Jînenîgarî

Piştîwan Sadiq Ebdullah sala 1969an li Hewlêrê ji dayik bûye, bavê wî yek ji Pêşmergeyên hêzên Sefîn di Şoreşa Eylûlê de bû û sala 1968an nêzîkî nahiyeya Bêrêmam a parêzgeha Hewlêrê Şehîd bûne, sala 2005an bawernameya masterê û sala 2012an doktoraya di qanûna giştî de ji Zanîngeha Selahedîn- Hewlêrê wergirtiye û li zanîngeha navborî dest bi mamostetiyê kiriye. 

Sala 2014an bû wezîrê perwerdeyê di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, û sala 2019an wek wezîrê karûbarên olî di kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat destnîşankirin. Zimanên (Kurdî, Erebî û Îngilîzî) dizane.

Rûpelên têkoşînê 

Piştîwan Sadiq sala 1986an bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve hat girêdan, sala 1991an beşdarî raperîna Başûrê Kurdistanê bû, tevlî Hêzên Pêşmerge bû û di hêzên Korkê de têkoşiya.

Di gera nehem a Enstîtuya Kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de li nahiyeya Bêrêmam hat qebûlkirin û di 16ê kanûna duyem a 1991an de bi serkeftî derbas bû, sala 1993an wek endamê karî yê lijneya xwecihî ya devera Brante ya ser bi lijneya şaxê duyem - Hewlêr a Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekbûyî hat hilbijartin, û di heman salê de nûnerê Kongreya yazdehem a partiyê bû, sala 1996an berpirsiyariya lijneya xwecihî ya Brante wergirt, û bû berpirsiyarê lijneya xwecihî ya duyem - Hewlêr a ser bi lijneya şaxê duyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Sala 1999an nûnerê Kongreya dozdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bû, û di navbera 2000-2004an de wek endamê karî yê lijneya şaxê duyem hat hilbijartin, sala 2005an di gera yazdehem a Enstîtuya amadekirina kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de mamosteyê babetê terorê bû.

Di navbera 2005-2008an de berpirsiyariya lijneya şaxê duyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Hewlêrê wergirt, di Kongreya Sêzdahêm a partiyê de di sala 2010an de wek endame Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, û di Kongreya çardehem de wek endame Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, û di yekem civîna lijneya kîyadê de careke din wek endame Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin û berpirsiyariya ofîsa rêxistinên parêzgeha Duhokê wergirt.

 

Ji berhemên wî:

Ezmûna Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de - 2006.

Teror di ronahiya qanûna navneteweyî de - 2006, di sê bergan de.

Ezmûna Amerîkî- Ewropî- Erebî di rûbirûbûna terorê de.

Ber bi damezrandina dewleta Kurdistanê - 2013

Prînsîpên mafên mirovan

Çavkanî:
  • Dîroka xûlên kadroyên partiyê, ji çiya ber bi bajêr, (Hewlêr - Navenda lêkolîn û akademî ya partiyê - Çapxaneya Rojhilat - 2019z).

  • Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û rêziknameya navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Roksana- 2021).

  • Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  • Şaxê du, şaxê du di nîv sedsala têkoşînê de, (Hewlêr - Çapxaneya Aras - 2010z).