Reşo Kerîm, di sala 1927an de li gundê Mawata yê ser bi nahiyeya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di sala 1958an de bawernameya peymangehê di beşa çandinî ya zanîngeha Ozbekistanê de wergirtiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê bi Temara (Tacî Xan) re pêk aniye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, di sala 1959an de wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, zimanên kurdî, tirkî û rûsî zanibûye, di 1ê çiriya pêşîn a 1976an de li Mawatayê koça dawî kiriye û her li wir hatiye veşartin.
XebatnameLi gel hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan di sala 1943an de peywendî bi şoreşê re kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerêl Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Beşdariya Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1961an beşdarî şerên Çiyayê Pîrs û Çiyayê Metînê bûye, sala 1961an heta 1974an di zorbeya şerên sînorê navçeya Badînan û Qeladizê beşdar bûye, sala 1963an li bajarokê Rewandizê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi sedema peywendîkirin bi şoreşê ve desteser hatiye kirin û di nav girtîxaneyê de eşkence hatiye kirin û piştî 4 mehan hatiye azadkirin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979).
- Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).





