Frensô Toma Kanûn Herîrî, di sala 1937an de li bajarokê Herîrê ser bi qezaya Şeqlaweyê ya parêzgeha Hewlêrê, di malbateke xirîstiyanên asûrî, ayîn mesîhiyê ortodoksê rojhilat de ji dayik bûye, qonaxên xwendina seretayî li Herîrê xwendiye, qonaxa navendî li bajarokê Şeqlaweyê xwendiye, di sala 1960î de xaneya mamosteyan li bajarê Hewlêrê temam kiriye, zewicî bûye û xwediyê çar kur û keçekê bûye, di sala (1960-1961) de li devera Blê û Barzan, wek mamosteyê werzîşê tê damezrandin, lîstikvanekî baş û werzîşdost bûye, salên (1953-1955) beşdarî lîstika bazdanê bûye di pêşbirkên dibistanan de û nûneratiya parêzgeha Hewlêrê kiriye li şarê Bexda.
Di sala 1953an de ligel xwendekarên amadehiya Hewlêrê ya kuran beşdarî pêşwaziya Feyselê Yekem şahê Îraqê bûye, di sala 1956an de endamê tîma gogpê ya yaneya Brûsk (Hewlêr) bûye, di 7ê kanûna pêşîn a 1957an de li bajarê Hewlêrê wek aktor beşdarî di şanogerî Şehrezad de kiriye ku qazanca vê şanogeriyê ji bo lêqewimiyên lehiya bajarê Silêmaniyê hatibû terxankirin, di 7ê çiriya pêşîn a 1958an de bi mebesta bi xêrhatina jeneral Mistefa Barzanî (1903-1979) ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyabû şarê Bexda serdana wî kiriye, di sala 1959an de di tîma Brûska Hewlêrê de lîstiye, di 5ê hezîrana 1959an de ji bo hilbijartina komîteya berevaniyê li Komara Îraqê li bajarê Hewlêrê û bi nûneratiya Yekîtiya Xwendekarên Giştî ya Îraqê ser bi Partiya Komunîst a Îraqê hilbijartina desteya kargêriya nû kir.
Di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, awareyê welatê Îranê dibe û li parêzgeha Ûrmiyê niştecih dibe, paşê diçe Kerecê û li wir akincî dibe, di sala 1991ê de piştî raperîna cemawerî ya Kurdistanê vedigere Başûrê Kurdistanê, çendîn erk û berpirsiyarî dibîne û roleke berçav dibîne di geşepêdana bajarê Hewlêrê de. Zimanên kurdî, erebî, siryanî û farisî bi başî dizanî.
XebatnameFrensô Toma Herîrî, yekemîn stasyona karê siyasî dibe endamê Partiya Komunîst a Îraqê û berpirsiyarê komîteya navçeya Rewandizê ya partiyê, di sala 1961ê de berpirsiyarê lqa Hewlêrê ya Yekîtiya Giştî ya Îraqê ser bi Partiya Komunîst a Îraqê bûye, lê ji ber ku matmayî û bandor dibe bi kesayetiya Barzanî nemir di sala 1963an de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibe, di heman demê de tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê dibe, di sala 1963an de berpirsiyarê peydakirina pêşmerge û karûbarên civakî li devera Balekayetiyê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye, di sala 1964an de wek berpirsiyarê asayişa bajarokê Gelale ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye destnîşankirin, di sala 1965an de cîgirê fermandarê hêza Balek ser bi leşkerê du bûye, di sala 1966an de di dastana Zozikê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê karê piştevanî ya Hêzên Pêşmerge di stûyê xwe de bû, di sala 1966an de di bin serperiştiya Elî Qasim nasnavê wî Elî Şingalî amadekarî ya cihê sazkirina Kongreya Heftemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarokê Gelale di stûyê xwe de girtiye, di sala 1967an de di desteya damezrênerên Dezgeha Parastinê de bûye, di sala 1967an de li nêzîk bajarokê Rewandizê ser bi parêzgeha Hewlêrê û bi hevaltiya serok Mistefa Barzanî di pêşwaziya doktor Ebdulrehman Bezzaz (1914-1973) serokwezîrê Îraqê bûye ku bi mebesta danûstandinê serdana Kurdistanê kiribû, di sala 1968an de nivîskar û bêjerê beşa zimanê asûrî ya îstgeha Dengê Kurdistanê bûye, di sala 1970yî de hatiye kirin berpirsiyarê komîteya navçeya Balekê ser bi komîteya lqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di 15ê tîrmeha 1970yî de beşdarî di merasîma vekirina Kongreya Şeşemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li gundê Nawpirdan li sînorê parêzgeha Hewlêrê kiriye, di sala 1970yî de wek dadwerê gogpê di pêşbirkên di navbera tîma Mekteba Siyasî û xwendekarên Gelale li stadyûma Nawpirdan beşdarî kiriye, di 1ê tîrmeha 1970yî de bi fermana Encûmena Serkirdatiya Şoreşê wek yekemîn qeymeqamê Çoman (Hewlêr) hatiye destnîşankirin, di 15ê tîrmeha 1970yî de wek mêvan beşdarî Kongreya Şeşemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li gundê Nawpirdan kiriye, di destpêka sala 1971ê de wek qeymeqamê Çoman xizmet kiriye û wek dadwerê cezayî yê pile du ji aliyê wezîrê dadê ve hatiye destnîşankirin, di sala 1974an de hatiye kirin endamê komîteya lqa heft a Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di meha adara 1975an de bi mebesta bilindkirina vîna awareyên kampa Zêwe li Rojhilatê Kurdistanê serdana wan kiriye û ji bo wan axiviye, di meha nîsana 1975an de ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve hatiye raspardin ji bo amadekarî ya ji bo Şoreşa Gulanê, di nîveka sala 1977an de di bin çavdêriya Îdrîs Barzanî (1944-1987) de beşdarî di civîna berfireh a li Kerecê de kiriye bi mebesta alîkarîkirina serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û çavdêriya penaberên Başûrê Kurdistanê li Şahnişîna Îranê û mala wî bûye cihê civînê û cihê veşartina birîndaran, sala 1977an mala wî li bajarokê Kerecê li Şahnişîna Îranê wek cihê yekgirtina wan kesên ku têkiliya wan bi Hêzên Pêşmerge yên serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re çêdibû yan ji navçeyên azadkirî yên Başûrê Kurdistanê vedigeriyan bi mebesta têkiliya bi Îdrîs Barzanî re bûye, sala 1979an ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 1984an pileya wî hatiye bilindkirin bo endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1984an endamê lijneya pişkinînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bo sînorê lijneya lqa sê û lijneya lqa çar bûye, di 30ê çiriya paşîn a 1985an heta 4ê nîsana 1986an mamosteyê waneya partiyên siyasî yên xûla heştemîn a Peymangeha Kadîran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Rajanê yê Rojhilatê Kurdistanê bûye, di dawiya sala 1985an heta dawiya sala 1986an di stafa bîstem a lijneya lqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de cara yekem wek berpirsê lijneya lqê hatiye destnîşankirin, sala 1986an sernivîserê kovara Sefîn a organa lijneya lqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1988an endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1988an wek endamê nivîsgeha cîbicîkar (المكتب التنفیذي) ya Bereya Kurdistanî hatiye hilbijartin, sala 1988an beşdarî di dastana Xwakurkê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê dijî hêza artêşa Îraqê kiriye, di 13ê kanûna paşîn a 1990î de wek berpirsê têkiliyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Bereya Kurdistanî hatiye destnîşankirin, di rojên 8 heta 10ê adara 1990î de beşdarî civîna berfireh a Bereya Kurdistanî kiriye.
sala 1991ê bi hevaltiya serok Mesûd Barzanî y di proseya raperîna Başûrê Kurdistanê de kiriye, sala 1991ê beşdarî di azadkirina bajarê Kerkûkê de kiriye, sala 1991ê berpirsê mekteba navendî ya têkiliyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di 16ê kanûna pêşîn a 1991ê heta 18ê sibata 1992an mamosteyê waneya rewşa siyasî ya Kurdistan û Îraqê li xûla nehemîn a Peymangeha Kadîran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li şaredêya Pîrmamê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye, di 19ê adarê de beşdarî civîna Bereya Kurdistanî kiriye bi mebesta diyarkirina dema hilbijartina Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê û barûdoxê aborî û asayişa Başûrê Kurdistanê, di destpêka sala 1992an de bi nûneratiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdarî civîna Bereya Kurdistanî kiriye bi mebesta damezrandina lijneya bilind a çavdêriya hilbijartina Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê, di rojên 23 heta 28ê kanûna pêşîn a 1992an de ji aliyê Bereya Kurdistanî ve bûye endamê lijneya pazdeh kesî ya nivîsandina projeyasaya Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê, di 4ê hezîrana 1992an de bûye endamê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê li ser lîsteya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1992an bûye serokê fraksiyona zer (Partiya Dêmokrata Kurdistanê) li Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê, sala 1993an ji aliyê desteya kargêrî ya Yana Werzişî ya Hewlêrê ve wek serokê şanaziyê yê yaneyê hatiye hilbijartin, sala 1993an wek xwedanîmtiyazê rojnameya Gulanê mûleta fermî ji Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye, di meha tîrmeha sala 1993an de wek serokê lijneya pêşwaziyê ya Kongreya Yanzdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû hatiye destnîşankirin, sala 1993an endamê lijneya amadekarî ya Kongreya Yanzdehêm li bajarê Hewlêrê bûye, sala 1993an ji aliyê nûnerên Kongreya Yanzdehêm ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû hatiye hilbijartin, sala 1994an mamosteyê waneya babeta giştî ya xûla bilez a pêşketî ya Peymangeha Kadîran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li şaredêya Pîrmamê bûye, sala 1994an hatiye kirin berpirsê lijneya lqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, di 19ê tîrmeha 1994an de ji aliyê hêzên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê ve li Şawêsê li sînorê parêzgeha Hewlêrê rastî rijandina gulleyan hatiye û rizgar bûye, di 16ê tebaxa 1996an de ji ber xizmeta wî di Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperîna Başûrê Kurdistanê di Yûbîla Zêrîn a Partiyê de ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve mîdalya Barzanî yê Nemir jê re hatiye bexşîn, sala 1996an hatiye kirin wezîrê herêmê di kabîneya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di 1ê çiriya pêşîn a 1996an heta 18ê sibata 2001ê parêzgarê Hewlêrê bûye, di wê maweya ku di posta parêzgarê Hewlêrê de bûye çendîn karên giring encam dane bi taybet çêkirina yarîgeha navneteweyî ya Hewlêrê (Şehîd Ferensyo Herîrî) û Koşka Hunerê û herwiha Orkestraya Kurdistanê jî bi alîkarî û piştgiriya wî hat damezrandin, gelek kar û projeyên din ên şaristanî jî encam dane. Rolekî berçav di pêşxistina kerta werzişê li Herêma Kurdistanê de hebû û piştgivan û handerê werzişvanan û lawan bû û alîkariya wan dikir, ji bo bidestxistina mafên wan. Beşdarî di gelek ji proje û çalakiyên ciwankariyê û modernîzekirina bajarê Hewlêrê de kiriye û wek piştgivanekî bi hêz ê projeyên perwerde, tenduristî û werzişê li Hewlêrê dihat danîn.
di 18ê kanûna pêşîn a 1996an de di kabîneya sêyem de wezîrê herêmê bûye, roja yekşemê 23ê sibata 1997an di kiryareke terorîstî de rizgar bûye, di 26ê tîrmeha 1997an de beşdarî yekemîn kongreya Komeleya Kurdên Feylî kiriye ku li bajarê Hewlêrê û di bin çavdêriya serok Mesûd Barzanî de kiriye, sala 1998an xwedanîmtiyazê kovara Hewlêrê bûye, sala 1999an ji aliyê nûnerên Kongreya Duwazdehêm ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, roja duşemê 24ê kanûna paşîn a 2000î di stafa bîst û heştem a lijneya lqa du ya Hewlêrê de cara duyem wek berpirsê lijneya lqê hatiye destnîşankirin, di 14ê adara 2000î de ji aliyê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê ve hatiye kirin endamê lijneya zindîkirina bîranîna jidayikbûna rêberê neteweya Kurd Barzanî yê Nemir.
Frensô Toma Herîrî, di roja 18ê sibata 2001ê de dema diçû ser karê xwe li kolana 60 metrî ya Hewlêrê ji aliyê komeke Tevgera Yekbûna Îslamî (Harakat al-Tawhid al-Islami) ve hat terorkirin, du roj piştî şehîdkirina wî di roja 20ê sibata 2001ê de li cihê jidayikbûna wî li bajarokê Herîrê bi beşdariya serok Mesûd Barzanî û zêdetir ji nîv milyon kesî hat veşartin.
Ji berhemên wî:
-
Çima PKK wisa dike? - (Çapa yekem - 2000, (Çapa duyem - 2018).
-
Ji bo ku dîrok bi çewtî neyê nivîsandin - 1995, di sala 1996an de çapa wê ya erebî bi sernavê (Liki la yuktab al-tarikh muharrafan) hatiye çapkirin.
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
-
Amadekirina Enwer Ebdullah, 29ê îlona 1971ê Barzanîyê nemir ji planên dijminan mezintir bû, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2934, Hewlêr, çarşem, 29ê îlona 1999an, r. 2.
-
Hawla muhawalat ixtiyal al-sayid Franso Herîrî, Cerîdet Xebat, lisan hal al-hizb al-dîmuqratî al-kurdîstanî, al-aded 816, Erbîl, al-cum'a, 28 şubat 1997m, s. 2.
-
Kongre, encamên hilbijartina Komîteya Navendî ya partiya me radigihîne, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1729, Hewlêr, în, 27ê tebaxa 1993an, r. 1.
-
Şêrzad, Çalakiyên lijneyên Kongreya partiya me, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 1691, Hewlêr, duşem, 12ê tîrmeha 1993an, r. 4.
-
Hamid Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, pirtûka duyem, çapa duyem, (Hewlêr - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî - 2019), r. r. 32 - 37.
-
Hoşyar Nûrî Lek, Navdarên Kurd di rêzekê de, (Hewlêr - Çapxaneya Çwarçira - 2010), r. 24.
-
Kenêr Ebdullah, Beşdariya siyasî ya jinan li Başûrê Kurdistanê, (Silêmanî - 2016), r. r. 74, 81.
-
Frensô Herîrî, Çima PKK wisa dike?, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2018), r. r. 1, 105.
-
Elî Sincarî, Al-Qadiyya al-kurdiyya wa hizb al-ba'th al-'arabî al-iştirakî fî al-îraq, al-cuz' al-thalith, (Duhok - Metbe'et Xanî - 2012), s. s. 362, 371.
-
Fî sebîl al-silm wa al-wahda al-wataniyya fî sebîl tatbîq ittifaqiyyat adhar, al-qism al-'aşir, cerîdet al-ta'axî, dar al-ta'axî lil-tiba'a wa al-naşr, al-aded 1190, Bexdad, metbe'et al-tayms, al-ahad, 19 teşrîn al-thanî 1972m, s. 8.
-
Sefer Jajokî, Bîranînek ji bo şehîdê serkirde Frensô Herîrî, Rojnameya Xebat hejmar(4506), 18/2/2014.





