Rustem Ebdulmecîd Ehmed di sala 1941ê de li gundê Belûso yê ser bi nahiyeya Bemû ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, ji niştecihên nahiyeya Zerayînê û yek ji karmendên şaredariyê bû, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê çû Îranê û li bajarê Kamîranê bi cih bû, di sala 1979an de vegeriya gundê xwe, bi Behiye Salih re zewicî û çar kur û şeş keçên wan hebûn (Ehmed, Mehmûd, Eta, Mihemed, Bêgerd, Bêxal, Behre, Benaz, Niyaz, Bêrîvan).

Di sala 1968an de tevlî refên Pêşmergeyên seriyê çarem ê ser bi fujê şeşem Bemû di Hêzên Xebat ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye, ku Qadir Heme Salih fermandeyê seriyê bû, di dema Şoreşa Eylûlê de beşdarî çend şeran bûye, di nav wan de: şerê Derbendîxanê, şerê Sertîz, şerê Hacî Omeran, şerê Xaneqînê, şerê Helebceyê.

Di sala 1991ê de careke din tevlî refên Pêşmergeyên Hêzên Sîrwan ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, ku Celal Lawranî fermandeyê hêzan bû, beşdarî rizgarkirina Helebce, Erebet, Derbendîxan, Kelar, Kerkûk, Kûlcû, Xaneqînê bûye.

 Rustem Ebdulmecîd Ehmed û hejmarek ji hevalên xwe di sala 1991ê de li gundê Bawe yê ser bi qezaya Xaneqînê di encama ketina kemîna hêzên Mucahîdînê Xelq de Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.