Jînenîgarî

Meho Hesen Meho Dolemerî, sala 1920 li gundê Baweyê yê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye, sala 1945 awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1954an bawernameya xwe di beşa çandinî ya Zanîngeha Taşkentê de bi dest xistiye. Zimanê Kurdî û Rûsî zanîbûye, sala 2010 koça dawî kiriye û li goristana gundê Baweyê hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1943 û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye, sala 1945 û piştî neskoya şoreşê, hevsengê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandariya ceneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûrîyê bi cih bûye.

22ê Gulanê 1947 hevaltiya ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîranê 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîranê 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûne, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxê 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkent" a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewra Meho Hesen Meho Dolemerî di meha Çiriya Paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Meho Hesen Meho Dolemerî di 16ê Nîsanê 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye. Di roja 16ê Kanûna Yekem a 2010an, di Kongreya 13ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji ber xizmetên xwe yên ku bo Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî Madalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.

Serçawe:

1- Hamid Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).

3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmehê 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.