Mehmûd Ehmed Rostem, sala 1965 li gundê Kanîskanê yê binarê çiyayê Surênê ser bi nahyeya Xurmalê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, di seretayê de gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, paşê di piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê gundê wan hatiye wêran kirin û bi zorê hatine niştecî kirina li nişîngeha Barîkeyê ya nêzîkî qezaya Seyîdsadiq. Mehmûd Ehmed xwedî malbat bûye û hevjîna wî navê wê Hapse Ebdulla bûye û xwedî yek keç bûye bi navê Baxan.
Sala 1981 bûye kadroyê Lîjneya Navçeyê ya Pêncwênê ser bi Lqa Çar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1984 bo dema yek salê di beşa serbazî ya Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ser bi Lqa Çar a Partiyê bûye Pêşmerge, paşê di sala 1985an de bi fermana berpirsiyarê Lqa Çar a Partiyê hatiye veguhestin bo Lîjneya Navçeyê ya Pêncwênê û pileya berpirsiyarê şaneya pênc a navçeyê wergirtiye, di heman demê de hatiye kirin berpirsiyarê çalakiyên partîzanî yên nav bajêr.
Beşdarî komelak çalakî û neberdên partîzanî kiriye ku diyartirînên wan êrîş kirina ser binkeyê polîsê Seyîdsadiq, êrîş kirina ser munezemeya Qeregol, boseya Qeregol bûye.
Sala 1988 Mehmûd Ehmed Rostem û çend hevalên xwe li ser rêya navbera Helebce û Silêmaniyê û li astê gundê Qeregolê yê deşta Şarezûrê, boseyên xwe bo karwanekê serbazî yê Artêşa Iraqê danîne û karîne çend otomobîlan bişewitînin û karwanê serbazî têk bişkînin ku di vê çalakiyê de Mehmûd Ehmed Rostem hilgirê çekê Ar Pî Cî bûye û rola bilind hebûye di şewitandina otomobîlan de, piştî vê çalakiya mezin li emnê giştî ya Bexdayê desteyek ji emnê Silêmaniyê û hêza taybet hatine raspardin bo lêkolîn û girtina kiryarên wê, her ji ber vê Mehmûd Ehmed Rostem û çend hevalên xwe bi navên Fehmî Heme Rehîm, Cebar Ehmed Salih, Mihemed Heme Kerîm, Xalid Elî, Walî Mehmûd Osman li Seyîdsadiq û gundên derdora wê hatine girtin, piştî yek sal zindanî li emnê sûrî ya Silêmaniyê hatine veguhestin bo emnê giştî ya Kerkûkê bo dadgehî kirinê û paşê hatine şandin bo girtîgeha Ebûxerîb bo cîbicî kirina fermana dadgehê.
Di 29ê mijdara 1989an de li girtîgeha Ebûxerîb Mehmûd Ehmed Rostem û hevalekî xwe bi navê Mihemed Heme Kerîm hatine sêdare dan û Şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





