Husoyê Mihemed, sala 1916 li gundê Şêx Sîda ser bi nahiya Gûretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1956 bawernameya peymangehê di beşa rêpo de wergirtiye, zimanê Kurdî, Farisî û Rûsî dizanibû, sala 2015 koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kir û di şeran de beşdar bû, bi vê sedemê di 19ê Tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hat girtin. Di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945ê de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan ligel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946ê de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdar bûye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, Jênêral Mistefa Barzanî di 6ê Gulan a 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulan a 1947ê de hevaltiya Jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîran a 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîran a 1947ê de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949ê de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jênêral Barzanî bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di Çiriya Paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeh a 1958ê li Îraqê û vegera Jênêral Mistefa Barzanî di 25ê Sibat a 1959ê û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsan a 1959ê de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serleq bûye, sala 1962 beşdarî şerê Geliyê Zawîteyê bûye û di vî şerî de birîndar bûye, sala 1963 beşdarî şerê Meydan Morikê bûye û di wî şerî de bi sedema berketina gulletopê birîndar bûye û beşdarî şerê Zozik bûye û di wî şerî de jî birîndar bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û sala 1993 vegeriyaye Kurdistanê û dûre xanenişîn tê kirin, di 16ê Tebax a 1996ê de di çarçoveya ahengên yûbîla zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê û Şoreşa Eylûlê ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî Nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hamîd Gewherî, Medalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darul-Hîkme - 2016m).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, berga duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdulla Gefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend – 2011z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





