Bîroka damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd ji aliyê doktor Nûredîn Zaza ve bû, dema ku xwendekarekî Kurd di sala 1939 de bi mebesta xwendinê berê xwe dide zanîngeha Lozanê ya Swîsreyê, wê demê hikûmeta Iraqê ji ber serhildana şerê cîhanî yê duyem, alîkariyên darayî yên xwendekarên Iraqî dibire û biryara vegerandina wan dide, ew venagerê û biryara mayînê li Swîsreyê dide, lê rastî pirsgirêka darayî tê û nikare êdî xwendina xwe bidomîne, xwendekarên Kurd ên din ên li wir alîkariya wî dikin da ku xwendina xwe bidomîne.
Di wê demê de doktor Zaza difikire ku hemû xwendekarên Ewropayê rêxistin bike û di komeleyekê de wan kom bike, ev bû ku di sala 1949 de Komeleya Lawên Dêmokrat ên Kurd li Ewropayê ji aliyê (Ismet Şerîf Wanlî û Nûredîn Zaza û Ebdulrehman û Ehmed Qasimlo û Ebdullah Qadir û Şewket Akreyî) ve hat damezrandin.
Havîna heman salê, komele hat vexwendin bo çaremîn festîvala cîhanî ya law û xwendekarên alîgirên komunîst ku li Bûdapêştê hat lidarxistin, lê tavilê ji aliyê nûnerên hinek ji partiyên komunîst ên Rojhilata Navîn (bi taybet Partiya Tûde ya Îranê û Partiya Komunîst a Sûriyê) ve dijayetiya wan hat kirin; li pey wê nûnerê komeleyê di Îlona 1949 de beşdarî civîneke navneteweyî ya xwendekaran bû li Bulgaristanê.
Partiya Tûde ya Îranê, Ehmed û Ebdulrehman Qasimlo neçar kirin dest ji alîkariya wê rêxistina nasyonalîst berdin û jê derkevin; bi vî awayî di Çiriya Paşîn a heman salê de komele hilweşiya.
Lê di pênciyên sedsala bîstan de ji ber berdewamiya awarebûna Kurd û geşt bi mebesta xwendinê, rêjeya xwendekarên Kurd li welatên Ewropayê pêş ket, lewma karîn çendîn komele û rêxistinên çandî, werzişî, jinan û ciwanan çêbikin, herwiha çendîn navendên lêkolîn û çandî damezrandin, yek ji wan rêxistinên çalak Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bû, ku di sala 1956 de bi serokatiya doktor Nûredîn Zaza ligel pênc xwendekarên Kurd ên niştecihên Swîsre û Fransayê hat damezrandin..
Ev komele xwendekarên her çar parçeyên Kurdistanê di nav xwe de kom kiribû, bi xwe jî ligel zêdetirî sed rêxistinên xwendekarî û ne xwendekarî di peywendiyê de bû û ji Kanûna Yekem a 1964ê ve bibû endamê Yekîtiya Xwendekarên Cîhanê.
Di sala 1975 de ji ber nakokiyên siyasî, lêktirazîn çêbû û wek hemû nêrînên ku diselmînin di Îlona 1975 de bû sê beş, (Komeleya Xwendekarên Kurd li Berlînê ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li derveyî welat (Eksa) ser bi Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, komeleya ser bi Partiya Komunîst li Pragê).
Kongreyên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê:Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê salane kongreyek rêxistin dikir, her kongreyek jî li yek ji bajarên Ewropayê, bi taybet li welatê Almanya dihatin lidarxistin, endamên komeleyê ji hemû welatên Ewropayê bo dema çend rojan kom dibûn.
Kongreya giştî ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê, bilindtirîn desthilat û organa komeleyê bû, dikaribû bi biryara piraniya endamên kongreyê destkariya destûra komeleyê bike, hemû endamekî komeleyê mafê endametiya kongreyan hebû, ji bilî lidarxistina kongreya asayî ya salane ya komeleyê, di dema pêwîst de li ser daxwaza sêyeka endaman an (312)ê endamên komîteya rêveberiya giştî kongreya neasayî dihat lidarxistin, di her du rewşan de hemû endam berî mehekê ji lidarxistina kongreyê dihatin agahdarkirin li ser cih û dema lidarxistina kongreyê, di kongreyê de komîteya rêveberiya giştî dihat hilbijartin û paşê di yekem civînê de erk li ser endamên wê dihatin dabeşkirin.
Kongreya damezrandinê:
Dîroka damezrandina yekem Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê vedigere sala 1949ê, ev bû ku di wê demê de biryara lidarxistina kongreyekê dan bi navê Kongreya Damezrandinê li bajarê Lozanê li welatê Swîsreyê, tê de doktor Nûredîn Zaza wek serokê komeleyê hat hilbijartin, herwiha biryara belavokeke mehane bi navê (Denge Kurdistan) bi her sê zimanên fransî, kurdî û îngilîzî hat dayîn.
Kongreya Yekem:
Ev kongre di 10-16ê Tebaxa 1956ê bi amadebûna 17 xwendekar li bajarê Wîsbadenê yê Almanya hat lidarxistin, dariştin û pesendkirina peyrew û bernameya navxweyî ya komeleyê yek ji biryarên kongreyê bû, herwiha di vê kongreyê de navê komeleyê hat guhertin bo (Komeleya Rewşenbîriya Xwendekarên Kurd li Ewropayê), di vê kongreyê de doktor Ehmed Zemçî wek serokê komeleyê û Ismet Şerîf Wanlî wek cîgirê serokê komeleyê hatin hilbijartin.
Kongreya Duyem:
Ev kongre di 2-4ê Kanûna Duyem a sala 1958ê bi amadebûna 22 kesî li bajarê Londonê hat lidarxistin. Girîngtirîn biryarên vê kongreyê derxistina kovarekê bû bi navê Kurdistan bi zimanê îngilîzî û kovareke din bi heman navî bi zimanê kurdî û erebî. Di vê kongreyê de Ismet Şerîf Wanlî wek serokê komeleyê û Umer Dizeyî wek cîgirê serokê komeleyê û Zahîr Mehmûd Huseyn wek sekreterê giştî yê komeleyê hatin hilbijartin.
Kongreya Sêyem:
Ev kongre di 4-8ê Tebaxa 1958ê bi amadebûna 20 kesî li bajarê Munîhê yê Almanya hat lidarxistin. Yek ji biryarên vê kongreyê guhertina navê komeleyê bû bo navê (Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê). Ismet Şerîf Wanlî wek serokê komeleyê û Urya Rewandizî wek cîgirê serokê komeleyê û Dara Tofîq Salihî wek sekreterê giştî yê komeleyê hatin hilbijartin.
Kongreya Çarem:
Di 23-26ê Tîrmeha 1959ê bi amadebûna 40 endaman li Viyana paytexta Awisturyayê hat lidarxistin. Ismet Şerîf Wanlî bo cara sêyem wek serokê komeleyê û Kemal Fûad wek sekreterê giştî yê komeleyê hatin hilbijartin.
Kongreya Pêncem:
Ev kongre li Ewropayê li bajarê Berlîna Rojava di 22-26ê Tebaxa 1960ê bi amadebûna 73 endaman hat lidarxistin. Di vê kongreyê de Ismet Şerîf Wanlî wek serokê komeleyê û Kemal Fûad wek sekreterê giştî yê komeleyê û Urya Rewandizî wek cîgirê sekreter hatin hilbijartin.
Kongreya Şeşem:
Di 22-26ê Tebaxa 1961ê bi amadebûna 109 kesî li bajarê Mûnsterê hat lidarxistin, di vê kongreyê de Ismet Şerîf Wanlî wek serokê komeleyê û Kemal Fûad wek sekreter hatin hilbijartin.
Kongreya Heftem:
Di 9-15ê tebaxa 1962an de bi amadebûna 110 endaman li bajarê Braunschweig ê Almanyayê hate lidarxistin, tê de Îsmet Şerîf Wanlî wek serokê komeleyê û Kemal Fûad wek sekreterê giştî hatin hilbijartin.
Kongreya Heştêm:
Di rojên 9-15ê tebaxa 1963an de bi amadebûna 156 endaman li bajarê Munchen ê Almanyayê hate lidarxistin, tê de Kemal Fûad wek serokê komeleyê û Se'dî Dizeyî wek sekreterê giştî hatin hilbijartin.
Kongreya Nehemîn:
Di rojên 3-9ê tebaxa 1964an de li bajarê Hannover ê Almanyayê bi beşdariya 183 endaman hate lidarxistin. Tê de Kemal Fûad wek serokê komeleyê û Se'dî Dizeyî wek sekreterê giştî hatin hilbijartin.
Kongreya Dehemîn:
Ev kongre di 17-22ê tebaxa 1965an de li Berlîna Rojava bi amadebûna 133 endaman bi dirûşmeyên (Demokrasî ji bo Îraqê û otonomî ji bo Kurdistanê) û (Bijî dostaniya Alman-Kurd) hate lidarxistin. Tê de biryara derxistina kovara Pirşing bi zimanê Kurdî hate dayîn, Kemal Fûad wek serokê komeleyê û Se'dî Dizeyî wek sekreterê giştî hatin hilbijartin.
Kongreya Yazdehemîn:
Ji 26 heta 30ê tebaxa 1966an li bajarê Berlîna Rojava bi amadebûna 117 endaman bi dirûşmeya (Ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Îraqê li ser bingeha otonomî û demokrasiyê) hate lidarxistin, lijneyeke kargêriya giştî hate hilbijartin û Kemal Fûad wek sekreterê komeleyê hate hilbijartin.
Kongreya Dwazdehemîn:
Ev kongre di 17-31ê kanûna pêşîn a 1967an de li bajarê Belgrad ê Yûgoslavyayê bi amadebûna 212 endaman hate lidarxistin, desteya sekreteriya komeleyê di vê kongreyê de ji Fûad Kemal û Mihemed Salih Cuma û Cewher Şawês pêk dihat.
Kongreya Sêzdahêm:
Ev kongre bi amadebûna 230 endaman di rojên 12 heta 17ê tebaxa 1969an de li Berlînê hate lidarxistin, Cemal Elemdar wek sekreterê giştî yê komeleyê û Cewher Şawês û Şaxewan Namîq wek endamên sekreteriyê hatin hilbijartin.
Kongreya Çardehemîn:
Di 1-15ê tebaxa 1970an de li Stockholm a paytextê Swêdê bi amadebûna 135 endaman hate lidarxistin. Şaxewan Namîq di vê kongreyê de bû sekreterê komeleyê.
Kongreya Panzdehemîn:
Di rojên 15-20ê sibata 1972an de bi amadebûna zêdetir ji 260 endaman li Bûkareşt a paytextê Romanyayê hate lidarxistin. Tariq Akreyî wek sekreterê komeleyê hate hilbijartin.
Kongreya Şanzdehemîn:
Ev kongre bi amadebûna 300 endaman di rojên 16-19ê tebaxa 1973an de li Berlîna Rojava hate lidarxistin. Tariq Akreyî wek serokê komeleyê û Qadir Dîlan wek cîgirê serok û Ferhad Sofî wek sekreterê giştî hatin hilbijartin.
Kongreya Hevdehemîn:
Ev kongre di rojên 27-31ê tebaxa 1975an de bi dirûşmeya (Yekrêziya tevgera rizgarîxwaza Kurd li Berlîna Rojava) hate lidarxistin. Ji ber nakokiyên hinek endamên vê kongreyê, biryara vekişînê dan û wan bi awayekî cuda kongreya xwe li bajarê Frankfurt ê Almanyayê di 13-17ê tebaxa 1976an de lidar xistin û tê de (Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li Derveyî Welat-EKSA) damezrandin, yanî di vê kongreyê de komele perçe bû û bû du beş.
Liqên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê:
Piştî ku hejmara xwendekarên Kurd li Ewropayê ber bi zêdebûnê ve çû, biryara vekirina liqan li welatan hate dayîn ji bo encamdana kar û çalakiyan, van liqan serok û sekreter û desteya kargêriya xwe hildibijartin, kar û çalakiyên wan hebûn wek bibîranîna boneyên Kurdî, kor û semîner pêşkêş dikirin û konferans û kongre lidar dixistin, belavok derdixistin, di çareserkirina pirsgirêkan de alîkariya xwendekaran dikirin.
Liqa Brîtanyayê: Ev liqa komeleyê di sala 1958an de hate damezrandin ku 20 endam di nav xwe de girtibûn û Dara Tofîq yekemîn sekreterê liqê bû.
Liqa Awisturyayê: Di sala 1958an de hate damezrandin û duyemîn liqa komeleyê ye, Henan Henan sekreterê vê liqê bû di destpêka damezrandina wê de.
Liqa Almanyaya Federal: Sêyemîn liqa komeleyê ye ku di sala 1958an de hate damezrandin û yekemîn sekreterê vê liqê Cemşîd Celadet Bedirxan bû.
Liqa Stenbolê: Çaremîn liqa komeleyê ye ku di sala 1959an de hate damezrandin û yekemîn sekreter Îbrahîm Mam Xidir bû.
Liqa Almanyaya Demokrat: Pêncemîn liqa komeleyê ye di sala 1959an de hate damezrandin û sekreterê vê liqê Celal Betûşî bû.
Liqa Yekîtiya Sovyetê: Şeşemîn liq e di sala 1961an de hate damezrandin û Îhsan Fûad wek serokê liqê hate hilbijartin.
Liqa Berlîna Rojava: Heftemîn liq e di sala 1961an de hate damezrandin û yekemîn sekreterê vê liqê Hesen Mihemed Elî bû.
Liqa Çekoslovakyayê: Heştemîn liqa komeleyê ye di sala 1961an de hate damezrandin û Şêrko Tahir yekem sekreterê wê bû.
Liqa Polonyayê: Di sala 1962an de ev liq hate damezrandin û Elî Xefûr sekreterê liqê bû.
Liqa Yûgoslavyayê: Di sala 1963an de hate damezrandin û yekemîn sekreter Kemal Xoşnaw bû.
Liqa Swêdê: Di sala 1966an de ev liq hate damezrandin, yekemîn sekreter Cemal Elemdar bû.
Liqa Romanyayê: Di sala 1970an de hate damezrandin û Fazil Qeftan wek serokê liqê hate hilbijartin.
Liqa Fransayê: Di sala 1964an de hate damezrandin û yekemîn berpirsiyar Zozik Rewandizî bû.
Liqa Bulgaristanê: Di sala 1964an de hatiye damezrandin, lê ewqas çalak nebû, lewma di sala 1968an de careke din xwe rêxistin kir.
Liqa Macaristanê: Di sala 1964an de bi destê pênc xwendekaran wek Şefîq Cuma, Ednan Yûnis (Gulk), Mihemed Mela Mehmûd, Tehsîn Lutfî û Şêrko Dizeyî hate damezrandin.
Liqa Îtalyayê: Di sala 1969an de hate damezrandin û yekemîn sekreter Kemal Zîno bû.
Liqa Îspanyayê: Di Newroza sala 1970an de hate damezrandin û yekemîn sekreterê vê liqê Umer Refet Axa bû.
Liqa Holandayê: Ev liq heftemîn û dawî liqa komeleyên xwendekarên Kurd bû li Ewropayê ku di sala 1975an de hate damezrandin.
Çalakiyên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê:Tevî ku Komeleya Xwendekarên Kurd rêxistineke demokratîk a pîşeyî bû, li gel xebata pîşeyî, çalakiyên curbicur di warên siyasî, hunerî, çandî û rewşenbîrî de hebûn.
Çalakiyên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê di bin ronahiya bûyerên Kurdistanê û tevgera siyasî ya şoreşgerî ya gel û partiyên siyasî de bûn, ew çalakî li ser her du astên komîteya birêvebirina giştî û liqan dihatin encamdan ku piraniya wan di warê siyasî de dihatin çirandin, bi giştî çalakî pêk dihatin ji beşdarbûna di boneyên û yad û festîvalên cîhanî û navçeyî de, nîşandana çalakiyên çandî, arastekirina bîrxerê û nameyan ji bo aliyên peywendîdar ên navneteweyî derbarê bûyerên Kurdistanê, belavkirina çapemeniyên komeleyê li nava zanîngeh û peymangehan, ji aliyekî din ve, endamên komeleyê beşdarekî çalak bûn di xebata partayetî û hinek rêxistinên din de, bo nimûne (Komîteya Parastina Mafê Neteweya Kurd) ku piraniya endamên wê, endamên komeleyê bûn, bi sedema çalakiyên vê komîteyê, zû ket bin bala dîplomatên brîtanî.
Organên komeleyê çalak bûn, di warê avakirina peywendîyan li gel kesayetiyên Kurdistanî de bi mebesta sûdwergirtin ji şiyanên wan û beşdarîpêkirina wan di dewlemendkirina çalakiyên xwe de, komeleyê her tim cejna sersala Kurdî Newroz bi derfet didît bi mebesta nîşandana çalakiyên berfireh, li piraniya welatan ku dibû festîvaleke hemereng a çandî û hunerî ya neteweyî.
Belavokên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê:Komeleyê di warê ragihandinê de jî çalakiyên berçav hebûn, çendîn kovar û belavokên wê hebûn, di çapemeniyên xwe de tevî belavkirina babetên siyasî, pîşeyî û rewşenbîrî, babetên dîrokî û zimanewanî û wêjeyî yên Kurdî cihê girîngîpêdanê bûn, bi mebesta tîrêjxistinser rastiyan û rizgarkirina dîrok û çanda Kurdî ji şêwandina bi zanebûn.
Ji belavokên komele û şaxên wê:-
- Dengê Kurdistan (La Viox Du Kurdistan): Kovareke mehane bûye û di sala 1949 derçûye, organa xortên Kurd li Ewropayê li Swîsreyê derçûye û li Fransayê hatiye çapkirin, seranser bi zimanê Fransî bûye, carcaran jî bi Kurmanciya jorîn bi rênivîsa latînî gotar tê de dihatin belavkirin. Zêdetir girîngî bi jiyana xwendekarên Kurd daye li Ewropayê.
- Kurdistan: Kovareke navber bûye di sala 1958 dest bi derçûnê kiriye, organa Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Kurd li Ewropa û Brîtanyayê bûye. Ji aliyê Komîteya Rêveber a Giştî ve dihat serperiştiyê. Piraniya rûpelên wê ji bo lêkolînên li ser zimanê Kurdî û dîroka wêjeya Kurdî û muzîkê hatibûn terxankirin, roleke bilind hebûye di naskirina gelê Kurd bi welatên Ewropayê. Bi çend zimanan li Londonê dihat çapkirin.
- the KURDISH JOURNAL: Kovareke ramyarî ya rewşenbîrî ya demsalî bû, di sala 1963 dest bi derçûnê kiriye, ji aliyê Rêxistina Xwendekarên Kurd li Amerîkayê bi zimanê Kurdî û Îngilîzî hatiye derxistin.
- Hêviya Welêt HÊVIYA WELÊT: Kovara Komeleya Xwendekaran bûye di sala 1963 dest bi derçûnê kiriye, belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd bûye, bi zaravayê Kurmanciya jorîn bi rênivîsa latînî dihat belavkirin.
- En-Neşre el-Kurdîye: Kovara şaxê Amerîkayê ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bûye û bi zimanê Erebî derçûye.
- El-Qafile/Karwan: Ev kovar ji aliyê şaxê Komeleya Xwendekarên Kurd li Çekoslovakyayê (Yugoslavya) dihat belavkirin, behskirina pirsgirêka Kurd ji babetên wê yên sereke bû.
- Pirşing: Kovareke wêjeyî û zanistî ya civakî bûye, di sala 1966 yekem hejmara wê derçûye, belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê li Awistriyayê bi zimanê Kurdî derçûye. Girîngî bi babetên wêjeyî û zanistî û civakî dida. Zêdetir girîngî bi gotarên ramyarî û dîrokî û wêjeyî û helbest û çîrok û folklora Kurdî daye.
- 11Aylûl: Kovar(belavok)eke demsalî bûye, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Brîtanyayê her 4 mehan carekê bi zimanê Erebî belav kiriye, di sala 1969 derçûye.
- Die Kurdishe Revolution (Şoreşa Kurd): Belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd şaxê Almanyayê derdixist, yekem hejmara wê di 1971 derçûye.
- Pêşrew/Et-Telîe: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd bû, bi zimanê Erebî li Berlîna Rojava derçûye.
- Kurdistan: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd ji aliyê Rêveberiya Kargêriya Giştî Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bi taybetî London bi zimanê Îngilîzî di sala 1972 derçûye. Gotar û nûçe û wêne û belgename li ser gelê Kurd û şoreşa li Başûrê Kurdistanê tê de hatine belavkirin.
- Dengê Komele SSE: Kovareke giştî bû, şaxê Yugoslavya yê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bi zimanê Kurdî û Erebî yekem hejmara wê di sala 1972 derxist.
- Pêvekê Dengê Komele/Denge Kmele SSE: Belavokeke xulî ya giştî ye, Desteya Giştî ya Kargêriya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bi zimanê Kurdî derdixist.
- Pêvekê Dengê Komele: Ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bi zimanê Erebî derçûye
- Pêşrew: Kovareke rewşenbîrî û siyasî ya giştî ye, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Swêdê navber weşandiye KSSE bi zimanê Kurdî derdixist.
- KSSE Information: Belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd e li Ewropayê. Bi zimanê Îngilîzî bûye.
- Hewalnâme: Belavoka Yekîtiya Xwendekarên Kurd bûye, ji aliyê Komîteya Rêveber a Giştî ya Komeleya Xwendekarên Kurd ve dihat serperiştiyê. Bi zimanê Îngilîzî dihat belavkirin.
- Kurdish News: Hejmara 3yê di 1974 de ji aliyê Rêveberiya Kargêriya Giştî ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bi hevkariya şaxê Komeleya Xwendekarên Kurd şaxê Îngiltereyê derçûye, ku kar û çalakiyên komeleyê û gotar û nûçeyên şoreşa Kurdî tê de hatine belavkirin.
- Eş-Şu'le/Meşxel: Belavoka xulî ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Holandayê bûye, bi zimanê Kurdî û Erebî bûye di sala 1975 derçûye.
- Kolnedan: Kovareke rewşenbîrî ya siyasî ye. Belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bûye, şaxê Brîtanyayê kiriye. Yekemcar bi Kurdî di 1976 derçûye.
- Peyman: Kovara xulî ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Holandayê bi her du zimanên Kurdî û Erebî derçûye. Hejmara 1yê ya sala yekem di 1976 derçûye.
- Armanc: Belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê, şaxê Awistriyayê bi zimanê Kurdî bû. Di sala 1977 derçûye".
- Dengê Komele: Kovareke rewşenbîrî ya siyasî bûye, ji aliyê Desteya Kargêriya Giştî ya Komeleya Xwendekarên Kurd ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Ewropayê şaxê Almanyayê, bi zimanê Kurdî û Erebî derçûye. Yekem hejmara wê di sala 1978 derçûye.
- kssa: Nûçenameyek bû, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê li Çekoslovakyayê, bi zimanê kurdî û erebî û hejmarek jê bi zimanê îngilîzî derxistiye. Ev kovar li Çekoslovakyayê di 1981 de bi zimanê kurdî û erebî derketiye.
- Roja Kurdistan: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd (Kurdistan) li Ewropayê bi zimanê kurdî derketiye.
- KURD: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd bûye, ku organa Komeleya Xwendekarên Kurd li Amerîka û Kanada bûye, babetên taybet bi xwendekar û nîştimanî û kurdperweriyê bi zimanê kurdî û îngilîzî tê de belav dikirin. Tenê yek hejmara wê di 1982 de derketiye.
- Dengê Komele/Sout el-Cemîye: Belavoka xûlî bûye, ji aliyê desteya giştî ya kargêriya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Berlînê bi erebî derdiket. Raporekê yek rûpelî bi rûsî derbarê Kurd û Kurdistanê de ji aliyê Elî Bazarîf Dûstûr Îstêra ve hatiye belavkirin.
- Dengê Komele/Sout el-Cemîye/ KSSE: Belavoka xûlî ye ji aliyê ofîsa kargêriya giştî ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bi zimanê kurdî derketiye.
- Nameya Kurdistan: Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Yewnanistanê derxistiye. Yekem hejmara wê di 1982 de derketiye.
- Xwendekarê Kurd: Sereta wek belavok bûye û piştî çend hejmaran navê wê hatiye danîn kovar. Ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Yûgoslavyayê ve hatiye belavkirin. Bi zimanê kurdî û erebî bûye û di çend hejmaran de babet bi zimanê yûgoslavî belav kirine. Yekem hejmara wê di 1982 de hatiye belavkirin.
- Banga Kurdistan: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Macaristanê bûye, bi zimanê kurdî û erebî derketiye. Yekem hejmara wê di 1982 de derketiye.
- Newroz: Ev belavok dengê Komeleya Xwendekarên Kurd e li Almanyaya Demokratîk. Hejmara 1ê di 1982 de derketiye.
- INFO/ ÎNFO: Ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Almanyaya Rojava li bajarê Frankfurtê bi zimanê kurdî (soranî û latînî) û erebî û almanî derketiye.
- Trîske: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Swêdê bûye, bi zimanê kurdî û erebî derketiye. Hejmara 1ê di 1983 de derketiye.
- Dengê Kurdistan: Kovara Dengê Yekîtiya Xwendekar û Lawên Kurdistanê li Ewropayê (YOKSÎ) şaxê Almanyayê bûye. Hejmara 1ê di nîsana 1983 de.
- Dengê Komele: Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Romanyayê bûye. Hejmara 1ê di 1983 de derketiye.
- Deng û Bas: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd şaxê Yekîtiya Sovyetê derxistiye. Hejmara 1ê di 1983 de derketiye.
- Yekîtî: Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Îtalyayê bi zimanê kurdî belav kiriye. Hejmara 1ê di 1983 de derketiye.
- Kurdistan: Belavoka xwendekaran bûye, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Polonyayê belav dikir.
- Kurdistan: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bûye, li Çekoslovakyayê. Kovara navendî ya rêxistinê bûye. Bi zimanê kurdî û erebî derketiye.
- Neşretu Exbariyê: Ji belavokên Komeleya Xwendekarên Kurd bûye li Ewropayê, bi zimanê erebî û îngilîzî derketiye. Hejmara 1ê di sibata 1984 de bi erebî li Pragê derketiye.
- Kurdistan Dengê Xwendekaran/ Lawan-Dengê Xwendekar û Lawan: Kovarek bû, Yekîtiya Xwendekar û Lawên Kurdistanê li Ewropayê (YOKSÎ) şaxê Brîtanyayê, bi zimanê kurdî derdixist, du nav bi kar anîne (Kurdistan Dengê Xwendekar û Lawan) û (Dengê Xwendekar û Lawan). Hejmara 1ê di 1984 de.
- Pêşrew: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd bû, ku organa Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Swêdê bi zimanê kurdî û erebî derketiye.
- Newroz: Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Belçîkayê bi zimanê kurdî derdixist.
- Deng: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd bûye, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Swêdê bi zimanê kurdî û erebî derxistiye.
- El-Hurriye: Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Holandayê derxistiye. Hejmara 1ê di 1985 de derketiye.
- Hengav: Organa Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Belçîkayê bi zimanê kurdî derketiye.
- El-Îtîhad: Yekîtiya Xwendekar û Lawên Kurdistanê li Ewropayê (YOKSÎ) şaxê Yûgoslavyayê bi zimanê erebî di 1986-1987 de derxistiye.
- Hêmin: Belavoka giştî bûye, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Çekoslovakyayê bi zimanê kurdî û erebî derxistiye. Hejmara 1ê ya sala yekem di 1986 de derketiye.
- Mehabad: Belavokeke Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bûye, şaxê Bulgaristanê derxistiye.
- Dengê Yekîtî: Ji belavokên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê şaxê Almanyaya Rojava bi zimanê kurdî derketiye. Hejmara 1ê di adara 1988 de..
- Deng û Basê Komele/ KSSE: Belavoka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bû bi zimanê kurdî derketiye.
- En-Neşretu El-Exbariyê: Ji belavokên Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bûye li Almanyayê, wek belavokeke piştî Kongreya yekgirtina rêxistinên xwendekariyan derxistiye. Hejmara 1ê di kanûna duyem a 1989 de bi zimanê erebî derketiye.
- El-Mebde': Belavokeke henekamêz bûye, wisa xuya dike di boneyan de hatibe belavkirin ku gelek tewş û tenz derbarê Kongreya Komeleyê ya ku li bajarê Hannoverê hatibû girêdan di nav xwe de girtiye.
- Çiya: Kovara Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bûye. Yek ji sê kovarên herî girîng ên Komeleya Xwendekarên Kurd e. Bi zaravayê kurmanciya jorîn derdiket.
- Rapêrîn: Ev belavok ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê, şaxê Yekîtiya Sovyetê, bi zimanê kurdî û erebî derketiye.
- Kurdistan: Kovara Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Ewropayê ye, bi zimanê kurdî derketiye.
- Bernameya Komeleya Xwendekarên Kurd li Radyoya Warşovayê: Bernameyeke radyoyî ya heftane ya Komeleya Xwendekarên Kurd bû li Polonyayê, bi zimanê kurdî ji bo demekê kurt li Radyoya Warşovayê dihat weşandin di 1962 de.
Çavkanî:1- Elî Cefer, werger ji erebî: Nebez Rustem, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (Balyozxaneya Kurdistanê li sirgûnê) 1949-1975, Çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2025.
2- Arif Ruşdî Arif, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê 1956- 1975, Silêmanî, 2012.
3- Erfan Ezîz Ezîz, Rojnamegeriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, rêze-dîroka Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (2), çapa yekem, Çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2012.
4- Nûzad Elî Ehmed, Saxafet el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdistanî (Xaric el-Weten), Metbe'et Şivan, el-Silêmaniye, 2010.
5- Newzad Elî Ehmed, Rojnamegeriya Xwendekarên Kurd li Ewropa û Amerîkayê 1949-1991, çapa yekem, Çapxaneya Tîşk, Navenda Kordolojî/ Silêmanî, 2008.
6- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





