Jînenîgarî 

Hacî Mîrxan Ehmed Silêman di sala 1940î de li gundê Xardnê yê ser bi qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, di sala 1945an de ew û malbata xwe penaberî Îranê bûn, piştî têkçûna Komara Kurdistanê li Mehabadê vegeriya başûrê Kurdistanê, di sala 1975an de piştî Şoreşa Eylûlê penaberî heman welatî bû, piştî serhildana Kurdistanê di sala 1991ê de vegeriya welat û li bajarokê Pîrmamê bi cih bû, ji bilî zimanê xwe yê zikmakî ew bi zimanê farisî jî bi awayekî baş dizane.

Rûpelên têkoşînê

Di 1ê Gulana sala 1959an de tevlî hêzên Pêşmerge bû û bû Pêşmergeyê birayê xwe Heso Mîrxan, di 7ê Tîrmeha sala 1962an de pileya fermandeyê bask wergirt, di sala 1966an de fermandeyê bask li devera Behdînanê li çiyayê Gare bû, di sala 1968an de fermandeyê fujê sêyem di hêza Aqra de bû, di sala 1970yî de fermandeyê fujê di heman hêzê de bû heta daxuyaniya 11ê Adara sala 1970yî, di heman demê de berpirsiyarê komîsyona herêmî ya Akrê (Aqra) bû, di sala 1971ê de bû alîkarê fermandeyê fujê nehem ê parêzvanên sînor li qezaya Şêxanê.

 Ji sala 1967an heta sala 1968an, li çiyayê Zagrosê li bajarê Hemedanê beşdarî dewreyeke serbazî bû (bikaranîna çekan, berevanî, êrîş û fermandeyî), di Tebaxa sala 1969an de di şerekî giran de ku li deverên Akrê û Şêxanê qewimî, birîndar bû, di sala 1967an de ji aliyê Savaka Îranê ve bi hinceta çalakiyên siyasî sê mehan hat girtin.

Ew nûnerê kongreyan bû ( Kongreya Duwazdehêm û Kongreya Sêzdahêm) ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Bi pileya emîdê seqet teqawît bû, ew endamê mîkiya Eylûlê ya bilind û berpirsiyarê komîsyona Eylûlê li Soran û Mêrgesorê ye.

Ji berhemên wî yên çapkirî:

Geran bedway dadperwerîda

Çavkanî

Arşîva desteya mîkiya (ensîklopediya) Partiya Dêmokrata Kurdistanê