsa şerê navxweyî berpirsiyarê bilind ê ragihandina serkirdatiya meydanî ya Silêmanî-Helebceyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1995an de hatiye kirin cîgirê lqa sê ya Partiyê li bajarê Helebceyê, di sala 1996an de parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê bûye li bajarokê Derbendîxanê.

Di sala 1997an de bi pileya lîwa hatiye kirin endamê fermandeyiya Leşkerê Şoreşgêrê Kurdistanê (Felek) û damezrêner û berpirsiyarê rêkxistina Pêşmerge bûye  
 heta sala 2001ê di wî postî de maye. Di sala 1999an de endamê Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  bûye.

Di sala 2001ê de erka rêvebirina Peymangeha Kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê pê hatiye spartin, di sala 2002an de berpirsiyarê Dezgeha Rênimayî û Rewşenbîrî li Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û wekî mamostayê wanebêj beşdarî xûlên Koleja Polîsan bûye heta sala 2006an.

Di navbera salên 2002 heta 2006an de li Asayişa Hewlêrê xizmet kiriye bi pileya lîwa.

Di navbera salên 2006-2010an de berpirsiyarê lqa 22 ya Germiyanê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye heta girêdana Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  di dawiya wê salê de.

Di sala 2010an de endamê Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, salên 2010-2014an hatiye kirin endamê serkirdatiya Encûmena Serkirdatiya Silêmaniyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, salên 2014-2019an bi pileya ferîq hatiye veguhastin bo fermandeyiya Hêzên Zêrevanî li bajarê Hewlêrê, di dema salên 2019 heta 2024an de hatiye kirin şêwirmendê bilind li Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê û serokê borda madeya sed û çil (140) a destûra Iraqê û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê lîjneyê de li bajarê Bexdayê,

di sala 2022an de endamê Kongreya Çardehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, pispor û şarezayê karûbarên siyasî, partîtî û cemawerî ye.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.