Şert û merc û sedem

Şer di meha sibata sala 1965an de di navbera Kurd û hikûmeta Îraqê de dest pê kir, piştî destpêkirina şer, serkirdayetiya şoreşê baregeha xwe ji Pêncwênê veguhest Balekê, piştî ku hikûmeta Îranê bi temamî ji Îbrahîm Ehmed û derdora wî bêhêvî bû, hewl da bi serkirdayetiya şoreşê re têkilî deyne û bigihîje rêkeftinekê bi wê re li Îraqê. Encamên wan hewldanan pêşkêşkirina alîkariyên mezin ji aliyê hikûmeta şahê Îranê ve ji bo şoreşa li dijî rejîma desthilatdar a li Îraqê bû.

Di şeva şerê rejîmê de, hejmarek ji kesayetî û rewşenbîrên neteweyî li hundir û derveyê Kurdistanê di navbera serok Mistefa Barzanî û koma Ofîsa Siyasî ya kevn ku reviyabûn Îranê navbeynkarî kirin û daxwaz jê kirin ku efûyekê ji bo wan derxe, Barzanî biryara efûkirina wan bêyî şert û merc da, lewma hemû di 6ê tîrmeha sala 1965an de vegeriyan Kurdistanê, ji bilî Îbrahîm Ehmed ku xwest li Tehranê bimîne. Piştî vegera koma Îbrahîm Ehmed bi biryara serok Mistefa Barzanî Pêşmerge tevlî refên şoreşê bûn û serkirdeyên wan bi çavdêriya Celal Talebanî li Wadiya Reqa hatin bicihkirin, piştî demekê wan ji Wadiya Reqa bi dizî têkilî bi hikûmeta Îraqê re danîn.

Piştî kuştina serokkomarê Îraqê Ebdulselam Arif, birayê wî Ebdulrehman Arif şûna wî girt, rasterast bi serkirdayetiya şoreşê re têkilî danî û banga danûstandinan kir ji bo bidawîkirina şer, hikûmetê şandeyek ji bo vê mebestê şand Gelale, şande bi serkirdayetiya şoreşê re civiya, lê tevlîbûna endamên koma Ofîsa Siyasî ya kevn bo aliyê hikûmetê danûstandin asteng kirin, ev yek bû sedema destpêkirina şer, hikûmetê bi alîkariya koma Ofîsa Siyasî ya kevn plan ji bo êrîşeke berfireh danî, û bi rastî hikûmetê di 2ê gulana 1966an de êrîşên xwe dest pê kirin.

Hikûmet di vê gera şer de têk çû, ji bidestxistina serkeftinê bêhêvî bû, hikûmetê di 15ê hezîrana 1966an de şandeyek şand Gelale ku baregeha serok Mistefa Barzanî lê bû ji bo danûstandina li ser agirbestê, şande di 18ê hezîranê de bi serok Barzanî re civiya, her du alî li ser şandina şandeyekê ji serkirdayetiya şoreşê bo Bexda ji bo danûstandinan û îmzekirina peymanê li hev kirin, şande di 22ê hezîranê de gihîşt Bexda û di 29ê hezîranê de peyman hat îmzekirin û hat ragihandin, di 28ê çiriya pêşîn a 1966an de serokkomar Ebdulrehman Arif gihîşt Berzêwe û bi serok Mistefa Barzanî.

re civiya. Piştî peymana 29ê hezîranê û asayîbûna rewşa Kurdistanê, biryar hat dayîn ku ji bo rêkxistina refên partiyê ji aliyê serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Lidarxistina kongreyê

Kongreya Heftem di navbera 15 û 21ê mijdara 1966an de li dibistana amadeyî ya nahyeya Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, bi amadebûna 425 nûneran ku nûnertiya 30 hezar endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikirin, hat lidarxistin, Ofîsa Siyasî rapora xwe ya siyasî pêşkêşî nûneran kir û ronî xiste ser hemû bûyerên li Kurdistan, Îraq û herêmê, bi taybetî çaksaziya çandinî û ewlekariya şîrketan ji aliyê hikûmeta Bexda û têkçûna aboriya Îraqê.

Di kongreyê de hejmarek biryarên girîng derbarê rêkxistin û rêvebirina navçeyên azadkirî hatin girtin, destûrek ji bo encumena serkirdayetiya şoreşê hat amadekirin. Herwiha kongreyê biryar da ku serok Mistefa Barzanî memorandûmekê derbarê cîbicîkirina daxuyaniya 29ê hezîranê bişîne bo serokatiya komarê û serokatiya encumena wezîran. 

 Derbarê Elî Ebdullah û Nûrî Şawês de ku di kongreya pêncem de endamên Ofîsa Siyasî bûn, û yên ku tevlî refên alîgirên civîna Mawetê bûbûn, ji ber ku ji aliyê koma Celal Talebanî - Îbrahîm Ehmed ve nehatibûn piştgirîkirin, lewma careke din bûn endamên Ofîsa Siyasî. Navê Partiya Dêmokrata Kurdistanê wek xwe bê guhertin ma, û serok Mistefa Barzanî careke din wek serokê partiyê hat hilbijartin, ji bo cara yekem Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî di merasîma vekirina kongreyê de amade bûn.

Endamên serkirdayetiyê yên ku di kongreya heftem de hatin hilbijartin:

Mistefa Barzanî - Serok

Hebîb Mihemed Kerîm

Dr. Mehmûd Osman

Salih Yûsifî

Nûrî Şawês

Elî Ebdullah

Samî Ebdulrehman

Şewket Akreyî (Eqrawî)

Ehmed Etruşî

Yedullah Feylî

Mecîd Etruşî

Ezîz Akreyî (Eqrawî)

Îsmaîl Mela Ezîz

Elî Şengalî

Numan Îsa

Endamên hêzî yên Komîteya Navendî:

Haşim Akreyî (Eqrawî)

Şefîq Axa

Fatih Mihemed Emîn

Hejmara endamên Ofîsa Siyasî ji pênc bo heft hat zêdekirin, û ji aliyê endamên Komîteya Navendî ve bi vî rengî hatin hilbijartin:

Hebîb Mihemed Kerîm, sekreter

Dr. Mehmûd Osman - endam 

Salih Yûsifî - endam

Nûrî Şawês - endam

Elî Ebdullah - endam

Samî Ebdulrehman- endam

Ezîz Akreyî (Eqrawî) - endam

Heft endam û du hêzî ji aliyê nûneran ve di komîsyona çavdêrî û şopandinê de hatin hilbijartin:

Reşîd Arif - serok

 Necmedîn Yûsifî - endam

Mela Heyder Mihemed Huseyn - endam

Sebri Botanî - endam

Mela Salih Hac Hesen - endam.

Piştî bidawîbûna kongreyê serok Mistefa Barzanî erkên xwe spart hejmarek ji endamên serkirdayetiyê, di nav wan de Mehmûd Osman ku ji bo têkiliyên derve hat erkdarkirin, û Samî Ebdulrehman bi erkên siyasî û ewlehiyê yên gelek, û Îdrîs Barzanî wek serokê ofîsa serbazî ya encumena serkirdayetiya şoreşê hat danîn, û Mesûd Barzanî bi rêvebirina ofîsa (Parastin) hat erkdarkirin.

Yek ji destkeftiyên din ên girîng ên kongreyê ji nû ve derxistina rojnameya (Xebat) ya zimanê fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, û Mesûd Barzanî piştî serdana xwe ya bo Bexda derfet bi kar anî ji bo bidestxistina fermana azadkirina girtiyên sala 1965an û vegerandina destûra karê rojnameya (Xebat), hejmara nû ya rojnameya Xebat bi çavdêriya Salih Yûsifî di 16ê nîsana sala 1967an de derket. 

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd 1961 - 1975, bergî sêyem, beşî yekem, (Hewlêr - çapxaneyî wezaretiyî perwerde - 2004z).

  2. Mêjûyî Partî Dêmokratî Kurdistan, kongre û konferans (program û peyrewî nawxo), desteyî înskilopîdiyayî Partî Dêmokratî Kurdistan, bergî yekem, (Hewlêr - çapxaneyî roksana - 2021).

  3. Selah El-Xerse, El-Teyarat El-Siyasîye fî Kurdistan El-Iraq, qiraet fî mîlefat El-Herakat we El-Ehzab El-Kurdîye fî El-Iraq 1946-2001, (Beyrût - metbe'et El-Belaẍ - 2001m).

  4. Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx El-Hizb El-Dîmuqratî El-Kurdîstanî - El-Iraq (fî mehetat re'îsîye) 1946 - 1993, (Dihok - metbe'et Xebat - 1998m).

  5.  Partî Dêmokratî Kurdistan, komîteyî nawendî, beyanî kutayî hatinî kongreyî hewtemînî Partî Dêmokratî Kurdistan, 25 tşrînî duwemî 1966z.

  6.  Şîrko Fethullah Umer, El-Hizb El-Dîmuqratî El-Kurdîstanî we heraket El-Teherur El-Qewmî El-Kurdîye fî El-Iraq 1946 - 1975, (El-Silêmanîye - wezaret El-Seqafe fî hukûmet îqlîm Kurdistan - metbe'et Ron - 2004m).

  7.  El-Hizb El-Dîmuqratî El-Kurdîstanî, El-Mekteb El-Siyasî, El-Teqrîr El-Siyasî îla El-Mu'temer El-Sabî' lîl-Hizb El-Dîmuqratî El-Kurdîstanî, 1966m.

  8.  Tenwîh, cerîdet Xebat, lîsan hal El-Hizb El-Dîmuqratî El-Kurdîstanî, El-Eded 671, Erbil, El-Erbi'a', 14 Nîsan 1993m.

  9.  Bername û Rewşnameya navxweyî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê û sererastkirinên wê, Kongreya Heftem a partîyê di sala 1966an de pejirand, (bê cih - çapxaneya Xebat - 1966z).

  10.  Hamîd Gewherî, Îdrîs Barzanî û Barzanîyan baştir binasin, (Hewlêr - çapxaneya Şehab - 2014z).