Seîd Mela Ebdulla, sala 1933 li gundê Şingilê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her sê zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî dizanibû, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe ligel kurê xwe bi navê Ebdulla Seîd (1972-1983) hatine windakirin.
XebatnameDi 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî. Piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Di 13ê adara 1949an de ligel Mela Mistefa Barzanî û Ziyab Der Ziyab bi firokeyê hatine veguhastin bo Çimbay li ser deryaya Oral, di 1ê îlona 1951ê de navbirî ligel Mela Mistefa Barzanî vedigere Taşkendê,
di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi geşta Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê, sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û di şeran de beşdar bûye.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo başûrê Îraqê û li parêzgeha Dîwaniyê hatiye niştecîkirin, sala 1980yî hatiye veguhastin bo komelgeha Quştepe, di dîroka 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe ligel kurê xwe bi navê Ebdulla Seîd (1972-1983) hatine windakirin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêrît, beşê duyê, kovara Metîn, lqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duyê 1996z.
- Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û raguhastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – çapxaneya Menare - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyê, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mobarezat-e merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyê, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawankarên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975 - 1991 li zimanê şayîdhal û belgenameyan ve, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2017z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
- Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşê, Hewlêr, çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959an.
- Li bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
- Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyanî keltûrî û komelayetî deverî Mizûrî Bala, (Hewlêr – çapxaneya Rojhilat - 2020z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





