Husên Xal Mela Hacî Îbrahîm, sala 1903 li gundê Babkê ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya çandiniyê wergirtiye û her li Yekîtiya Sovyetê du caran jiyana hevserî pêk aniye, hevjîna yekem navê wê Nataşa bûye, hevjîna duyem bi navê Ela û xwedî sê keç bûne û li Rûsyayê jiyaye û koça dawî kiriye. Husên Xal sala 1959 wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Mêrgesorê hatiye damezrandin, şarezayî li her du zimanên Kurdî û Rûsî hebûye, sala 1981 li gundê Hêşmawayê koça dawî kiriye û li goristana Melabaskê hatiye veşartin.
XebatnameSala 1932 peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û di 3ê nîsana heman salê de beşdarî di şerê Meydandarî ya Dola Važê de kiriye, piştî neskoya Şoreşa Yekem a Barzan, di 21ê hezîrana 1932an de bi malbatî awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, paşê yaẍî bûye û li çiyayên Kurdistanê xwe veşartiye û dûre ligel birayekî xwe bi navê Seîd Xal ku du sal jê mezintir bû, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tên girtin û li bajarê Mûsilê tên zindanîkirin, piştî çend salan ji aliyê Silêman Begê Dergeleyî ve bi kefalet hatine azadkirin û birine Rewandizê.
Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di heman salê de di 2ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di dîroka 6ê çiriya paşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Goretûyê kiriye.
Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn de piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê.
Di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.
Piştî neskoya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û Qelatan û Mergewerê kiriye, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Bazargirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûyê wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûye dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê û di 6ê tebaxê de beşdarî şerê Rêzanê bûye. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Îranê.
Serçave:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêžûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Hîder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darul-Hikme - 2016m).
- Rêkarê Mizûrî, Jinen ros û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Minare - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Qaid Mîro Mîrozî, Şerê Guretuwê di 6ê Mijdara 1943an de, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 43, Pîrmam, Çapxaneya Roşenbîrî, 31ê Tîrmeha 2001.
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1961-1975, bergê sêyem, beşê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





