Ehmed Yûsif Ebdulrehman li gundê Seftî yê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975 piştî şikestina Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û sala 1991 vegeriyaye Kurdistanê, di dîroka 25ê çiriya pêşîn a 2006an de koça dawî kiriye.
XebatnameGeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di mayînê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qotûr û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û berpirsê deste bûye di şeran de, piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye..
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê ji bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane ji bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan..
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin..
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma Ehmed Yûsif Ebdulrehman di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê..
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ehmed Yûsif Ebdulrehman di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şerên wê de beşdar bûye, sala 1980an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye.
Çavkanî:1- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z), l.l 60, 80, 95, 133.
2- Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z), l 37.
3- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrrînî Pêşmerge, (Pîrmam- Çapxane Xebat- 1996z), l 14.
4- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok- Çapxana Parêzgeha Duhokê- 2013z), l.l 607, 856.
5- Omer Farûqî, Serdar Dana Zendegî û Mobarezat-e Marhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z), s 39.
6- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le Nêwan 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 2001z), l.l 121, 126-127.
7- Ebdulla Xefûr, Ferhengî Cografyay Hewlêr, (Hewlêr- Belavkirawekanî Ekadîmyay Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z), l 297.
8- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z), l.l 84, 94-96.
9- Govarî Hetaw, jimare 154, salî şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959, l.l 2, 4.
10- Le Yaddashtî Fermandey Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 Roj le gel Barzanî da Çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z), l 118.
11- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda- Dar El-Reşîd lîn-Neşr- 1979m), s 288.
12- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z), l.l 188, 194-197, 200-201, 205, 456.
13- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe heta Lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî Zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z), l 260.
14- Arşîvî Destey Însîklopîdyay Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





