Sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê dibe, sereta diçe kampa Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî çend mehan bo kampa Enzel li Serpelî Zehaw (Serpêlê Zehaw) tê guhastin, çend mehan li wir dimîne û paşê bo Sermîl tê guhastin, çend mehan li wir dibe paşê bo bajarê Yezd tê guhastin.
Li 22ê çiriya paşîn a 1991ê piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, ligel malbata xwe vedigere Kurdistanê û li bajarê Rewandizê akincî dibe.
Sala 1962ê ligel çend ciwanên hevsengerên xwe wek Seyid Selîm û Muhemmed Ziyad û Qadirê Goj li gundê Feqiyan ê qezaya Rewandizê peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge, di şerên gundê Akoyan û Feqiyan û çiyayê Korêk û Darê Hişk û Geroyê Bêcan û baniya çiyayê Herîrê de beşdariyeke wêrane dike, ji ber azayetiya wî polê Pêşmergeyan, pelekek li sînorê hêza Balek bo wan tê vekirin û Muhemmed Ziyad dibe serpeleq û Memederêş Rewandizî dibe cîgirê serpeleq, ji bo berevanîkirinê li berfirehxwaziya Artêşa Iraqê tên şandin bo devera Dêgela li qezaya Koyê.
Sala 1963 heta 1964ê li devera Rewandizê û Dola Akoyan û çiyayê Korêk beşdarî çend şeran dibe, sala 1965ê li çiyayê Korêk beşdarî şerê têkşikandina Artêşa Iraqê dibe, sala 1966ê ligel hevalên Pêşmerge yên wek Seyid Selîm û Muhemmed Ziyad û Qadirê Goj û Mecîd Karwançî, êrîş dikin ser Artêşa Iraqê û serê çiyayê Korêk û Kepkê Qel li sînorê qezaya Rewandizê ji destê Artêşa Iraqê rizgar dikin û ziyaneke mezin digihînin Artêşa Iraqê.
Sala 1966ê beşdarî şerê Darê Hişk û çiyayê Korêk û Dola Akoyan û Dola Alane li nahyeya Xelîfan û çiyayê Hendirên dibe, di şerê çiyayê Hendirên de Memederêş Rewandizî bi sivikî birîndar dibe û hevalên wî wî cîh nahêlin û wî derbas dikin.
Sala 1970ê piştî beyana 11ê adarê, Muhemmed Ziyad dibe serleq û Memederêş Rewandizî jî dibe cîgirê serleq. Heman sal piştî pêkanîna hêza pasewanên sînor, ji ber ku zimanê erebî zaniye dibe reîsê urefa. Sala 1971ê beşdarî şerê Kelekinê yê dijî caşên xwefiroş ên rejîma Îraqê dibe. Piştî ku berpirsê lijneya navçeya Rewandizê bo lijneya navçeya Akrê biryara guhastinê jê derçû, daxwaz ji serkirdatiya Partiyê kiribû, Memederêş Rewandizî jî ligel wî biguhêzin, çimkî pêwîstiya wî pê dibe, lewma Memederêş Rewandizî maweya du salan li devera Badînan wek Pêşmerge û cîgirê Ebdulrehîm Cesîm rola xwe dîtiye.
Sala 1974ê piştî paşgezbûna hikûmeta Îraqê ji cîbicîkirina beyannameya 11ê adarê û destpêkirina şer dijî xelkê Kurdistanê, Memederêş Rewandizî careke din wek cîgirê serleq vegeriya cihê xwe yê berê, beşdarî şerên çiyayê Korêk û Dola Akoyan a dijî Artêşa Iraqê bû, li 8ê tebaxa 1974ê Muhemmed Ziyad şehîd dibe, lewma Memederêş Rewandizî li cihê wî dibe serleq.
Sala 1985ê careke din peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike, li ser daxwaza kak Îdrîs Barzanî hêzeke Pêşmergeyan a 400 kesî pêk tîne û tê bo devera Xnêre li devera Sîdekanê. Beşdarî çendîn şerên dijî Artêşa Iraqê dibe, sala 1988ê beşdarî dastana Xwakurkê li devera Bradostê kiriye.
Serê sala 1992ê li bajarê Rewandizê li ser daxwaza serkirdatiyê hêzeke Pêşmergeyan pêk tîne, sala 1992ê di şerê berevanîkirinê li serweriya yasayê bi gulleyên çekdarên PKKê şehîd dibe..
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





