Beriya ku Komîteya Azadî bê avakirin, Kurdistan di barûdoxeke dijwar de bû, ji aliyekî ve hemû cîhan bi destê Şerê Cîhanî yê Duyemîn dinaliya û di nav wan de jî welatê Îraq, ji ber ku Îngilîzan ji bo berdewamkirina şer sûd ji petrol û dexlûdanê Îraqê werdigirtin. Ji aliyekî din ve jî desthilata melikî ya Îraqê bi hemû awayî neteweya Kurd diçewsand û ji hemû mafên asayî yên ku Xwedê û yasayên mirovî dane mirovan, bêpar hiştibû.
Piştguhxistina Kurd û daxwazên wî ji bo dayîna mafan, bû sedem ku Mela Mistefa Barzanî asta piştgiriya cemawer, bi taybetî barzaniyan, binirxîne û ji bo vê mebestê serdana navçeyên derdora gundê Barzan kir û kesayetiyên navdar ên navçeyê bi ser kirin. Di serdanên xwe de ji bo Barzanî zelal bû; tevahiya cemawer piştgiriya wî dikin, lewma wî jî dawî hewla xwe bi hikûmeta Îraqê re da da ku bi aştiyê pirsgirêkan çareser bikin, lê hewldanên wî bê encam man, lewma di sala 1943an de biryara hilgirtina Şoreşa Duyemîn a Barzan da û tevahiya navçeyê ji çekdarên hikûmetê paqij kirin û hemû polîsxaneyên deverê ketin destê şoreşgeran.
Piştî çend şeran; di nav wan de şerê Gorretû, Pîran, Mêrgesor û Mezne, ku di hemûyan de şoreşger bi ser ketibûn, herwiha piştî ku Partiya Hîwa pêşxistina belavkirina dengûbasên wan serkeftinan kir ku Barzanî bi dest xistibûn, hewdem şikestina hikûmetên li pey hev ên ku di wê heyamê de li Bexdayê dihatin avakirin, hikûmeta Îraqê neçar kirin daxwaza danûstandin û têgihîştinê bike û Barzanî jî bi vê razî bû û ev jî
destkeftiyên danûstandinan bûn:1- Vegerandina Şêx Ehmedê Barzan bo Barzan.
2- Danîna berpirsê kargêriyê yê nû ji bo deverê.
3- Şandina azûqeyê ji bo xelkê navçeyê.
4- Danîna efserên peywendiyê ku pêk hatibûn ji:
- Lîwa Behaedîn Şêx Nûrî- Silêmanî.
- Eqîd Emîn Rewandizî- Rewandiz.
- Neqîb Seyîd Ezîz Seyîd Ebdullah – Mêrgesor.
- Neqîb Mîrhac Ehmed – Akrê.
- Neqîb Mistefa Xoşnaw – Barzan.
- Raîd Îzet Ebdullezîz – Bile.
- Neqîb Mecîd Elî – bo Amêdiyê.
- Neqîb Fûad Arif – bo Pijder.
Li Îraqê di heyameke kurt de çend hikûmetên cuda hatin avakirin, lê ji bo Kurd cudahiyeke wiha di bîrkirin û karê wan de nebû, ev yek bû sedem ku Mela Mistefa Barzanî piştgiriya xwe ya civakî, siyasî û serbazî xurt bike. Ji aliyê siyasî ve Partiya Hîwa di hundir de bû û li piraniya bajarên Kurdistanê û Bexdayê şaxên wê hebûn, ji aliyê serbazî ve jî beşeke mezin ji efserên peywendiyê çûbûn ba wê leşkerê ku Serok Mistefa Barzanî serkirdetiya wê dikir. Ev yek bû sedem ku Jenerel Barzanî di navbera van her du pêkhateyan de bîr li avakirina pêkhateyeke yekgirtî bike, ji bo vê jî bi Şêx Ehmedê Barzanî re plana avakirina komîteyekê axivî û piştî wergirtina razîbûna şêx, di 15ê kanûna paşîn a sala 1945an de piştî komek civînên çirûpir, Barzanî bi efserên hevalên xwe re biryar dan Komîteya Azadî pêk bînin û Serok Mistefa Barzanî bû serokê komîteyê û van efserên peywendiyê jî endamên komîteyê bûn:
- Îzet Ebdullezîz
- Mistefa Xoşnaw
- Ebdulhemîd Baqir
- Mihemed Mehmûd Qudsî
- Ehmed Îsmaîl
- Şewket Ne'man
- Hifzullah Îsmaîl
Biryar hat dayîn Barzan bibe baregeha sereke ya vê komîteyê, herwiha Partiya Hîwa jî daxwaz kir baregeha sereke ya partiya wan veguhezînin Barzan, ji ber ku serokê Partiya Hîwa di 30ê kanûna paşîn a 1945an de nameyek ji Barzanî re şand û ev daxwaza wî jê hebû. Serok Barzanî hemahengiya di navbera her du aliyan de gelek pê xweş bû û pesend kir, lê ew pesend nekir Partiya Hîwa baregeha xwe veguhezînin Barzan, ji ber ku ev di aliyê siyasî de ziyan ji bo bizûtneweya rizgarîxwaz a Kurd hebû û wî daxwaz ji wan kir bi نهێنی (veşartî) piştgiriya xwe li ser xwepêşandan û derxistina belavokan bikin û Hîwa jî ev li cem wan pesend bû û wisa kirin.
Komîteya Azadî ev bername ji bo xwe danî:1- Rizgariya Kurdistanê û azadkirina wê ji zilm û zordariyê.
2- Avakirina desteya çekdar ji bo parastina Kurdistanê.
3- Teqeladana ji bo aştiya niştimanî.
4- Avakirina peywendiya biratiyê bi hemû partî û rêxistinên niştimanî û azadîxwaz ên gişt navçeyên Kurdistanê re.
5- Gihandina dengê gelê Kurd û zordestiyan bi hemû raya giştî ya cîhanê û dewletan bi rêya balyozxaneyên dewletan li Bexdayê.
6- Riswakirina siyaseta dijmin a li hember gelê Kurd a hikûmeta Bexdayê di nav çînên gel de bi rêya amûrên ragihandinê û daxwazkirina cîbicîkirina bendên rêkeftina sala 1943an ku şer pê hatibû rawestandin.
Ji aliyê xelk, ciwan û xwendekaran ve pêşwaziyeke berçav li wan xalan hat kirin û di 10ê sibata 1945an de ciwanên Kurd daxuyaniyek ji bo piştgiriya Komîteya Azadî belav kirin û gihandin piraniya kesayetî, balyoz û navçeyên Kurdistanê û Bexdayê, ev ji bilî wê piştgiriya ku Hîwa ji komîteyê re kir.
Di 8ê tebaxa sala 1945an de hikûmeta Paçecî li dijî Mela Mistefa Barzanî daxuyaniyek derxist û biryar da navçeya Barzan bi zorê dagîr bike, lê heta 25ê tebaxê şer dest pê nekir. Barzanî û endamên Komîteya Azadî ku her yek ji wan serkirdetiya bereyekê dikir, biryara bergiriyê dan û çendîn şerên qehremanane li dijî Artêşa Iraqê û artêşa Îngilîzan pêk anîn û bergiriyeke bêwêne nîşan dan, heta wê demê ku bi fîtê Îngilîzan û rûnkirina devê wan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, hinek ji eşîran çûn bereya dijmin û li kêleka artêşa Îraqê şerê bereya rizgarîxwazan kirin. Ev derbeke kujer bû li bizûtneweya rizgarîxwaz a Kurd hat dayîn, ji ber ku di şeran de Kurd bi destê Kurd dihat kuştin, ev ji bo Barzanî û Komîteya Azadî dijwar bû, lewma di dawiya meha îlonê de Barzanî ferman da fermandeyên bereyên şer bi awayekî rêk û pêk ber bi axa Îranê ve paşekişê bikin.
Endamên Komîteya Azadî bi serokatiya Mistefa Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê û di leşkerê Komara Kurdistanê de li Mehabadê roleke berçav hebûn û pileya bilind di vî leşkerî de dan wan û bûn beşek ji leşkerê parêzerê komarê.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaz a Kurd 1931- 1958, çapa yekem, (Çapxaneya Xebat- Dihok- 1998).
2- Mistefa Mihemed Kerîm, Şoreşa Duyemîn a Barzan hokar û encamên wê 1943- 1945, (Çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2022).





