Şehîd Ebdulla Selman Ehmed, sala 1948an li bajarokê Diyanayê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, karê cotyariyê kiriye, xêzandar û derçûyê qonaxa seretayî bûye.
Sala 1972an peywendî bi Şoreşa Eylûlê ve dike û di batalyona Erîf Yasîn ya ser bi hêza Balek dibe Pêşmerge û piştre dibe kargêrê rêkxistina Şehîd Elî. Sala 1974an di şerê Gerûyê Umeraxa de birîndar dibe. Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de awareyê welatê Îranê dibe û piştî vegera wî bo Başûrê Kurdistanê, dûr tê xistin bo parêzgeha Necefê, lê berdewam dibe di peywendîkirin bi rêkxistinên nihênî yên Partiyê ve. Sala 1984an ji aliyê rejîma Îraqê ve tê girtin û piştî salekê tê sêdarekirin.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




