Piştî kongreya duyem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê di tebaxa sala 1964an de, rêxistinên vê rêxistinê li navendên perwerdeyê li bajarên cuda yên Kurdistan û Îraqê bi çalakî dest bi karê xwe kirin, ji bo ku karûbarên xwe bi awayekî baştir rêk bixin. Sekreteriya xwendekaran biryar da ku di dema betlaneya nîvê sala xwendinê ya 1964-1965an de civîneke berfireh li dar bixin.
Di sibata 1965an de civîneke li navçeya Qeredax a başûrê parêzgeha Silêmaniyê bi amadebûna nûnerên hemû şaxên rêxistinê li bajarên cuda yên Kurdistan û Îraqê û bi taybetî navçeya Badînanê hat lidarxistin. Di civîna ku nêzîkî 40 endam tê de amade bûn, Elî Sincarî ji aliyê Ofîsa Siyasî ya partiyê ve ji bo çavdêriya civînê hat şandin.
Civîn rojekê dom kir û yek ji biryarên herî girîng dubarekirina piştgiriya wê ji bo şoreşê û hiştina vê sekreteriyê an jî komîteya amadekar a ku di kongreya duyem de hatibû hilbijartin wek xwe bû heta dema lidarxistina kongreya bê..
Li hemberî vê yekê, koma ku ji partî û rêxistinê veqetiyabû û tevlî koma Ofîsa Siyasî bûbû, daxuyaniyek li dijî civînê da, ev yek bû sedema aloztirkirina barûdoxê navxweyî yê rêxistinê.
Piştî demekê kurt ji vê civînê, dabeşbûn û nakokî di navbera serkirdayetiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de çêbûn, di encamê de hejmarek endam ji rêxistinê veqetiyan û hejmarek endamên serkirdayetiyê bi awayên cuda ji serkirdayetiyê dûr ketin. Di nav wan de Bekir Huseyîn endamê sekreteriyê hebû, ku tevlî koma ji Ofîsa Siyasî veqetiyayî bû, lewma ji refên Yekîtiya Xwendekaran hat derxistin, û Ebdulkerîm Fendî tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bû, di heman demê de Celal Heme Elî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê terikand.
Li ber çavan girtina wan şert û mercên ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tê re derbas dibû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên kom bûyî, sekreteriya rêxistinê biryar da ku kongreyeke lezgîn ji bo destpêkirina amadekariyên kongreya pêncem di zûtirîn dem de li dar bixe. Kongre di 29ê hezîrana 1966an de li Nawperdan a navçeya Balekayetiyê hat lidarxistin, gelek biryar hatin girtin ku ya herî girîng avakirina komîteya amadekar a kongreya pêncem bû ku biryar bû di havîna sala 1967an de were lidarxistin, berdewamkirina piştgiriya şoreşê û parastina daxwazên pîşeyî û akademîk ên xwendekarên Kurd.
Lidarxistina kongreyêWekî ku di kongreya Nawperdanê de hatibû plankirin, û ji ber barûdoxê aloza rêxistinê, piştî temamkirina amadekariyan kongre di navbera 13 heta 15ê tîrmeha 1967an de di bin dirûşma (Gelê xwendekar, ji bo mafên xwendekaran û avakirina Îraqeke demokratîk û xweseriya Kurdistanê têbikoşin) û bi amadebûna heftê nûnerên şax û komîteyên herêmî yên rêxistinê li kolîjên Bexda, Mûsil, peymangeh û dibistanên navîn ên amadeyî li navçeyên cuda yên Kurdistanê, li navçeya (Şiwan) a ser bi parêzgeha Kerkûkê, bi amadebûna Ehmed Cerces Etruşî nûnerê rêber Mistefa Barzanî.
Projeya bername û rêziknameya navxweyî ya rêxistinê ji aliyê endamên kongreyê ve hat pesendkirin, Ebdulkerîm Hesen wek serok û Nûzad Elî Mihemed wek sekreter hatin hilbijartin, û sekreteriya nû bi dengê mendûbî kongre bi vî awayî hat hilbijartin:
1- Enwer Ebdullah, endamê sekreteriyê
2- Qadir Hemed Emîn, endamê sekreteriyê
3- Cewad Mihemed Şêrwanî, endamê sekreteriyê
4- Hemeziyad Îsmaîl, endamê sekreteriyê
Ji biryarên herî girîng ên kongreyê:
Xurtkirina peywendiyên xwe bi rêxistinên xwendekarên Tirk û Sûrî re. Vekirina zanîngehekê li Kurdistanê. Derxistina Ebdulwehab Talebanî û Faris Cokel Hwêz ji rêxistinê ji ber peywendiyên wan bi hikûmeta navendî re. Qebûlkirina xwendekarên Kurd li kolîj û zanîngehên Îraqî li ser bingeha dabeşkirina herêmî. Kirina xwendinê bi zimanê Kurdî di hemû qonaxên wê de li seranserê Kurdistanê, bi taybetî li parêzgeha Mûsilê. Qebûlkirina xwendekarên Kurd li kolîjên serbazî, polîs û firokevaniyê. Diyarkirina çarenivîsa xwendekarên ku tevlî şoreşê bûne. Amadebûna nûnerê rêxistinê di Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê de û gelek biryarên din. Di mijdara 1967an de, serkirdayetiya nû kovara "Xebata Xwendekaran" wek zimanê fermî yê Yekîtiya Xwendekaran derxist, lê tîma kar tenê ji bo demekê kurt kar kir, piştî çar mehan Ebdulkerîm Hesen dest ji mansibê serokatiyê berda û pêşkêşî sekreteriyê kir, herwiha Nûzad Mihemed Elî tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû, û Enwer Ebdullah li şûna wî bû serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, û Ebdulqadir Hemedemîn bû sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê.
Zû zû pirsgirêk di navbera serkirdayetiya nû de çêbûn, ji ber ku kadroyên li Bexdayê dijîn gilî kirin ku nûnertiya wan di kongreya pêncem de kêm e, lewma komîteyek ji bo çavdêriya rêxistina Bexdayê "Komîteya Rêxistina Bexdayê ya Sereke" ava kirin piştî ku komîteyê dest bi karê xwe kir. Û desteyeke nû ji bo serkirdayetîkirina sekreteriyê bi vî awayî hat hilbijartin:
1- Ferhad Ewnî Hebîb, berpirsiyarê komîteyê
2- Celal Xoşnaw, endamê komîteyê
3- Renc Nûrî Şawês, endamê komîteyê
4- Cewad Mihemed Şêrwanî, endamê komîteyê
5- Adil Fazil Leylanî, endamê komîteyê
6- Ferîdûn Osman, endamê komîteyê
Di sala 1968an de Komîteya Rêxistina Sereke ya Bexdayê ji ber lawaziya sekreteriyê di peywendîgirtinê de bi şaxên Kerkûk, Silêmanî û Mûsilê re ji bo çavdêriya karê wan, di heman salê de wan cejna Newrozê bi eşkere li Kolîja Rêveberî û Aborî ya Zanîngeha Bexdayê pîroz kirin, ku nêzîkî 200 xwendekarên Kurd û Ereb tê de amade bûn.
Ji ber dûrbûna wan ji hev, hevahengiyeke mezin di navbera sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Komîteya Rêxistina Sereke ya li Bexdayê de tunebû, û di pratîkê de rêxistina Bexdayê xwedî desthilatên mezintir bû li ser karê rêxistinê, lewma di tîrmeha 1968an de şaxê Hewlêrê û sekreteriya kongreya pêncem serdana rêber Mistefa Barzanî li gundê Hacî Omeran ê ser bi parêzgeha Hewlêrê kirin, ji ber ku şaxê Hewlêrê êdî nedikarî bi sekreteriyê re hevahengiyê bike.
Ev pirsgirêk û nebûna hevahengiyê heta payîza sala 1969an berdewam kir dema ku şandeyeke Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê pêşwaziya Komîteya Rêxistina Sereke ya Bexdayê kir û biryar dan ku civîneke hevbeş di navbera her du aliyan de li gundê Nawperdan ku baregeha Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê lê bû, li dar bixin.
Û di 6ê sibata 1970yî de di nebûna serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de civiyan, di encamê de "Ofîsa Rêxistina Navendî" ji her du aliyan bi vî awayî hat avakirin:
1- Ferhad Ewnî, berpirsiyarê ofîsa navendî
2- Enwer Ebdullah, endamê ofîsa navendî
3- Celal Selîm Xoşnaw, endamê ofîsa navendî
4- Qadir Hemed Emîn, endamê ofîsa navendî
5- Renc Nûrî Şawês, endamê ofîsa navendî
6- Adil Fazil Leylanî, endamê ofîsa navendî.
Piştî avakirina ofîsa rêxistina navendî ya nû, erk bi vî awayî hatin dabeşkirin:
- Ferhad Ewnî û Celal Xoşnaw- çavdêriya rêxistinên Zanîngeha Bexdayê, dibistanên parêzgeha Bexdayê, dibistanên parêzgeha Silêmaniyê û dibistanên Xaneqînê.
- Cewad Mihemed Şêrwanî- berpirsiyarê rêxistinên parêzgeha Besrayê.
- Qadir Hemedemîn- berpirsiyarê rêxistinên dibistanên parêzgeha Hewlêrê
- Renc Nûrî Şawês û Enwer Ebdullah - berpirsiyarê rêxistinên Zanîngeha Mûsilê û dibistanên parêzgeha Mûsilê.
- Adil Fazil Leylanî û Ferîdûn Osman- berpirsiyarê rêxistinên parêzgeha Kerkûkê
- Û Bexda wek navenda desthilatê hat diyarkirin.
Çavkanî:1- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û konfêransên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012).
2- Macid Hesen Elî, Tevgera Xwendekarên Kurd li Îraqê (1926-1970), nameya mastêr/Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê 2008, weşanên Spîrêz, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim).
3- Şazîn Hêriş, Rêkxrawên demokratîk û pîşeyî di çend belgenameyên dîrokî de 1958 - 1968, çapa duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Raz - 2001z).
4- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrokê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 1998).
5-Kakil Mihemed Tahir, Rûpelên têkoşînê yên ji rabirdûya nêzîk, Kovara Gulan a Erebî, hejmar 27, Hewlêr, Çapxaneya Rewşenbîriyê, 25ê Tebaxa 1998an, r. 74.


