Barûdox û amadekarî

Di dawiya sala 1980an de ew endamên serkirdatiya demkî ya partiyê ku ji Kongreya Nehemîn veqetiyabûn, partiyeke nû bi navê (Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê) ava kirin. Di 28ê çiriya paşîn a 1980an de Bereya Niştimanî ya Dêmokrata Îraqî bi navê (Cûd) hat avakirin ku Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şeş partiyên din ên Kurdistanî û Îraqî di nav xwe de girtibûn. Dûre destpêkirina şerê heşt salan ê Îran û Îraqê di 22ê îlona 1980an de, ku bi dirêjahiya şer hêzên kurdî bi xwe ve mijûl kiribûn. Di wê demê de şerê navxweyî berê xwe dabû piraniya hêz û partiyên kurdî, bi taybetî Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, heta ku di konfransa Tehranê ya çiriya pêşîn a 1986an de dawî lê hat û koça dawî ya Îdrîs Barzanî di 31ê kanûna paşîn a 1987an de. Avakirina Bereya Kurdistanî di 2ê gulana 1988an de ku ji heft partiyên kurdî pêk hatibû. Dûre rawestana şerê Îran û Îraqê piştî heşt salan di 20ê tebaxa 1988an de, êrîşên hovane yên rejîma Beis di sala 1988an de bo ser Kurdistanê û kîmyabaran kirin û enfalkirina Kurdistanê û gelek bûyerên din ji bûyerên girîng ên wê demê bûn.

Li gorî rêziknameya navxweyî ya partiyê diviyabû Kongreya Dehemîn, di salên 1983 an 1984an de bihata lidarxistin, lê ji ber nebaşiya barûdox û pêşhatên nexwestî dihat paşxistin, heta di dawiyê de di civîna komîteya navendî ya di meha hezîrana 1989an de, biryar li ser lidarxistina kongreyê hat dayîn, her di wê civînê de biryar hat dayîn lijneya amadekar a kongreyê bê avakirin, bi şertê ku ti yek ji wan endamê komîteya navendî nebin, ew bû lijneyek bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî pêk hat û di meha tîrmeha heman salê de bi mebesta destnîşankirina endamên kongreyê di nav rêxistinên leşkerî û partiyan de hilbijartin dest pê kir û heta meha çiriya pêşîn a 1989an dawî bi amadekariyên kongreyê hat.

Lidarxistina kongreyê

Kongre di rojên 2 heta 12ê kanûna pêşîn a 1989an de li gundê Hêşmaweyê, li Rojhilatê Kurdistanê, bi amadebûna 332 nûnerên hilbijartî yên navçeyên azadkirî yên derveyî desthilata hikûmeta Îraqê û nûnerên destnîşankirî yên navçeyên dagirkirî, bi dirûşma (Berdewamiya xebatê di pênavê dêmokrasiyê bo Îraqê û otonomiyê bo Kurdistanê), dest bi kar bû.

Rapora siyasî ya kongreyê ji aliyê Elî Ebdulla sekreterê komîteya navendî ve hat xwendin û dûre biskên 130 partî û rêxistinên siyasî yên dostên partiyê hatin xwendin, bi biryara vê kongreyê, bo cara duyem di dîroka partiyê de pileya cîgirê serok nû bû, di demekê de ku di Kongreya Yekem (Yekgirtina Yekem) de serok du cîgirên wî hebûne, lê berevajî wê pileya sekreter hat rakirin, ku di Kongreya Yekem de li kêleka cîgir hebûye, li ser vê bingehê, bi pêşniyara serok Mesûd Barzanî، Elî Ebdulla Emîn wek cîgirê serok hat destnîşankirin û ev destnîşankirin jî ji aliyê nûnerên kongreyê ve hat pesendkirin.

Di vê kongreyê de hejmarek biryar hatin dayîn û bi temamî destkarî di madeya (5) ya bernameyê de hat kirin û guhertin di desthilata serokê partiyê de hat kirin û desthilata sekreter nema, biryar hat dayîn li şûna sekreter cîgirê serok ji aliyê serok ve bê destnîşankirin, Mesûd Mistefa Barzanî bo cara duyem bi dengê hemûyan wek serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin.

Peykerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi piştrastbûna bi rêziknameya navxweyî ya Kongreya Dehemîn, pêk hatibû ji şane, şaneya sereke, lijneya rêxistin, lijneya navçe, lijneya liq, komîteya navendî, mekteba siyasî û serok. Herwiha lijneya pişkinîna navendî ji aliyê mekteba siyasî ve dihat hilbijartin û ji endamekî mekteba siyasî û du endamên komîteya navendî pêk dihat, ku bi şêweyekî xûlî endamên wê dihatin guhertin.

Serkirdatiya hilbijartî ya Kongreya Dehemîn:

  1. Nêçîrvan Barzanî
  2.   Doktor Cercîs Hesen
  3.  Cewher Namîq Salih
  4.  Doktor Roj Nûrî Şawês
  5.  Hoşyar Mehmûd Mihemed Faris
  6.  Fazil Mîranî
  7.  Ebdulmuheymen Barzanî
  8.  Felekedîn Kakeyî
  9.  Hemîd Efendî
  10. Mesûd Saleyî
  11. Krîstov Yelda Terxan
  12. Îzedîn Berwarî
  13. Azad Qeredaxî
  14. Doktor Kemal Kerkukî
  15. Zeîm Elî
  16. Doktor Pîrot Ehmed Îbrahîm
  17. Qadir Qadir Elî
  18. Qadir Qeçax
  19. Doktor Elî Baba Şawês
  20. Doktor Mihemed Salih Cum'e
  21. Derwêş Ebdulrehman Axa 
  22. Umer Usman Mêrgesorî

Herwiha endamên yedek ên komîteya navendî jî bi şêweya jêrîn hatin hilbijartin:

  1.  Doktor Nasih Xefûr
  2. Mehmûd Mihemed
  3. Kemal Hesen Çawmar
  4. Yûnis Rojbeyanî
  5. Seyîd Salih Berwarî

Di yekem civîna komîteya navendî de, endamên mekteba siyasî ya nû hatin hilbijartin ku pêk hatibûn ji Nêçîrvan Barzanî، Fazil Mîranî, Doktor Roj Nûrî Şawês، Doktor Cercîs Hesen، Cewher Namîq، Hoşyar Zêbarî û Ze'îm Elî.

Li gorî ku barûdoxa Kurdistanê piştî proseya Enfalê bi temamî têk çûbû, piştî Kongreyê hewl hat dayîn ku guhertin di liqan de bên kirin û mefrezeyên Pêşmerge bên şandin bo Kurdistanê.

Çavkanî:
  1.  Muhemmed Mela Qadir, Xebatname, Kurte dîroka Partî û Barzanî yê nemir, çapa sêyem, (Hewlêr- çapxaneya Aras- 2012).
  2.  Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û rêziknameya navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga duyem, (Hewlêr- çapxaneya Roksana- 2021).
  3.  Hebîb Muhemmed Kerîm, Tarîx el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî - el-Îraq (fî mehetat reîsîye) 1946 - 1993, (Dihok - metbe'eya Xebat - 1998z).
  4.  In'îqad el-Mu'temer el-'aşir lil-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî, sehîfet Zagros, el-'eded el-ewwel, Şibat 1990z.
  5.  Kerîm Hebîb Hacî, Muzekkeratî fî sewretê Eylûl û Gulan el-mecîdeteyn, el-tibet el-saniye, (Dihok - metbe'eya Xanî - 2016z).
  6.  Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Rêziknameya navxweyî ya Kongreya dehem, (bê cih - çapxaneya Xebat - bê sal).
  7.  Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  8.  Lîsteya navê palêwrayên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bo Encûmena Nîştimanî li Kurdistanê, rojnameya Pêşketin, organa Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Dêmokrata Kurdistanê - Îraq, hejmar 26, Gulan 1992z.
  9.  Hevalê xebatkar Seyîd Salih koça dawî dike, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 618, Adar 1992z.