Edît Mobêt, naskirî bi (Madam Koçêra), sala 1940î li Parîsa paytexta welatê Fransa ji dayik bûye, bawernameya di zanista aborî de li zanîngeha Pantîon li Parîsê bi dest xistiye, hevjîna Krîs Koçêrayê rojhilatnasê frensî bûye.

Ji sala 1969an ve karê rojnamevanî û wênegiriyê dike, li gel Krîs Koçêrayê hevjînê xwe dezgeha serbixwe ya (Frî lans  Free lance)ê ji bo karê rojnamevaniyê li Parîsa paytexta Fransa damezrandine, pispora Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye û sala 1971ê hejmarek gotar li ser Kurdistanê di rojname û kovarên frensî û navneteweyî de belav kirine, Edît Mobêt Koçêra mil bi milê Krîs Koçêrayê hevjînê xwe beşdarî di nivîsandina lêkolînan de kiriye, çendîn caran hatiye Kurdistanê û wêne û arşîveke dewlemend li ser pirsa Kurd û Kurdistanê heye, Krîs Koçêrayê hevjînê wê sûdeke mezin ji arşîv û wêneyên wê wergirtiye ji bo pirtûkên xwe, xatû Koçêra nûçegihaneke jêhatî bûye û yek bûye ji wan nûçegihanên ku bi kameraya xwe kariye wêrankariya bajarê Qeladizê û tawanên hikûmeta Îraqê û Sedam Huseyn nîşanî raya giştî ya cîhanê û xelkê bide.

Edît Mobêt di rojên 11-18ê Kanûna Yekem a 2010an de wek mêvan beşdarî Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ê bûye, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Berhemên wê:

1- Êrtrê 1994

2- Dîroka Kurdistanê 2007

Çavkanî:

1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.