Jînenîgarî

Fetah Umer Cemîl, di sala 1912ê de li gundê Ergoş ji dayik bûye, di rêçika dîrokî ya Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê di sala 1947ê de beşdar dibe, di sala 1959ê de ligel hevsengerên xwe vedigere Kurdistanê. Di sala 1963ê de Şehîd dibe û li goristana gundê Hûpe tê veşartin.

Xebatname

Şehîd Fetah Umer Cemîl, di sala 1944ê de beşdarî di Şoreşa Duyemîn a Barzan de dike û di gelek şeran de rolekê dibîne, di navbera salên (1945-1947) de di bin serperiştiya Mistefa Barzanî Pêşmergatiyê û berevanîkirin li Komara Kurdistanê li Mehabadê wek erkê xwe dibîne û di rêçika dîrokî ya Barzanî nemir bo Yekîtiya Sovyetê di sala 1947ê de beşdar dibe, di sala 1959ê de ligel hevsengerên xwe vedigere Kurdistanê.

 Di sala 1961ê de ligel hilgirsiya Şoreşa Eylûlê dibe Pêşmerge û di sala 1963ê de di hemleya (Heres Qewmî)yan bo ser Kurdistanê di tevahiya bereyên şer de rolekê karîger dibîne û di dawîn şerên wê hemleyê bo ser navçeya Barzan û di şerê Çame de di sala 1963ê de Şehîd dibe û li goristana gundê Hûpe tê veşartin.

Şayê behsê ye birayekî Şehîd, bi navê Seîd Umer Cemîl û du ji biraziyên wî bi navên Fetah Seîd û Ferhad Seîd di sala 1983ê de li komelgeha Quştepe tûşî şalaweya bednav a Enfalên Barzaniyan bûne.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.