Ebdullah Dawid Huseyn, sala 1921 li gundê Barzanî ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe koçberê Komara Tirkiyeyê bûye. Piştî ku diçe Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî ligel Gulnaz Ebas Seyfullah pêk tîne, xwediyê du kur û du keçan bûne bi navên Muhyedîn Ebdullah (1955), Behaeddîn Ebdullah (1958), Muhteber Ebdullah (1956) û Menewer Ebdullah (1959). Ebdullah Dawid piştî ku vedigere Kurdistanê, sala 1959an wek karmend li Fermangeha Çandiniyê ya Şeqlaweyê tê damezrandin û piştre hatiye veguhestin bo Fermangeha Çandiniyê ya Selaheddîn û piştre bo Fermangeha Çandiniyê ya Barzan, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanibûye, di 12ê kanûna pêşîn a 2006an de koça dawî kiriye û li goristana gundê Barzan hatiye veşartin.
XebatnameEbdullah Dawid Huseyn, sala 1943an li Pirdê serbaz bûye û pileya wî eref ewel bûye. Ji serbaziyê reviye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 20ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şêrwanî bûye. Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, beşdarî şerên Qelatan û Girê Şan bûye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye, piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neẍede û Şinoyê bûye. Ew ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye devera Şêrwan û Mizoûrî.
Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pirdê Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de hikûmeta Komarî li Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ebdullah Dawid Huseyn, di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Dola Nehrî, Akrê, Pîrs, Sarijî Mela li navbera Bilê û Barzan bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike Îranê û li bajarê Yezdê niştecih dibe, sala 1998an vegeriyaye Kurdistanê.
Serçave:1- Jînenîgariya şehîd Ebdullah Dawid Huseyn, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 105, Hewlêr, çapxaneya Aras, kanûna pêşîn a 2006an.
2- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
3- Şehîd Ebdullah Dawid Huseyn, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 135, Hewlêr, çapxaneya Aras, hezîrana 2009an.
4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
6- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
7- Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
8- Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
9- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).
11- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





