Şehîd Resûl Hemed Resûl Axa Qirnaqawî, nasraw bi (Resûyê Hacî Hemed Qirnaqawî), sala 1963an li gundê Qirnaqe li binariya çiyayê Qendîl, parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, xwendewar nebûye. Xêzandar bûye û xwediyê kurekî bûye.

 ‌ Sala 1978an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge. Heman sal awareyê welatê Îranê bûye, di çendîn şer û destanên berevaniyê li xaka Kurdistanê beşdarî kiriye. Di jiyana pêşmergatiyê de çendîn berpirsyarî wergirtiye, dawî car amîr mefreze yê partîzanî bûye.

  Sala 1988an di şerê çiyayê Qendîl de Şehîd bûne û li goristana gundê Badinawa ya Rojhilatê Kurdistanê bi xak hatiye spartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.