Hesen Mela Mihemed, di sala 1925an de li qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê bi Galiye Ye'qûb Mûsa re zewiciye û kurekî wan hebûye bi navê Elî ku di sala 1952an de ji dayik bûye. Hesen Mela Mihemed di sala 1959an de wek karmend li Fermangeha Çandiniyê ya Kerkûkê hatiye damezrandin û piştre hatiye veguhestin bo Fermangeha Çandiniyê ya Hewlêrê, di 22ê tîrmeha 2006an de li Mêrgesorê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.
XebatnameDi sala 1943an de yek ji wan kesan bûye ku ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatibû xwestin ku zemînsazî dikir bo hilgirsa Şoreşa Barzan û vegera malbata Barzanî bo navçeya Barzan ku wê demê hatibûn dûrxistin û li Silêmaniyê niştecî bûbûn, di sala 1943an de tevlî rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye, di 10ê mijdara heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye.
Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Di 23ê gulana 1947an de li gel du birayên xwe bi navên (Mihemed Mela Mihemed û Resûl Mela Mihemed) hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kirine ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîliyên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê ya paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navborî di meha mijdara 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Hesen Mela Mihemed beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û beşdarî şerên Zozik, Hendirên (1966) û Serê Akrêyê kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Îranê, sala 1998an vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Hîder Farûq El-Samerrayî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
- Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Cajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mihemedemîn Mîrxan Mêrgesorî şoreşgerekî şoreşên Barzan û parêzvanekî Komara Kurdistanê û lehengekî rêwîtiya ber bi Rûsyayê û serkirdeyekî şoreşa mezin a Îlonê, Kovara Peyama Îlonê, organa Komeleya Mamostayên Şoreşa Îlonê, hejmar 20, Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, adara 2011z.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





