Rêkevtinnameya 11ê adara 1970yî, derfet bo çalakiyên rêxistinên cemawerî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê rexsand. Bi sedema vê derfetê jî Yekîtiya Afretên Kurdistanê wek qewareyeke serbixwe bû endamê Yekîtiya Giştî ya Afretên Îraqê. Êdî bo rêkxistina kar û barên xwe di barûdox û helûmercên nû de, Yekîtiya Afretên Kurdistanê jî wek têkrayê rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên din pêwîstiya wê bi sazdanê kongreyê hebû.
Desteya amadekarî ya Kongreya Yekem, rêkevta 25ê îlona 1970yî bo Kongreya Yekem danî û di vê rojê de kongre li baregeha sereke ya Liqa pênc a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexdayê hate sazdan, ku tê de serkirdatiyeke ji diwanzdeh kesan pêk hat, bi awayekî bo her yek ji Bexda, Kerkûk û Silêmaniyê sê nûner hatin destnîşankirin bo her kam ji dezgeha rêveberiya Bexda, Xaneqîn, Kerkûk û Silêmaniyê jî neh endam û sê yedek hatin hilbijartin. Lê bi sedema amadenebûna nûnerên wan, ti kesek ji Hewlêr û Duhokê nehat hilbijartin û biryar hate dan di paşerojê de dezgeha rêveberiya wan bo were destnîşankirin. Di kongreyê de, Zekiye Îsmaîl Heqî wek sekreter û parêzer Fewziye Murad, wek cîgira sekreter hatin hilbijartin. Ev kongre li bajarê Bexdayê hatiye sazdan.
Lijneya rapêrandinê jî ji van kesên jêrîn pêk hat:1- Pirşing Mihemed Memend
2- Mamosta Derexşan Hefîd
3- Encûm Ebdulla Mihemed, nasraw bi Encûm Zuhedî
4- Mamosta Nermîn Osman Hesen
5- Sebriye Ehmed Qadir, nasraw bi Sebriye Mam Ehmed.
Nûnerên Kongreya Yekem, desteya kargêriya bilind a Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi vî awayê jêrîn hilbijartin:
1- Zekiye Îsmaîl Heqî - Serok
2- Sacide Mihemed - Cîgira serok
3- Munîre Qezaz - Emîndara sindoqê
4- Peyman Ciyawk - Sekretera giştî
5- Fexriye Se'dulla - Endam
6- Hesîbe Qezaz - Endam
7- Su'ad Ehmed Mekî - Endam
8- Behîce Mihemedelî Qazî - Endam
9- Zekiye Elî - Endam
10- Pakîze Celal - Endam
11- Nazenîn Fexrî - Endam
12- Qumriye Mihemed Ebdulla - Endam
13- Sirwe Osman Se'îd - Endam
14- Xedîce Ebdulkerîm - Endam.
Çavkanî û perawêz
1- Afretên Kurdistanê, kovara Birayetî, hejmar 7, sala 1, xula duyem, Bexda, navînê çiriya pêşîn a 1970yî, r. 31; Gulnam Mehmûd Mistefa, Ta'rîx Nidal Etihad Nisa' Kurdistan, El-Qism 6, Cerîdet Xebat, Lîsan Hal El-Hizb El-Dîmqratî El-Kurdîstanî, El-Eded 718, El-Erbi'a', 23 Adar 1994m, s. 7.
2- Yekîtiya Afretên Kurdistanê 11ê kanûna pêşîn a 1952yî, (Hewlêr - Mekteba sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê - 2010z), r. 20.
3- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, deqê hevpeyvînê ligel Nermîn Osman Hesen, 1ê gulana 2018an.
4- Etihad Nisa' Kurdistan Ye'qid Konfîransê El-Ewwel fî Bexdad, Cerîdet El-Te'axî, El-Eded 560, Bexdad, Metbe'et Dar El-Cahiz, El-Sebt, 10 Tişrîn El-Ewwel 1970m, s. 3.





