Şehîd Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.
Şehîd Şakir Elî Mistefa li sala 1945 an de li bajaroka Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye.
Di sala 1961 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Hacî Bêroxî ku wê demê ser bi hêza Balek bû, dibe Pêşmerge. Beşdariya şerên Hindirên û Zozik û Gorez da kiriye. Di sala 1966 an de li Gerûyê Omer Axa bi polek ji hevalên xwe re ji ber topbarana rejîma Iraqê ve hatine şehîd kirin.
1. Arşîva Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê



