Elî Hemhed Ebdulrehman bi navê Elî Birno tê naskirin, di sala 1925an de li gundê Dêgela yê qezaya Koye ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, niha ew cih bi nahyeya Şoreş tê naskirin. Di gulana sala 2005an de li nahyeya Kesnezan a parêzgeha Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Dêgela hatiye veşartin.
Di salên 1947an de tivinga Birno gelek kêm dihat dest, di dema raguhastina barzaniyan de beşek ji wan tivingan gihîştin gund û navçeyên Deşta Hewlêrê û derdora wê, Elî Hemhed birnoyek ji kesekî bi navê Kemal kirîye, ji wê rojê ve li navçeya Deşta Hewlêrê Elî Hemhed bi Elî Birno navûdeng derxistiye.
Sala 1962an bi rêya Mam Wesoyê Dizeyî ku serpel bû li navçeya Dêgela tevlî Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê bûye, di 1ê sibata 1965an de pileya serpelî di Hêza Sefîn a Deşta Hewlêrê de ku baregeha wê li gundê Bane Qelat bûye jê re hatiye bexşîn, wê demê 13 Pêşmergeyên wî ligel bûne, Pêşmergeyên pela Elî Birno roj bi roj zêde dibûn, paşê bûn sê pel ser bi leqê Eref Osman, şandin navçeya Koye û Gomeşîn.
Sala 1966an baregeha wan li nêzîkî gundê Dêgela bûye, firokeyên Hêza Asmanî ya Îraqê gundê Dêgela û derdora gundê wê bombebaran kirine, di encama wê bombebaranê de Elî Birno birîndar dibe, dema bi tivinga Birno teqe li firokeyên Hêza Asmanî ya Îraqê dike dibe armanca firokeyan û bi giranî birîndar dibe, demekê bi birîndarî li cihê xwe dimîne, paşê 4 Pêşmerge di germeya şer de Elî Hemhed diguhêzin nahyeya Hîran ku doktorê şoreşê li wir bû, ji bo heyama 2 mehan li wir çareserî jê re hatiye kirin, piştî başbûnê careke din vedigere baregeha xwe li gundê Dêgela.
Sala 1967an Elî Birno pileya serleq wergirtiye, di şerên navçeya Qeredax, Newjul, Kerbiçne li navçeya Qadirkerem, Deşta Hewlêrê, Çiyayê Sefîn, Hêzop beşdarî kiriye, navhatî di sala 1974an de leqê wan nêzîkî Çiyayê Kuderî bûye dema artêşa Îraqê bi tank û zirêpoşan êrîş anîne ser navçeyê, di encama şer de karîn 60 serbazan bikujin û hejmarek jî bi dîl bigirin.
Leqê Elî Hemhed paşê bûye batalyon û li sînorê Koye heta Gumespan erkê xwe pêk anîne, hinek caran jî ji bo navçeyên din ên Kurdistanê hatiye veguhastin, Elî Birno dema serpel bûye 13 Pêşmergeyên wî ligel bûne, lê paşê hejmara Pêşmergeyên wî bûye 140 Pêşmerge.
Elî Hemhed, sala 1966an yekem car li gundê Nawpirdan a qezaya Çoman çavê wî bi jenerel Mistefa Barzanî ketiye, cara duyem dema çûye cem jenerel Mistefa Barzanî tivingeke Birno jê re bexşiye.
Çavkanî:1-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




