Reşîd Mihemed Feqo yê bi navê Reşîd Îsûmrî tê naskirin, sala 1941ê li gundê Îsûmrê yê herêma Barzan li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an piştî karesata Şoreşa Eylûlê penaberî Îranê bûye û li bajarê Neqede maye, ji wir jî bo bajarê Kerecê hatiye veguhestin. Sala 1991ê di dema Raperîna gel a Başûrê Kurdistanê de vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Di 7ê tîrmeha 2013an de koça dawî kiriye.

Tevlî hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye di sala 1961ê de piştî destpêkirina Şoreşa Eylûlê li cem birayê xwe Zubeyr Feqo. Reşîd Mihemed Feqo beşdarî şerên Wadyê Zawîte, Lûmana û Maxûbznan ên herêma Badînanê bûye. Piştî Şehîd bûne birayê xwe di sala 1962an de di şerê Merîbayê de, mansibê fermandarê bask wergirtiye. Sala 1962an beşdarî şerê Serî Akrê û sala 1963an beşdarî şerê Bêrsê bûye. Piştî paqijkirina herêma Badînanê ji Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî, bi hevrêtiya Mela Mistefa Barzanî derbasî herêma Soranê bûye û bûye parêzvanê taybet ê Mela Mistefa Barzanî û heta sala 1975an ev erk berdewam kiriye. 

Di dema Raperîna gel a sala 1991ê de vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî şerên li dijî Artêşa Iraqê bûye. Sala 1993an bûye berpirsiyarê Komîsyona Civakî ya girêdayî Ofîsa Civakî ya Giştî li gundên Nizarê.

Di 16ê tebaxa 1996an de di dema pîrozbahiya Yubîlê Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, ji bo rêzgirtina li wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Nîşana Barzanî jê re hatiye dayîn.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.