Sebriye Esed Risqo Îsmaîl nasraw bi Sebriye Hekarî, sala 1948 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 1961 bi handana Şeban Berwarî yê hevserê xwe ku li bendava Derbendîxanê kar kiriye û endamê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, navbirî peywendî bi Partî kiriye, piştî hilgirsiya Şoreşa Eylûlê, Sebriye Hekarî vegeriyaye Dihokê û di rêxistineke nihênî ya ser bi lîqa yek kar kiriye, sala 1974 ligel hevserê xwe çûye Solav, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê vegeriyane Dihokê û di rêxistina Şefeq kar kiriye ku Mistefa Mizûrî berpirsiyarê wê bûye, sala 1976 peywendî bi Şoreşa Gulanê û Cewher Namîq Salim kiriye.
Di meha hezîrana 1977, hevserê wê (Şeban Berwarî) û ligel beşeke zêde ya endamên rêxistinên nihênî yên Partî hatine girtin û roja 21ê îlonê 1977 ligel sê endamên din ên Partî li lîqa yek a Dihokê bi navên Mehmûd Gilibşî, Mûlazim Ebdulqadir û Abid Ebdullah li girtîgeha Mûsilê ji aliyê rejîma Beis ve hatin gulebarankirin, lê Sebriye Hekarî berdewamî bi xebata xwe dide di nav rêzên Partî de berdewam dibe di karê partayetî û rêkxistina nihênî û helbest dinivîsî ku di rojnameya Xebat de dihatin belavkirin û derman kom dikir û ji bo Pêşmerge dişand û beyannameyên Partî li Dihokê belav dikir, lewma lijneya navçeya Amêdiyê bi nivîseke fermî supasname arasteyî navbirî kir.
Sala 1991 beşdarî raperîna cemawerî ya bajarê Dihokê kiriye, Sebriye Hekarî hatiye kirin bi endama rêxistin li bajarê Dihokê û di heman demê de endama Yekîtiya Afretên Kurdistanê lîqa Dihokê bûye, sala 1995 ji ber xirabûna rewşa tenduristiyê Kurdistan cî hiştiye û li welatê Swêdê cîgir bûye, di komeleya keltûrî ya bajarê Jönköpingê de endam bûye, di 4ê gulana 2005 beşdarî Kongreya bîstem a federasyona komeleyên Kurdistanî kiriye û di wê kongreyê de bi endama komîteya giştî ya federasyonê hatiye hilbijartin û ji bo maweya du salan endama komîteya giştî bûye, di heman demê de endama desteya nivîskarên kovara Peyam bûye li komeleya keltûrî ya Jönköpingê û alîkariya Yekîtiya Afretên Kurdistanê kiriye.
Sebriye Hekarî di sala 2006 vegeriyaye Kurdistanê û bûye endama desteya kargêrî ya lîqa 1 a Partî li Dihokê, pirtûkek helbest ji bo zarokan û herwiha pirtûkek bi navê (Nasîna Afreta Kurd) belav kiriye, di Kongreya Sêzdahêm a Partî sala 2010 ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzanî kiriye, ji aliyê Serok Barzanî ve medalyaya Barzanî pê hat bexşîn.
Çavkanî:1-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





