Jînenîgarî

Hedo Fettah Mîrhemed, sala 1926an li nahiyeya Gorto ya ser bi qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Şazê Resûl bû, şarezayiya wî di zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye, di destpêka Şoreşa Eylûlê de di Sala 1961ê de di şerê gundê Bilesenan li navçeya Bradost de Şehîd bûye û li wir jî hatiye veşartin.

Xebatname

Piştî hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan di sala 1943an de, peywendî bi rêzên şoreşê re kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya Serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê kiriye li navçeya Seqizê. Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye. Ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên Serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa Serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa Serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çerçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa Serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser Barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerêl Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di destpêka Şoreşa Eylûlê de di sala 1961ê de di şerê gundê Bilesenan li navçeya Bradost de Şehîd bûye û li wir jî hatiye veşartin.

Serçave:
  1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya wezareta perwerde - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojî Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  7. Di bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya rewşenbîrî - 1997z).
  8. Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  10. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).