Jînenîgarî

Halî Bapîr Mihemed, sala 1905 li gundê Kelok ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmed Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî hemû ew malbatên ku ligel Şêx Ehmed awareyê Bakurê Kurdistanê bûbûn, tên vegerin Başûrê Kurdistanê. Berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Amîne Sofî Ehmed bûye û xwediyê du kur û keçekê bûne bi navên Hesen ku di sala 1940an de û Huseyn di sala 1943an de û Hemîn di sala 1944an de ji dayik bûne. Her du zimanên kurdî û rûsî dizanibûye, di 15ê gulana 1963an de bi sedema birîndarbûnê koça dawî kiriye û li Çiyayê Pîran li Girê Brêmka hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1931an peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye, di 3yê nîsana 1932an de beşdarî şerê Meydandarî yê Dola Vajî bûye. Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, heman sal di 2yê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 15ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Bîrakeprayê bûye, di sala 1943an de û di berdewamiya hewldanên şoreşê de bo destgirtin bi ser binkeyên polîsan de di dîroka 20ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şêrwan Mezin û di 6ê çiriya paşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Gorêtû û di 10ê çiriya paşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê û Kanîreşê bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel  Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa li navçeya Seqiz li Rojhilatê Kurdistanê bûye.

 Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 23yê sibata 1947an de beşdarî şerê Sîlweyê bûye li Rojhilatê Kurdistanê û di wî şerî de birîndar bûye, heman sal di 3yê adarê de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye û piştre beşdarî şerên Peswê û Bokanê bûye.

Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, Jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23yê gulana 1947an de hevaltiya Jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûyî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakoyê paytextê Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytextê Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî ve bo Stalîn, di dawiyê de nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û di dawiyê de biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û fermandeyê batalyonê bûye. Di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê û beşdarî şerên navçeya Rêkan, navçeya Zêbar, Çiyayê Pîrs û Sofiyên bûye, di şerên Çiyayê Pîrs û Sofiyan de birîndar bûye û bi sedema birîndarbûnê koça dawî kiriye û li Çiyayê Pîran li Girê Brêmka hatiye veşartin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hamid Gewherî, Midalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  3. Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  5. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  8. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  9. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  10. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  11. Qaid Mîro Mîrozî, Şerê Guretuwê di 6ê çiriya paşîn a 1943an de, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 43, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîriyê, 31ê tîrmeha 2001an.
  12. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  13. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, roja înê, 15ê nîsana 1959an.
  14. Di bîranîna Fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Şajokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  15. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  17. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1961- 1975, berga sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z),.
  18. Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).