Jînenîgarî

Şehîd Kemal Hemze Wesû Huseyn, di sala 1947an de li gundê Ziyaretê yê ser bi nahiya Hîranê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, gundnişîn bûye, xêrî karê cotyariyê bûye, bavê Kemal di Şoreşa Eylûlê şehîd bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Şahnişîna Îranê bûye, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Amîne Tahir bûye, xwediyê du kur û sê keçan bûye bi navên Karûx û Eskender û Behar, Şîlan û Nazdar.

Xebatname

Sala 1961ê di destpêka Şoreşa Eylûlê, li gel Mehmûd Kawanî şehîd Kemal Hemze Wesû Huseyn û Cemalê birayê bûne Pêşmerge, bo erk diçin çiyayê Sefîn. Sala 1962an û piştî şehîd bûna Mehmûd Kawanî diçin cem Haşim Bapîr û berdewamî bi xebata pêşmergatiyê ya xwe didin. Paşê tên veguhastin bo navçeya Şeqlaweyê ya ser bi lîqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berdewamî bi xebata pêşmergatiyê û siyasî ya xwe didin û di heman demê de peywendiya wan li gel Haşim Bapîr dimîne wek Pêşmerge li gel wî beşdarî şer û dastanên xwe dikin.

Sala 1966an Cemal û Kemal û bavê wan tên veguhastin bo batalyona heftê ya Ako bi fermandeyiya Abas Axa ser bi leşkerê du yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hemze Wesûyê bavê wan pileya serleq werdigire û Cemal û Kemalê birayê pileya serpel werdigirin, sala 1969an Hemze Wesûyê bavê wan şehîd dibe û ew heta nesko ya Şoreşa Eylûlê sala 1975an berdewamî bi xebata pêşmergatiyê ya xwe didin.

Sala 1975an û piştî nesko ya şoreşê, awareyê welatê Îranê dibin û li bajarê Neẍede niştecih dibin, her di wê salê de peywendî dikin bi Mela Xerîb û wek Pêşmergeyê lijneya navçe berdewamî bi xebata pêşmergatiyê ya xwe didin. Sala 1979an beşdarî Kongreya 9 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikin li bajarê Zêweyê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî kongreyê her wek Pêşmergeyê lîqa du dimînin û di batalyona Haşim Bapîr ser bi lijneya navçeya Şeqlaweyê, berdewamî bi xebata pêşmergatiyê ya xwe didin, baregehên wan li Kupere û Konelacan bûye. 

Sala 1983an hêzên ser bi lijneya lîqa du li gel beşek ji hêza lijneya lîqa yek dabeş dibin ser çiyayê Qendîl û gundên derdora şarokeya Raniye û Qeladizê, lewma beşek ji hêza Mela Xerîb û Haşim Bapîr û Hesoy Mîrxan Jajokî û çend Pêşmergeyên lijneya lîqa yek diçin bilindahiyên gundê Ênze û Lêwje li pişt şarokeya Qeladizê. Di berwarî 13ê tebaxa 1983an de hêzeke zêde ya Yekîtiyê bi çavsêhiya xelkê deverê êrîşeke mezin dikin ser vê sengerê Pêşmerge piştî şerekî giran û dest bi dest, Cemal û Kemalê birayê di yek sengerê de şehîd dibin, her li gel wan di wê êrîşê de komek Pêşmerge û fermande şehîd bûn ku pêk hatibûn ji şehîd Emîr Eaz nasrawe bi şehîd Kako, şehîd Serdar Emîr Eaz nasrawe bi Serdarê şehîd Kako, şehîd Qadir, şehîd Mamend Weysî herwiha hêza lijneya lîqa yek bi zindî dikevin destê hêzên Yekîtiyê, hejmara wan heşt Pêşmerge bûne, ji aliyê berpirsên Yekîtiyê wek dîlên şer gulebaran dikin û şehîd dikin, her di wî şerî de Haşim Bapîr wek fermandeyê hêz pir bi dijwarî birîndar dibe û niha jî bi sedema şûnewarên wê birîndariyê bûye pekkevtî. Şehîd Cemal bavê wî jî şehîdê serdema Şoreşa Eylûlê e.

Bi fermana Serok Mesûd Barzanî di sala 2009an de bi merasîmeke şayeste termê wan şehîdan hat veguhastin bo şaredêya Gorêtu ya sînorê qezaya Mêrgesor û li wir hatin veşartin. 

Serçave:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.