Feqê Weso Ehmed Weso, naskirî bi (Feqê Weso Bawizî), sala 1947an li gundê Bawizê li bajarokê Hêro yê ser bi qezaya Qeladizê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, li xwendingeha ayînî xwendiye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û seretayê li Serdeşt û Rebetê niştecih bûye paşê hatiye veguhastin bo Pîranşarê, sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê, vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, li lijneya navçeya Qeladizê bûye pêşmerge, sala 1963an hatiye veguhastin bo batalyona yekê ya Hêza Kawe ku seretayê Îbrahîm Efendî û paşê jî Ezîz Qazî fermandeyê wê bûye, di sala 1967an heta sala 1970yî li lîwaya sêyê ya Nûredîniyan bûye û di şerên Kêwereş, Asos, Derbendê Raniye, Dwazde Banwan, Sîperro û Pêmalkê de beşdar bûye.
Piştî rêkeftina 11ê Adara sala 1970yî, li batalyona yekê bûye, sala 1974an û piştî hilgirsandina şer ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li dijî Kurd, navhatî ji lîwaya Nûredîniyan hatiye veguhastin bo Hêza Rizgarî û di batalyona 6an de xizmet kiriye ku Îzedîn Qere Mihemed fermandeyê wê bûye, paşê di heman batalyonê de hatiye kirin serpel, di şerên Ezmer, Qizler û Dola Henare de beşdarî kiriye.
Sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, wek mefereza gerok li devera Qeladizê, Pişder, Herk Bêdawî li devera Badînan çalakî encam daye. Sala 1978an li Hekarî di şerê Geliyê Bazê de beşdarî kiriye. Piştî şerê Bazê vegeriyaye bo Dizeyê Mergewer li Rojhilatê Kurdistanê, di heman salê de pêşmergeyên Yekîtiyê li navçeya Serdeştê ew girtine û ji bo maweya 11 mehan li Xirrê Nawzengan zindanî kirine, sala 1979an beşdarî kiriye di Kongreya Noyê ya Partiyê de, piştî kongreyê hatiye veguhastin bo lîwaya 2yê ya Partiyê û li wir bi mefereza destweşên vegeriyaye bo devera Xoşnawetî. Sala 1980yî hatiye veguhastin bo lijneya navçeya Qeladizê û hatiye kirin kargêrê lijneya navçeyê û li wir rêxistina Şehîdên Qeladizê damezrandiye, di meha Mijdara heman salê de, Feqê Weso Bawizî di şerê yekem ê Hacî Omeran de beşdarî kiriye, sala 1983an qateyê çaran hatiye damezrandin û navhatî hatiye kirin endamê qateyê, di sala 1986an û piştî dabeşkirina hêzên qateyê çaran li ser lijneya navçeya Qeladizê û lijneya navçeya Raniyê, rêxistina Şehîdên Qeladizê hatiye veguhastin bo Qeladizê û Feqê Weso Bawizî hatiye kirin berpirsiyarê serbazî yê lijneya navçeyê û di heman salê de di şerên Eşkenê û Genawî de beşdarî kiriye.
Sala 1991ê di raperîna Başûrê Kurdistanê de, berpirsiyarê Hêza Yekgirtû ya Bereya Kurdistanî bûye û di raperîna xelkê bajarê Qeladizê û Raniyê de beşdarî kiriye, sala 1995an hatiye veguhastin bo lîwaya 11ê ya Raniye û Qeladizê ku baregeha wê li bajarokê Qesrê bû û hatiye kirin endamê lîwayê, sala 1996an hatiye veguhastin bo artêşa 11ê, sala 1998an dubare hatiye veguhastin bo lîwaya 11ê ku baregeha wê li Şeqlawe bû.
Sala 2000î hatiye kirin berpirsiyarê Dezgeha Eylûlê li Raniye û Qeladizê û di heman demê de endamê Dezgeha Bilind a Eylûlê bûye, sala 2005an hatiye veguhastin bo Dezgeha Bilind a Eylûlê, sala 2012an bi pileya rêveberê giştî malinşîn hatiye kirin. Feqê Weso Bawizî di jiyana pêşmergatiyê de du caran birîndar bûye.
Di 16ê Tebaxa 1996an de di Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî ya nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





