Hesen Xal Hemze Mela, sala 1930 li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, navê diya wî Esmer Hesen bûye û sala 1946 bi nexweşiya tîfoyê li Mehabadê koça dawî kiriye. Hesen li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangeha pîşesaziyê di beşa paşilandina neftê de li Moskowê wergirtiye, sala 1959 piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê li Mûsilê niştecih bûye û piştre li kargeha şekir li Mûsilê wek endezyar hatiye damezrandin, sala 1979 Xal Hemzeyê bavê wî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo başûrê Îraqê hatiye raguhastin û li parêzgeha Dîwaniyê li qezaya Efeqê niştecih hatiye kirin û ji ber xerabûna barûdoxê keş û hewayê û ava pîs di 11ê tîrmeha 1998an de koça dawî kiriye û li goristana Mêrgesorê hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsên Xêrezokê bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina bingeha polîsên Meydan Morik bûye, sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan beşdarî şerên Mêrgesorê û bereya Rewandizê û Girê Kewanî bûye.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê kiriye li navçeya Seqizê, piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê beşdarî şerên (Gelan Beran Dîz û Mîrawa)yê bûye, di 13 li ser 14ê adara 1947an de beşdarî şerê Gûcar û di 25ê adara 1947an de beşdarî şerê Hevers û Helejê bûye. Herwiha di nav wan pêşmergan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan hatiye kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendiferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şerên Pirs, Nehle, Serê Xazir û Mirêbayê de beşdarî kiriye û di dawiya heman salê de beşdarî şerên Zawîte û Loman û Siwaretûkan bûye, sala 1962 serleq bûye li yek ji leqên serbixwe yên hêza Balek, heman sal beşdarî şerên Siyako, Kêleşîn û Hîran û Nazenînê bûye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê û şerên Gorêz û Meydan Morik û Meznê bûye û di şerê Meznê de bi giranî birîndar bûye û şandine nexweşxaneya Xeletewijê.
Di sala 1966an de beşdarî şerê Zozikê bûye û ji bo cara duyem di wî şerî de birîndar bûye û ji bo heyama du salan li derveyî welat bûye û destê wî yê rastê hatiye jêkirin û piştî vegerê heta sala 1975an hatiye kirin berpirsê desteya parêzvanên Mela Mistefa. Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de wek penaber berê xwe dide şahnişîna Îranê û li Neqede niştecih dibe û paşê çûye Kerecê, sala 1976an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û li Silîvana ya Rojhilatê Kurdistanê niştecih bûye û di lijneya şêwirmendî de hevkariya Îdrîs Barzanî kiriye û Mesûd Barzanî.
sala 1994an vegeriyaye Kurdistanê, di 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên yûbîlya zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di şoreşa duyem a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn. Dawîn pileya wî di pêşmergatiyê de fermandeyê batalyonê bûye.
Çavkanî:-
Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wezareta plan danan, yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - dezgeha çap û belavkirina Aras - çapxaneya wezareta perwerde - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerde - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografyaya Hewlêrê, (Hewlêr - belavkiriyên akademiya Kurdî - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawankarên rejîma Be'is dijî Barzaniyan 1975- 1991 di zimanê şayîdhal û belgeyên wan de, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2017z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di çileya şehîdê nemir Hesen Xal Hemzeda, rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2652, Hewlêr, pêncşem 20 tebaxa 1998z.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - çapxaneya rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - yûbîlya zêrîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
- Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Eylûlê li Balekayetî, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat – 2018z).
- Di çarçoveya ahengên yûbîlya zêrîn de, serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî bi têkoşeran û dayikên şehîd dibexşîne, kovara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1ê îlona 1996z.





