Derketina "malbata Barzan" li qada siyasî, vedigere nîvê duyem ê sedsala nozdehan; yanî bo wê demê ku navçeya Barzan û Başûrê Kurdistanê beşekî dagîrkirî bûn di Împeratoriya Osmanî de. Bîra rizgarîxwazane ya Kurd û xebat di pênavê Kurdistanê de, li cem "malbata Barzan", li ser destê Şêx Ebdulselamê yekem dest pê kir û paşê li ser destê Şêx Ebdulselamê duyem gihîşte xala werçerxana xwe, ew jî bi sedema hebûna zilm û zordariya desthilatdarên Osmanî û sepandina bac û seraneya zêde bi ser xelkê de. Ji ber ku şêxên Barzan rêber û pêşengên xelkê beşmeînet û hejarê navçeyê bûn û navûdengê dadperweriya civakî ya wan deng dabû, lewma tevahiya xelkê deverê şêxên Barzan wek rêber û pêşewayên xwe didîtin, wan jî erka rêberayetî û serkirdetîkirina şoreş û raperînan wek berpirsyariyek xistibû ser milê xwe û di vê pênavê de dîrokekî geş tomar kirine.
Peywendiya şêxên Barzan bi derveyê xwe û bi taybetî jî bi wan navendan re ku hewla rûbirûbûna stem û nadadperweriyê dane, yek ji bingehên şêxatiya Barzan bûye, her ji ber vê yekê peywendiyeke baş di navbera şêxên Barzan û malbata Nehrî de hebûye, dema ku şoreşa Şêx Ubeydullah radibe, Şêx Ebdulselamê yekem piştgiriya şoreşê dike. Ev jî ji ber du sedeman bûye: Yekem; ji bo ku alîkariya Kurd bikin. Duyem; ji ber ku navçeya Barzan jî bi heman şêweyî di bin zilm û zordarî û bac û seraneya Osmaniyan de bû.
Osmanî di berdewamkirina siyaseta xwe ya berê de li Kurdistanê berdewam dibin û vê carê Şêx Ebdulselamê duyem li dijî wan radibe û desthilata xwe bi ser navçeyê de digire. Ev hejmon û desthilata Şêx Ebdulselamê duyem ji aliyê Osmaniyan ve nayê qebûlkirin û bi sedema wê êrîş dikin ser Barzan, piştî çendîn hewlên bergiriyê, Şêx Ebdulselam penahê dibe ber Şikakan li Rojhilatê Kurdistanê, lê paşê bi sedema xiyanetê dikeve destê Osmaniyan û di sala 1914an de ligel sê ji yawerên xwe fermana sêdaredanê ji bo derdikeve û bi hev re tên sêdaredan.
Piştî sêdaredana Şêx Ebdulselamê duyem, rêberayetiya malbata Barzan ket destê Şêx Ehmedê birayê wî. Wextê di sala 1918an de dewleta nexweş a Osmanî li ser rûpelê rojgarê hat jêbirin û Îngilîzan Îraq dagîr kir û dewletekî nû ya serbixwe tê de ava kirin, Şêx Ehmed ku berdewamkerê rêbaza birayê xwe yê mezin bû, bi piştrastbûna bi heman prensîpên wî, bi hebûna desthilat û hejmona Îngilîzan û çûna ser Îraqê razî nebû, lewma berdewamî da şoreş û raperînên Barzan û ji sala 1919an ve ket nav şoreş û raperînê. Îngilîz ku xwazyarê hebûna ti astengiyekê nebû li ber dewleta nû ya Îraqê de, di sala 1927an de, ligel hêzên Îraqî yên ser bi xwe de êrîş kirin ser Şêx Ehmed û navçeya Barzan. Şêx Ehmed bi piştrastbûna bi cangoriyên Barzanî, ne ku tenê rûbirûyê Îngilîz û artêşa Îraqê bû, belku di sala 1931an de ji bo alîkariya şoreşa Agirî hêzeke şand Bakurê Kurdistanê jî. Her di heman salê de, bi alîkariya Îngilîzan, hêzeke Îraqî û eşîrên li dijî Şêx Ehmed dorpêça navçeya Barzan kirin. Şêx Ehmedê Barzan serkirdetiya bergirîkirina navçeya xwe bi birayê xwe yê biçûk, yanî bi Mela Mistefa Barzanî spart. Mela Mistefa Barzanîê wek serkirdetiyeke ciwanê jêhatî, gelek bi mêrxasî û bê tirs rûbirûyê hêzê bû û karî wan têk bibe û di yekem ezmûna xebata çekdarî ya xwe de serkeftineke mezin bi dest xist.
Rêşeya bîra serxwebûnxwaziya malbata Barzan ji kûrahiya wê hestê neteweyî û Kurdperwerane hatiye ku wek agirekî li ser çiyayên Barzan hilkirin û tarîtirîn goşeya Kurdistanê pê ronî kirin. Ji wê rojê geş a alaya me ve çavkanî girtiye ku wan bi mebesta rizgarkirina xelkê Kurd ji cevr û stema desthilatdarên Osmanî û piştî wê jî hikûmetên dagîrkarên Kurdistanê xistin ber şineba azadiyê.
Mela Mistefa Barzanî di sala 1919an de ku hêj di temenê 16 saliyê de bû ji aliyê Şêx Ehmedê birayê xwe ve bi serkirdetiya hêzeke tê şandin bo bajarê Silêmaniyê ji bo alîkariya Şêx Mehmûdê Hefîd. Di temenê 28 saliyê de û di şoreşa yekem a Barzan de di sala 1931 - 1932an de ji aliyê Şêx Ehmedê birayê xwe ve serkirdetiya hêzeke tê dayîn bo rûbirûbûna hêzên Îraqê û wan eşîrên ku ligel hikûmeta Îraqê de bi piştgiriya Îngilîzan li dijî Barzaniyan şer kirin; di her du şerên "Berqî Beg" û "Dola Važê" de karî serkeftineke mezin bi dest bixe û nav û navûdengiyeke geş peyda kir. Paşê ligel Şêx Ehmedê birayê xwe penahê dibin ber Bakurê Kurdistanê û di sala 1936an de ji aliyê Tirkan ve tê dayîn destê hikûmeta Îraqê. Paşê ji bo gotûbêjê ligel Muteserif de diçe Mûsilê û li wir ji aliyê dezgehên wan ve tê jehrxwarin, lê bi mucîze rizgar dibe. Piştî girtina wan, tên veguhestin bajarên Nasiriyê, Hille, Dîwaniye, Kerkûk û paşê jî Silêmaniyê, heta sala 1943an di wî bajarî de dimînin, lê di derfetekê de Mela Mistefa Barzanî bi dizî ji Rojhilatê Kurdistanê ve vedigere Barzan û hikûmeta Îraqê jî bi mebesta girtina wî çendîn caran êrîş dike ser Barzan, lê bê sûd dibe û di hemû rûbirûbûnan de Mela Mistefa serdikeve û navûdeng û alîgiriya wî zêdetir dibe. Tew Partiya Hîwa jî alîgirî û piştgiriya Mela Mistefa dike û ji bo yekemcar hikûmeta Îraqê bi neçarî ligel Mela Mistefa de danûstandinê dike. Piştî vê danûstandinê û di sala 1944an de Şêx Ehmedê Barzanî vedigere Barzan.
Di sala 1945an de, careke din di navbera hêzên Mistefa Barzanî û hikûmeta Îraqê de şer dest pê dike û wekî her car hêzên hikûmeta Îraqê bi awayekî giran têk diçin û Mistefa Barzanî û hêza wî bi ser dikevin. Di vê salê de gelek şerên navdar rû dan ku ew jî şerên Nehle, Pirs, Hawdiyan, Mezne û Herin in. Di dawiyê de careke din bi sedema piştgiriya firokeyên şer ên îngilîzan û barûdoxên herêmî û navneteweyî yên dawiya şerê cîhanî yê duyem; hêza Îraqê li ser herêmê serdest dibe û Şêx Ehmed û Mistefa Barzanî biryar didin ku berê xwe bidin Rojhilatê Kurdistanê.
Di 11/10/1945an de Mistefa Barzanî ligel komeke mezin ji hevalên xwe û malbatên barzaniyan diçin Rojhilatê Kurdistanê û li wir bi amadebûna wî, di dîroka 22/1/1946an de Komara Kurdistanê li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed li Mehabadê tê damezrandin. Di Komara Kurdistanê de pileya jeneral û fermandeyê artêşa Kurdistanê jê re tê bexşîn û hêza herî baş û bi dîsîplîn a çekdarî di komarê de hêza Mistefa Barzanî bû ku giranîya parastina komarê di stûyê wan de bû, herwiha şerên mezin li ser milê barzaniyan bûn, karîn di gelek şer û rûbirûbûnan de li ser hêzên Îranê bi ser bikevin.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê jî di meha kanûna duyem a sala 1946an de, Mistefa Barzanî rûbirûyê hêzên Îranê bû û heta sala 1947an berdewamî da şerkirinê li dijî wan, paşê bi nav hêza sê dagirkeran re, rêya çûna Yekîtiya Sovyetê hilbijart û bi hevaltiya 518 kesan bi planeke xurt a leşkerî û partîzanî di çemê Aras re derbas bû û karî bigihîje axa Yekîtiya Sovyetê.
Di 18/6/1947an de, Barzanî di çemê Aras re derbas bû û çû nav axa Yekîtiya Sovyetê. Ji vir ve di jiyana Barzanî û barzaniyan de qonaxeke nû dest pê dike û mafê penaberê siyasî ji wan re tê dayîn. Di sala 1948an de di konfransa Bakûyê de serkirdatiya siyasî ya hevbeş ji bo tevgera rizgarî ya Kurd hat destnîşankirin. Piştî dîtina nerehetiyê û dûrketineke tijî zehmetî û dijwarî bi sedema siyasetên Baqirov, beşek ji wan bi xwendinê û beşeke din jî bi karê çandiniyê ve mijûl dibin. Mistefa Barzanî jî wekî pîşeya herdemî mijûlî karê dîplomasî û hevdîtin û serdanan dibe ligel berpirsên mezin ên Yekîtiya Sovyetê, ligel vê yekê çûye ber xwendinê û fêrî zimanê rûsî bûye.
Piştî guhertina sîstema hikûmdariyê li Îraqê ji padîşahiyê bo komarê, barûdoxê tevahiya Îraqê guherî û Mistefa Mistefa Barzanî çend meh piştî şoreşê, di 6ê çiriya pêşîn a 1958an de di pêşwaziyeke bêwêne ya hemû çîn û tebeqeyên Îraqê de wekî lehengê nîştiman vegeriya nav axa Îraqê.
Di 16/8/1946an de li Bexdayê, "Partiya Demokrat a Kurd" hat damezrandin ku paşê bû Partiya Demokrat a Kurdistanê. Tevî amadenebûna Mistefa Barzanî di kongreya yekem de, lê ji aliyê endamên kongreyê ve wekî serokê partî hat hilbijartin. Ji bilî serokatiya partî, piştî vegera wan ji Yekîtiya Sovyetê, Mistefa Barzanî di dîroka 11/9/1961an heta 6/3/1975an, ji bo maweya 14 salan serkirdatiya Şoreşa Eylûlê kir ku destkeftiya herî mezin a vê şoreşê pêk dihat ji rêkeftinnameya 11ê adara 1970yî û her di bin fişarên vê şoreşê de bû ku hikûmeta Îraqê dan bi mafê otonomî ji bo Kurd li Kurdistana başûr da. Xala herî berçav û girîng di damezrandina partî û serhildana Şoreşa Eylûlê de ew e ku hemû Kurd bi reng û deng û şêweyên cuda ve, bi tevahiya çîn û tebeqeyên Kurdistanê ve, bê cudahî di bin sîwana serkirdatiya Mistefa Mistefa Barzanî de kom bûn. Bi dirêjahiya wê maweyê, ji bilî hinek pilangerî û astengan, Kurd heta asteke baş yek deng û yek reng bû, ev jî ji bo karîzmaya Mistefa di serkirdatiyêkirina tevgera rizgarîxwaziya Kurd de vedigeriya.
Bi dirêjahiya maweya 14 salên Şoreşa Eylûlê, gelek şerên mezin, karesat û bûyerên nexwestî, rûbirûbûn û danûstandin di navbera serkirdatiya şoreşê û hikûmeta navendî de rû dan, wekî şerê Hendrên di 12/5/1966an de û hewldana ji bo terorkirina Mistefa Barzanî di 29/9/1971ê de, bordûmankirina Qeladizê di 24/4/1974an de, rêkeftinnameya ragirtina şer di navbera Mistefa Barzanî û Ebdulselam Arifê serokkomarê Îraqê di 10/2/1964an de, herwiha morikirina rêkeftinnameya rawestandina şer di navbera Mistefa Barzanî û Ebdulrehman Arifê serokkomarê Îraqê di 29/6/1966an de û di dawiyê de morikirina rêkeftinnameya 11ê adara 1970yî ku danpêdan bû bi mafê otonomî ji bo Kurdistanê. Ev yekem danpêdana fermî ya hikûmeta Îraqê bû ji bo xwebirêvebirina Kurd li başûrê Kurdistanê, herwiha yekem danpêdana yek ji dewletên dagirkerên Kurdistanê bû bi beşek ji mafên Kurdan.
Ji ber berjewendiya welatên herêmî bi piştgiriya zilhêzan û bi sedema rêkeftinnameya şûm a Cezayîrê di navbera Îraq û Îranê de bi navbeynkariya Cezayîrê, di 6/3/1975an de Şoreşa Eylûlê tûşî nesko hat. Ji bo ku ziyaneke mezin negihîje mirovê Kurd, Mistefa Barzanî razî bû şoreşa xwe hilweşîne. Bi vî awayî Şoreşa Eylûlê wekî şoreşa herî dirêj a Kurd di dîroka hevçerx de bi dawî hat.
Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê, Mistefa Barzanî rû li Îranê kir û paşê jî ji bo çareseriya pizîşkî çû Amerîkayê. Li wir xistin bin pişkinîna pizîşkî û eşkere bû ku tûşî nexweşiya şêrpenceyê bûye û nexweşiya wî tevahiya laşê wî girtiye, lewra di navbera jiyan û mirinê de tenê diviyabû li benda demê bimaya, bi vî awayî di bin wergirtina çareseriyê de ma heta di 1/3/1979an de, di temenê 76 saliyê de bi temamî malavayî kir û li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi emanet bi xakê hat spartin. Piştî raperîna bihara 1991ê li başûrê Kurdistanê, di 6/10/1993an de, rûfatê Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanîyê kurê wî, bi kejaveyeke şikûdar ve, ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatin anîn başûrê Kurdistanê û piştî pêşwaziyeke sertaserî, bi yek deng û reng li Pêncwên, Silêmanî, Hewlêr û Dihokê ve wekî serkirdayekî neteweyî di 8/10/1993an de li axa bav û bapîrên wan, li Barzaniya serkeş û lankê berxwedanê, ji bo herdem bi xakê hatin spartin.
Herwekî çawa ev bizav li ser destê Şêx Ebdulselamê duyem dest pê kir û li ser destê Mistefa Barzanî gihîşt lûtkeyê, bêguman piştî koça dawî ya wî jî ev bizav û berxwedana Barzan her berdewam bû. Di 26/5/1976an de, li ser raspardeya Mistefa Barzanî, serkirdatiya demkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê hat pêkanîn û bi serkirdatiya Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî Şoreşa Gulanê pê ket. Her çend di 31/1/1987an de Îdrîs Mistefa Barzanî, endezyarê damezrandin û pêkanîna Bereya Kurdistanî bû, koça dawî kir, lê şoreş nesekinî û Mesûd Barzanî karî serkirdatiya tevgerê bike û serketinên mezin tomar bike, ji diyarترین destanên serketî yên Şoreşa Gulanêyê jî, şerê Xwakurkê bû ku di 19/7/1988an de, bi serkirdatiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî ve hat birêvebirin. Ev şer ji bo maweyê 39 rojan berdewam bû û di dawiyê de bi serketina hêza Pêşmerge li ser artêşa dagirker a Be'sê bi dawî hat.
Serok Mesûd Barzanî her ji nava bereyên vî şerî ve mizgîniya guhertinên mezin ên navçeyê bi guhê xelkê Kurdistanê da; zêde jî nexayand û çend salên tijî zehmetî û nexweşî piştî van gotinên serok, di 5/3/1991ê de raperîna xelkê Kurdistanê dest pê kir û heta 21/3/1991ê piraniya axa Kurdistanê bi Kerkûkê ve jî ji destê rejîma Be'sê hat rizgarkirin. Di heman salê de Serok Mesûd Barzanî di civîneke cemawerî de li bajarê Koyê, tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e kurd bikeve nav proseya demokrasiyê û hilbijartin ji bo fermanrewatiya şaristaniyane ya Kurdistanê were encamdan. Ew bû di 19/5/1992an de yekem hilbijartina Kurdistanê hat encamdan û parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezrandin. Yek ji destkeftên girîng û mezin ên vê parlementoyê jî biryardana federalî bû ji bo başûrê Kurdistanê di 4/10/1992an de. Ev jî destkeftiyeke mezin bû ji bo gelê kurd. Ev federalî li ser asta Kurdistanê berdewam bû heta paşê bû modelek ji bo Îraqa piştî rejîma Be'sê. Ew bû di sala 2005an de, di benda yekem/madeya yekem a destûra Îraqê de, bi şêweyekî fermî sîstema federalî ji bo Îraqê hat çespandin û li ser destê xebata nebڕaw ya kurd, Îraq bû dewleteke federalî û gelên Îraqê jî di 15/10/2005an de, di rapirsiyeke giştî de dengê xwe dan vê destûrê.
Bi xwendina rêçika bûyeran û dîroka tevgera rizgarîxwazî ya kurd, em dibînin her yek ji Mela Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî li gorî serdem û qonaxên cuda yên xebata neteweyî ya xwe, bi hekîmane tevî daxwaziyên neteweyî yên kurd bûne. Seretaya daxwaziyan pêk dihat ji daxwazkirina xweberevebirinê (hikûmeta zatî) ku di rêkeftina adara 1970yî de Îraqê dan bi wê da; piştî raperînê daxwazî bûn damezrandina sîstemeke federalî û di destûra nû ya Îraqê de hat çespandin. Piştî vê daxwaziya kurd wek mafekî rewa yê xwe gihîşte xala dawî ku pêk tê ji qonaxa avakirina dewletê. Ew bû Serok Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê, biryar da di 25/9/2017an de referandûmekê di nav tevahiya sînorê erdnîgariya başûrê Kurdistanê de bike ji bo hevsengandina vîna serxwebûna xelkê başûrê Kurdistanê. Di rêkeftina 7/6/2017an de piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê piştgiriya biryara Serok Barzanî kirin di wê de ku pêwîst e gelê Kurdistanê biryar bide li ser serxwebûnê yan redkirina wê. Bi vî şêweyî di heman rêkeftina biryarlêdayî de referandûma Kurdistanê hat encamdan û dengê (belê) ji bo serxwebûna Kurdistanê bi rêjeya 92.73% ya dengên xelkê başûrê Kurdistanê bi dest xist û bi vê yekê referandûm serket û bû belgeyeke siyasî û karteke birinê ya bihêz li ser maseya gotûbêjan ji bo paşeroja Kurdistanê.
Çavkanî
- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwazî ya kurd 1931 - 1958, b 1 û 2.
- Serdar Mihemed Ebdulrehman û Hoşyar Mihemed Emîn Xoşnaw, Etlesa dîroka tevgera rizgarîxwazî ya Kurdistanê, b1, Hewlêr, 2012.
- Fereydûn Nûrî, Tevgera Barzanî, çapa yekem, Dezgeha Aras, Hewlêr, 2007.
- Elaeddîn Seccadî, Şoreşên kurd - kurd û komara Îraqê di rûyê deqa bingehîn a kevn a xwe de, ç1, انتشارات كوردستان (Entişarat Kurdistan), Sine, 1395 hetawî.
- Refîq Rehman Mam Xul, Mistefa Barzanî rol û helwesta wî di pêşhatên siyasî de 1958 - 1970, ç2, çapxaneya Şehab, 2013.
- Selawat Guliyamov, Arîa el-qedîme we Kurdistan el-ebedîye - el-kurd min eqdem el-şu'ûb, werger: Îsmaîl Hesaf, ç1, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2011.


