Jînenîgarî

Mustefa Reşîd Sofî, sala 1917 li gundê Lêlok ser bi nahiya Meznê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye û xwediyê du kuran bûye, zimanê Kurdî û Rûsî zanîbûye. Sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Sala 1959 piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyeta berê wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Bekrecoyê li Silêmaniyê hatiye damezrandin. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li komelgeha Rebetê niştecî bûye, paşê derbasî Kermanê bûye, sala 1979 piştî damezrandina Komara Îslamî ya Îranê vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Neqede niştecî bûye. Sala 1993 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê, vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Lêlok niştecî bûye. Di 10ê Adara 2003an de koça dawî kiriye û li goristana gundê Lêlok hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şerê navdar ê Meydan Morikê bûye û yek ji şervanên Hêzên Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser komarê bûye.

22ê Gulana 1947an hevaltiya general Mustefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkend" a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li meşqa serbazî berdewam dibin.

Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivskî kom bibin, lewma Mustefa Reşîd Sofî di meha Çiriya Paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mustefa Reşîd Sofî di 16ê Nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye li cem Uzêr Dolemerî bûye Pêşmerge, sala 1964 li gel hêza xwe çûye devera Balekayetî û beşdarî şeran bûye, du caran birîndar bûye, sala 1963 di şerê Hesen Beg û sala 1966 di êrîşa artêş û caşên kirêgirtî bo ser Qelaçolanê.

Sala 1976 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye li cem Halî Dolemerî bûye Pêşmerge û beşdarî şeran bûye. Ji ber bilindbûna temenê xwe beşdarî çalakiyên navxweyî yên Kurdistanê nekiriye.

Di 18ê Tîrmeha 1996an de bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Serçave:

1- Hamid Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranînên fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.