Hesen Siwar, sala 1920 li gundê Lîrêyê ser bi nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan ku Şêx Ehmedê Barzanî û hejmareke mezin ji malbatên barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, ew jî di 21ê hezîrana 1932an de li gel malbata xwe awareyê Komara Tirkîyeyê bûye ku wê demê temenê wî tenê salek bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî tevahîya wan malbatên ku li gel Şêx Ehmed awareyê bakurê Kurdistanê bûbûn, tên başûrê Kurdistanê. Berî çûna wî bo Yekîtîya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Eyş Mela Yehya Muhemmed bûye, li Yekîtîya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşê çandinîyê de wergirtiye, sala 1980 li komelgeha Behirkê koça dawî kirîye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kirîye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çirîya pêşîn a 1945an de berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye, di 29ê nîsana heman salê de li navçeya Seqizê beşdarî şerê Qerawayê bûye. Piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Şino û Neẍedê û şerê Mokrîyayê bûye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegerîyana wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulanê 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yawerîya jenerêl Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û beşdarî şerên Ax Daş û Awajixê jî kirîye, di 9ê hezîrana 1947an heta 11ê hezîrana 1947an beşdarî şerên Gelîyê Qetur û Pirdê Makoyê kirîye, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê çirîya pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan gotine.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zevîyên kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çirîya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerîyana jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hemwarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê.
Beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kirîye û di şerên Pîrs û Milî Mela û Gorêz û Kekleyê de kirîye, herweha di Şoreşa Gulanêyê de jî beşdar bûye.
Serçave:-
Arşîva Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq Es-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê Dana Jîyan û Têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Karwan Muhemmed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranînên fermandarê şehîd Haso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).





