Sedemên lidarxistinê

Di 10ê hezîrana 1963an de rejîmê êrîşa xwe ya li ser Kurdistanê ji nû ve da destpêkirin, ku hemû hêzên xwe yên çekdar şandin qadên şer. Herwiha rejîmê di van êrîşan de alîkarî ji hêzên herêmî yên li navçeyê wergirt, ku destûr hat dayîn hêzên hewayî yên Tirkî û Îranî yên endamên peymana Sentoyê sînorên Îraqê derbas bikin û baregehên Pêşmerge bombebaran bikin, lê Artêşa Sûriyê bi bejahî ket axa Îraqê û alîkarî da Artêşa Iraqê ji navçeya Behdînanê, herwiha hêzên navneteweyî wek Yekîtiya Sovyetê û Brîtanya jî dest bi alîkariya Artêşa Iraqê kirin.

Artêşa Kurdistanê ji bo parastina xwe gelek enî vekirin û li hember êrîşan sekinî, di wê heyamê de rêber Mistefa Barzanî çend name ji Ofîsa Siyasî ya Partiyê re şandin, tê de ji sekreterê partiyê Îbrahîm Ehmed û Ofîsa Siyasî xwest ku di navçeyên xwe de hin êrîşan li ser artêşê pêk bînin. Lê Ofîsa Siyasî û bi taybetî Îbrahîm Ehmed bersiva vê daxwazê nedan, heta ku wan rê li ber fermandarên ku bêyî destûra wan êrîşî hêzên hikûmetê dikirin girtin, lewma van reftaran di navbera rêber Mistefa Barzanî û Îbrahîm Ehmed de sarbûn çêkir.

Di 18ê çiriya paşîn a 1963an de, artêşê bi derbeyekê hikûmeta Be'sê ji desthilatê xist, piştî derbeyê Ebdulselam Arif desthilat girt destê xwe û rasterast bang li serkirdayetiya şoreşê kir ku danûstandinan bikin, di meha kanûna yekem a 1963an de piştî şêwra rêber Barzanî bi Ofîsa Siyasî re danûstandin dest pê kirin, û alîkarê parêzgarê Silêmaniyê Ebdulrezaq Mehmûd wek nûnerê hikûmetê gihîşt Raniyayê, û bi rêber Mistefa Barzanî û Celal Talebanî û Nûrî Şawês ên endamên Ofîsa Siyasî re civiya. Danûstandinan encam da û lihevkirinek di navbera her du aliyan de çêbû, û hikûmetê di 10ê sibata 1964an de daxuyaniya lihevkirinê derxist ku tê de hatibû gotin (Dewlet mafên neteweyî yên Kurd nas dike).

Di 17ê sibata 1964an de, Îbrahîm Ehmed û Ezîz Şemzînî û Umer Mistefa Debabe gihîştin (Sinkeser) û bi rêber Barzanî re civiya, û encama wê erêkirina hemû aliyan li ser lihevkirina 10ê sibatê bû. Piştî mayîna hefteyekê li Sinkeserê, Îbrahîm Ehmed û hevalên wî vegeriyan bajarê Mawetê, li wir careke din dest bi dijberiya xwe kirin, û ev yek bû sedem ku hejmareke mezin ji fermandar û Pêşmergeyan Mawetê biterikînin û berê xwe bidin rêber Barzanî li Sinkeserê û wî ji plana Ofîsa Siyasî agahdar bikin. Piştî gihîştina fermandarên Pêşmerge, rêber Barzanî civîneke bi wan re saz kir û piştî şêwrê biryar da ku hemû fermandarên ku li dû Ofîsa Siyasî çûne ji kar bên dûrxistin û bi fermandarên din ên pêbawer bên guhertin. Fermandarên ku hatin dûrxistin ev in: Celal Talebanî, Umer Mistefa Debabe, Elî Eskerî û Kemal Muftî. Di bersiva vê yekê de, Îbrahîm Ehmed û Ofîsa Siyasî di 9ê nîsana 1964an de Konferansa Mawetê saz kirin û biryar dan ku endametiya rêber Mistefa Barzanî ji serokatiya partiyê rawestînin.

 Piştî rawestandina endametiya rêber Mistefa Barzanî, hêzên Pêşmerge bûne du enî, û ji bo parastina yekîtiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Komîteya Bilind a Çavdêrî û Teftîşê pêşniyar kir ku Kongreya Şeşem a partiyê bê lidarxistin. Ji bo vê armancê komîteyê serdana Mawetê - baregeha Ofîsa Siyasî - û Sinkeserê - baregeha Serok - kir, û encama wê rêber Mistefa Barzanî razî bû ku kongre bê lidarxistin, lê Ofîsa Siyasî ne bi lidarxistina kongreyê bû.

Lidarxistina kongreyê

Kongre di navbera 1ê tîrmehê heta 7ê tîrmeha 1964an de li bajarê Qeladizê bi amadebûna 639 mendûban hat lidarxistin. Ji destpêka kongreyê di 1ê tîrmehê de, bi fermana rêber Mistefa Barzanî şandeyek ji 12 mendûbên kongreyê serdana Mawetê kir, ji bo ku koma civîna Mawetê vexwînin beşdarî kongreyê bibin û pirsgirêkên xwe tê de nîşan bidin, şande ji van kesan pêk dihat: Îsmaîl Mela Ezîz, Elî Hezar, Mecîd Etruşî, Ehmed Etruşî, Fatih Mihemed Emîn, Celal Mehmûd.. hwd, lê wan beşdarbûna di kongreyê de red kirin. Tevî derengketina lidarxistina kongreyê bi çend rojan, lê karên xwe domand û çend biryar derxistin ku yên herî girîng ev in: avakirina Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê, redkirina biryarên Konferansa Mawetê, û dûrxistina 14 endaman, ew jî: Îbrahîm Ehmed, Nûrî Şawês, Umer Mistefa Debabe, Seyîd Ezîz Seyîd Ebdullah Şemzînî, Celal Talebanî, Elî Hemdî, Ebdulrehman Zebîhî, Elî Eskerî, Ehmed Ebdullah, Hilmî Elî Şerîf, Mihemed Hac Tahir, Mela Ebdullah Îsmaîl (Mela Mator), Nûrî Ehmed Taha û Elî Ebdullah.

Rêber Mistefa Barzanî bi yekdengî careke din wek serokê partiyê hat hilbijartin, û komîteyeke navendî ya nû hat hilbijartin, di nav wan de (14) endam rasterast ji aliyê kongreyê ve hatin hilbijartin, herwiha sê kes ji aliyê Serok ve ji bo endamên serkirdayetiyê hatin pêşniyarkirin, ew jî: Mistefa Qeredaxî, Mihemed Emîn Mihemed Elî û Umer Şerîf, û mendûbên kongreyê Serok ji bo hilbijartina van endaman serbest hiştibûn.

Komîteya Navendî ya nû ji van kesan pêk dihat:

1- Mistefa Barzanî Serok

2- Hebîb Mihemed Kerîm Sekreter

3- Dr. Mehmûd Osman

4- Salih Yusifî

5- Ezîz Eqrawî

6- Dr. Fuad Celal

7- Yedullah Feylî

8- Elî Qasim Sinjarî

9- Numan Îsa Şerîf

10- Îsmaîl Arif

11- Haşim Hesen Eqrawî

12- Îsmaîl Mela Ezîz

13- Şêx Mihemed Hersîn

14- Mistefa Qeredaxî

15- Mihemed Emîn Mihemed Elî

16- Umer Şerîf

17- Remezan Eqrawî

18- Fatih Mihemed Emîn

Paşê Komîteya Navendî bi serokatiya Mistefa Barzanî endamên Ofîsa Siyasî û Sekreter hilbijartin û ji van kesan pêk dihat: Hebîb Mihemed Kerîm wek sekreter, Dr. Mehmûd Osman, Mistefa Qeredaxî, Îsmaîl Arif Xefûr û Haşim Eqrawî. Herwiha Komîteya Bilind a Çavdêrî û Teftîşê rasterast ji aliyê mendûbên kongreyê ve hat hilbijartin, ew jî: Şewket Hac Elî, Faris Kormarkî, Mihemed Mela Qadir, Sebrî Botanî, Mela Salih Hacî û Mela Heyder Mihemed Huseyn.

Herwiha kongreyê serkirdayetiyeke nû hilbijart û bernameya navxweyî pesend kir.

Çavkanî

* Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd, 1958-1961, Bergê duyem, (2012).

* Selah El-Xersan, Tevgerên siyasî li Kurdistanê Îraqê, xwendinek di dosyeyên tevger û partiyên Kurdî li Îraqê 1946-2001, (Beyrût – Çapxaneya El-Belax – 2001).

* Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq (di stasyonên sereke de) 1946 - 1993, (Duhok – Çapxaneya Xebat – 1998).

* Nizar Xeylanî, Esed Xeylanî bîranînên xwe dinivîse (Hewlêr – Mîkî Bedirxan ji bo çap û weşanê - Çapxaneya Hêvî – 2014).

* Ebdulsetar Tahir Şerîf, Têkoşîna bi jînge re, bîranînên 1971-1935, Bergê yekem, (Kerkûk – Çapxaneya Arabxa, 2005).

* Huseyn Mihemed Ezîz, Pênc saet bi (Îbrahîm Ehmed) re, (Silêmanî, Çapxaneya Sîma, Çapa sêyem, 2002).

* Şekîb Eqrawî, Salên karesatê li Kurdistanê girîngtirîn bûyerên siyasî û serbazî li Kurdistanê û Îraqê ji 1958 heta 1980, Çapa duyem, (Hewlêr, Çapxaneya Menare – 2007).

* Elî Sinjarî, Doza Kurdî û Partiya Be's a Erebî li Îraqê, Beşa sêyem, (Duhok, Çapxaneya Xanî, 2012).