Jînenîgarî

Hachik Çemê, di sala 1928an de li gundê Çemê yê ser bi nahiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1955an de li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê bi Valentina Aleksander Sandrof re pêk aniye û du keçên wan hebûne ku navê wan kirine Tanya û Hûrî. Di sala 1957an de bawernameya lîsansê ji Zanîngeha Moskowê di beşa endezyariya mekanîkî ya çandiniyê de wergirtiye. Di sala 1959an de wek karmend li Fermangeha Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, her sê zimanên kurdî, rûsî û farisî dizanibû. Di 3ê gulana 1999an de li Pîrmamê koça dawî kiriye û li gundê Çemê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye veşartin.

Xebatname

 Wekî gelek malbatên devera Barzan û Kurdistanê bi giştî, Hachik ji malbateke kurdperwer bûye û bapîrê Hachik di destpêka şoreşên Barzan de di sala 1908an de ji aliyê osmaniyan ve li çiyayê Helbetê yê nêzîkî gundê Çemê hatiye şehîdkirin û bavê wî jî beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye. Piştî nesko ya şoreşa yekem a Barzan û wê demê ku Şêx Ehmedê Barzanî biryar dide başûrê Kurdistanê biterikîne û berê xwe bide bakurê Kurdistanê, malbata Hachik jî di 21ê hezîrana 1932an de ku wê demê temenê Hachik du sal bû, koçberê Komara Tirkiyeyê dibin, piştî ku di sala 1933an de hikûmeta Tirkiyeyê Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê kir, ew jî wek her malbateke din a Barzanî ku koçberê bakur bûbûn, vegeriyan başûrê Kurdistanê.

Di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye. Di sala 1945an de beşdarî şerê Mêrgesorê bûye û bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest danîne ser hemû milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji rojhilatê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerał Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerał Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qotur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî aliyê Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve parêzgerî li wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya leşkerî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê ya nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya leşkerî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre para hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerał Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destpêbêj biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerał Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketin ber lêborîna giştî.

 Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin û navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961ê ji ber kurdayetiyê li girtîgeha Mûsilê hatiye girtin, di dema veguhastina bo girtîgeha Bexdayê de xwe rizgar kiriye. Heman salê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û amirê batalyonê bûye. Sala 1962an beşdarî şerê Mirêba, destana Pêrs, şerê gerûyê Nehlê û şerê Sîdekanê bûye û di şerê Nehlê de birîndar bûye.

Di berdewamiya Şoreşa Eylûlê de û di sala 1963an de beşdarî şerê çiyayê Pêrs û şerê Akrê bûye. Sala 1964an hatiye kirin fermandarê parêzvanên Mistefa Barzanî. Di sala 1966an de beşdarî şerê Pêncwênê bûye. Piştî rêkeftinnameya 11ê Adarê, di sala 1970yî de bi fermana Ehmed Hesen Bekir serokê Encûmena Serkirdatiya Şoreşê, derbarê pirsgirêka kuştina Ehmed Axayê Zêbarî li bajarê Mûsilê, lêborîn jê re derketiye. Di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide welatê Îranê. Piştî xwe komkirin û derbaskirina şikestinê ji aliyê serkirdatiya siyasî ya Kurd ve, di sala 1976an de beşdarî şoreşa Gulanê bûye û her di heman salê de di lijneya şêwirmendiyê de li gel  Îdrîs Barzanî  û Mesûd Barzanî hevkariyê kiriye.

Di sala 1995an de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di 16ê Tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên yûbîlya zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di şoreşa duyem a Barzan, Komara Demokratîk a Kurdistanê, hevaltiya Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê de, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:
  1. Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  2. Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  3. Hîder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016z).
  4. Qerarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşê hejmar 611, Kovara Belgeyan a Îraqî, Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandinê, hejmar 1888 A, Bexda, Çarşem, 10ê Hezîrana 1970yî.
  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  6. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî de - çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  8. Arşîva Desteya Ensîklopediya, teksta hevpeyvînê li gel Îsmaîl Hacik Mihemed, 8ê Gulana 2018an - Pîrmam.
  9. Nivîsa biryara komîteya lêborîna giştî ya vegerandina rûmetê bo şehîdên şoreşa Barzan, Kovara Rizgarî, hejmar 3,2, Çapxaneya Rabite, Bexda, 1ê Nîsana 1959an.