Şehîd Selîm Xan Awdel Cewher, sala 1967an li bajarokê Pîrmemê, girêdayî qezaya Şeqlawe û parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye; nexwende bûye, zewicî bûye.
Di sala 1991an de têkiliya xwe bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê re kiriye, di sala 1995an de li Artêşa Seydekan bûye Pêşmerge, li şerên parastina serweriya qanûnê li herêma Seydekan beşdar bûye; di roja 7ê Çiriya paşîn a sala 1997an de, li şerê parastina serweriya qanûnê li Seydekan, ji destê çekdarên PKKê şehîd bûye.
Çavkanî:1- Arşîva beşa ensîklopediya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




