Murad Axa Şêxo Ehmed sala 1910an li gundê Bîrê - Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê ya niha (wilayeta Mûsilê) ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê pêk aniye, sala 1954an li Yekîtiya Sovyetê Peymangeha Hunerî - beşa çandiniyê kariye bawernameya dîplomê bi dest bixe, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek hezaran kesên din awareyê welatê Îranê bûye û li çendîn bajaran nîştecî bûye wek Meşhed, Esfehan, ûrdûgaya penaberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li Zêwe û bajarê Qezwînê û di sala 1984an de li bajarê Qezwînê koça dawî kiriye, li Rojhilatê Kurdistanê bi xak hatiye spartin.
XebatnameMurad Axa Şêxo ji beşdarên Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) û pêşmergeyê Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdar bû di şerên berevaniyê de heta gihîştiye ser sînorê Başûrê Kurdistanê di 15ê nîsana 1947an de, lê xwe radest nekiriye û ligel jenera Mistefa Barzanî (1903-1979) biryara çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê û berdewamî bi xebatê daye, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jenera Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde û çendîn şer û pevçûnan, heval ligel hevalên xwe, bi rêberiya jenera Mistefa Barzanî di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan hatiye kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştire li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenera Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Murad Axa Şêxo di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Piştî vegerê ji Yekîtiya Sovyetê bo Îraqê, vegeriyaye zêdê xwe ligel hilgirsa Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye pêşmerge û beşdarî di çendîn şer û dastan de kiriye. Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê (1961-1975), awareyê welatê Îranê bûye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Kurdistanê.





