Jînenîgarî

   Mîrza Ebdullah Mîrxan, sala 1925 li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye, zimanê kurdî û rûsî dizanîbû. Sala 1945 awareyê welatê Îranê bûye. Sala 1983 li komelgeha Herîrê ji aliyê rejîma Îraqê ve hatiye Enfal kirin.  

Xebatname

   Sala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan kiribû û yek ji şervanên hêza Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser komarê bûye.

Di 22ê gulanê 1947 de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947 de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

   Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947 de ligel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947 de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

   Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948 de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkent"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

    Adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewma Mîrza Ebdullah Mîrxan di meha çiriya paşîn 1951 de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mîrza Ebdullah Mîrxan di 16ê nîsanê 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiribû û beşdarî şerên wê bûye, sala 1983 li komelgeha Herîrê ji aliyê rejîma Îraqê ve hatiye Enfal kirin. 

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmehê 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.