Ehmed Levrok, sala 1920 li gundê Banê yê nahiyeya Gorto ya ser bi qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1950 li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî pêk aniye. Sala 1969 li Dola Şehîdan a qezaya Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê şehîd bûye.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û serên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirinê di barûdoxê hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Şêx Husên di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û sala 1969 li Dola Şehîdan li devera Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê şehîd bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Çavpêketina kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîrhatinêt xuvê digêrit, pşka duîê, kovara Metîn, lqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sîê, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duê 1996z.
- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mobarezat-e merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan li Mehabadê ve bo Sovyet, çapa yekem, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
- Li bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzanîyekan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).





