Jînenîgarî

Selîm Seîd Feqê Ebdulrehman sala 1906an li gundê Barzan ê ser bi nahiyeya Barzan a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê hatiye dinê, jiyana xwe ya hevjîniyê li Yekîtiya Sovyetê bi Ezîze Xeyrullah Seyfullah re dest pê kir, du keçên wan bi navên Zelîxa Selîm (1958) û Zeyneb Selîm (1958) çêbûn.

Rûpelên têkoşînê

Piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan çû Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de tevlî hêzên Barzanî yên ser bi artêşa Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê bû, beşdarî şerên eniya Seqizê ya Komara Kurdistanê ya Demokratîk bû, di nav hevsengerên xwe yên Pêşmerge de bû ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Brazkera) vegeriyan navçeyên Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegerê, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê civînek bi hevsengerên xwe re saz kir û ew li ser mayînê an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê gulana 1947an de General Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve bir, beşdarî şerên Qetûr û Pira Makûyê bû. Piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bû, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan di komelgeheke vekirî ya bi têlên dirî dorpêçkirî de hatin girtin û leşkeran ew diparastin, wekî dîlên şer ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve bi wan re hat kirin, bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li navçeyên Axdam, Lacîn, Eyûlax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin, di 23ê heman mehê de cil û bergên serbazî wergirtin, rojane heşt saetan bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê perwerdeya serbazî didîtin, di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên zimanê Kurdî werdigirtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov li hember hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bo komelgeha Cerjûk a nêzîkî paytexta Ûzbêkistanê Taşkentê veguhezîne, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi awayê koman bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozan de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa azarên hevsengerên xwe kiribû, tavilê biryar da ku komîsyoneke ji bo lêkolîna barûdoxê hevsengerên Barzanî pêk bîne, biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku li bajarê Frîvskî bên komkirin, lewma di mijdara 1951an de berê xwe da bajarê Frîvskî yê Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de, efûyeke giştî Barzanî û hevsengerên wî li gorî madeyên (3 û 7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li ser bingeha yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an girt. 

Komara Iraqê sala 1958an bi serkirdayetiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, di 16ê nîsana 1959an de bi hevsengerên xwe re bi keştiya Krûzya ve bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriya Kurdistanê.

Piştî vegera xwe demekê li Şeqlawa ma, paşê çû gundê Barzan, sala 1964an beşdarî Şoreşa Eylûlê bû, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê ya sala 1975an ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat koçberkirin bo başûrê Iraqê û li parêzgeha Dîwaniyeyê hat bicihkirin, sala 1980an bo komelgeha Qûştepe hat veguhastin, di 31ê tîrmeha 1983an de bi kurê xwe Xeyrullah Selîm (1967-1983) re ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de li komelgeha Qûştepe hat windakirin. 

Çavkanî

1. Hemîd Gerdî, Kurteya rûpelên dîrokî, çapa yekem, (Hewlêr- Mîkî Aras bo çap û weşanê- çapxaneya Wezareta Perwerdeyê-2004z).

2. Rêkarî Mizûrî, Bûyerên trajîk ên Barzaniyan, çapa yekem, Hewlêr-çapxaneya Hacî Haşim-2013z).

3. Rêkarî Mizûrî, Jinên Rûs û koçberî û Enfal û jenosîd, (Hewlêr- çapxaneya Menara -2010z).

4. Şeban Elî Şeban, Hin zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr – çapxaneya Rojhilat – 2013z). 

5. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

6. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebû Bekir, eşîra Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001z).

7. Umer Hemze Salih, Jenosîd û tawanên rejîma Beas li dijî Barzaniyan, 1975-1991, bi zimanê şahidan û belgeyan, çapa yekem - çapxaneya Rojhilat – 2017z). 

8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî – çapxaneya Biyond- 2011z). 

9- Kovara Hefta, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, çapxaneya Kurdistan, În, 15 nîsana 1959an.

10. Ji bîranînên Fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Zazokî, 62 roj bi Barzanî re, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr – çapxaneya Rewşenbîriyê – 1997z).

11. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo weşanê-1979z).

 12. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurdî 1931-1958, (Duhok, çapxaneya Xebat, 1998z).

13. Necef Qulî Besiyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem (Bêrmam - Yûbîla Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê 1996z).

14. Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê