Jidayikbûn û jiyan
Sala (1943)ê bi jidayikbûna (Sen'an Ehmed) şoreşa duyem a Barzanî jî çirûsk da, dema ku di sala 1947an de Ergoş tê bordûmankirin, Sen'an ji dengê firoke û bordûmanê natirse, ji ber ku hê zarokekî 4 salî ye, lê dema ku di dawiya 1947an de hikûmet vedigere Ergoş, bi polîsan wî ditirsînin û hest jî nake ku bavê wî yek ji wan polîsan e, wekî ku bi xwe dibêje: "Dema polîs vegeriyan Ergoş, ji ber ku cara yekem bû me ew dîtin, em ditirsiyan".
Sen'an, ji ber ku ji nifşê piştî vekirina dibistanan e, diçe xwendina şevê û ji ber lûks û lampayê du polên xwendinê dibire.
Sen'an di wê hevpeyvîna ku di rojên (25 û 26/2/2016)an de li mala wî ya li taxa Cundiyan- Soran) me pê re saz kir, piştî vegotina bûyerên her şerî, poşmaniya xwe ji bo neyekgirtiya kurdan dianî ziman û digot: "Her kurda mala hev xirab kir".
Bavê min yek ji memûrên hikûmeta Îraqê bû bi pileya (Reîs Urefa) û navçeyên Berwarî û Rêkanî di bin destê wî de bûn, heta piştî 1961ê xwe teqawît kir.
Çawa hat karîn îdareya (500) kes ji mêvanên Barzanî bê kirin:
Hejarî bû, di demsalekê de ew mêvanên me bûn ku azûqe gelek bi kêmî mabû, wê demê Pêşmergeyan digot (ev bi "stirkê" em kuştin) (stirk) cure giyayekî biharî ye, Ergoşî gelek jê dixwin, ew li piraniya malên gundê Ergoş diman wekî mala (Adilê Mihemed, Şukrî Şerîf, Mihemedemînê Feq Şêx), (tale û herzen û genimok) gelek hebû, dibêjin Şêx Silêman bi xwe û çend mêrên xwe li malên me de bûn, malbata me pezvan bûn, li zozanên (Biziniya) bûn, yanî yê ku pezvan bûya pirsgirêka wî tunebû, heta nêzîkî mehekê li Ergoş man.
Piştî ku Mela Mistefa Ergoş bicî hişt, (Rêkanî) hatin ser Ergoş, yek ajel jî ji me re nehiştin, herwiha firoke jî li Ergoşê da û em hemû çûn şikeftan, ez zarok bûm, jinekê ez xistibûm ser pişta xwe û ji tirsan ez hiştim, ji ber ku zarok bûm, hest bi tirsê nedikir, lewma min li firokeyan dinêrî.
Di wê bordûmanê de malbata (Elî Mistê) ketin ber, ku dibin apên (Uxiz û Simo), (9) kes ji malbata wan hatin kuştin, bomb li navenda xaniyê wan ketibû, tenê bavê wan li malê nebû, dema ku firoke hatibû, hemûyan revîbûn bin kevirêkî nêzîkî xaniyê xwe û sarox bi nav wan de ketibû û hemû kuştibûn, yek ji wan bi navê (Wezîr) ku ciwanekî gelek bedew bû, çend mehan her birîndar bû, lê ji ber nebûna doktor canê xwe ji dest da û diya (Lezgîn)ê jî di wê bordûmanê de birîndar bû û piştî bordûmanê Rêkanî hatin Ergoş bi temamî talan kirin, tenê pez û malên Gewergiyan nebirin, ji ber ku (Emînê Gewerg)î li gel wan bû.
Wiqasê ku ez dizanim di çûna Barzanî ya bo Îranê de Ergoş hatiye talankirin û di dema çûna bo Sovyetê de jî bi heman awayî hatiye talankirin û bordûmankirin.
Piştî çûna Barzanî ya bo Sovyetê barûdoxê Ergoş çawa bû:
Hikûmet vegeriya Ergoş û binkeya polîsan hat û yê çû li gel Barzanî çû û yê ma jî ma, tê bîra min ez zarok bûm em ditirsiyan, digotin hikûmet hatiye û me diêşîne, ji ber ku berê me polîs nedîtibû.
Jiyaneke din dest pê kir, bi fikra min tê, hemû Ergoşê sê (dewar) lê hebûn, hemû karên Ergoşê bi pişta bûn, em diçûn Şêrwan, neft bi pişta dianîn, hinek ji wan li rê neft bi pişta wan de dibû û birîndar dibûn û çermê pişta wan nedema û dişewitî.
Rêkaniyan jî bi berdewamî tîrêj li me dikirin û rê li me digirtin, gelek caran pez û malên (Mam Seydiyên) jê dibirin û tu carî jî ji wan re nedianîn, heta wê demê ku Mîrza Axa peywendiyên xwe li gel hikûmetê baştir kir û kêmtir pirsgirêk li cem Rêkaniyan ji bo me dihatin çêkirin.
(Ebdullezîzê Sefê û Hecîk Mihemed û Seîdê Sefê û Casim Se'dî) ji ber ku di Komara Mehabadê de beşdarî kiribûn çend salan her qaçax bûn, (Zîro Ezîz û Reşîd Ezîz û Xostî Sincoy û Cem Elî), ku ji Rûsyayê vegeriyabûn, ew jî her qaçax bûn.
Paşê (Xostî û Cem) dema bi dizî vedigerin malê, wê demê sîxur jî hebûn, hikûmet çû di nav xanî de derxistin û desteser kirin, (Zîro û Reşîd) jî nehatin desteserkirin, heta demekê dirêj her qaçax bûn, paşê (Reşîd) jî sê salan hikm xwar, lê hikûmetê bawer nedikir ku li gel Barzanî çûne, heta (Casim)ê birayê (Qasim) li zindana Kerkûkê canê xwe ji dest da, ew jî hinek ji Ergoşiyan şahidî li ser dabûn, ji hikûmetê re gotibûn dema Mela Mistefa hatiye Ergoş Casim li gel wî bûye.
Piştî vegera Barzanî barûdox çawa bû:
Piştî ku Barzanî vegeriya, jiyan guherî û xweştir bû, hikûmeta Tirkiyeyê berê pirsgirêkên mezin ji bo me çêdikirin û hatûçû zehmet kiribûn, lê piştî ku Barzanî vegeriya, Tirkan jî nerm bibûn, li sînoran pirsgirêk ji bo welatiyan çênedikirin, na tê bîra min, heywan û ajelên me diçûn (Hezhîl), leşkerên Tirk dihatin ajelên me dibirin.
Heta wê demê jî gelek ji hozan her dijminên me bûn, piştî vegera Barzanî, Sofiyan xwe amade kirin êrîşî ser Ergoş bikin, ew bû (Mihemed Axayê Kelêtî) nûçe ji Ergoşiyan re şand û jê re ragihand ku Sofiyan xwe amade kirine êrîşî ser Ergoş bikin, lewma em jî me nûçe ji Barzan re şand û derdora Ergoşê me hemû girt heta gundê (Gllalne).
Ez biçûk bûm lê wan ji min re got (Oẍiz) mêrek e, tu jî were çeka (Oẍiz) bigire û bi (Fetah Umer) re biçe da ku bi tenê nemîne, ez bi Fetah û wan re çûm bo pişt gundê (Gilałne), (gava em çûne wir ez rast razabûm, sibehiyê min ji Fetah re got: "Erê mam es şwêdî kwê hişyar bûm", Fetah jî di bersivê de got: "Mam benî, tu zorê hişyar bûy heta wê gawê te xwe nebzawtiye". Cewab gihîşte sofiyan ku em xwe amade kirine, lewma nehatine ser Ergoşê.
Di 1961ê de Ergoşiyan jî bi hemû aliyan re dest bi şoreşê kirin û çûne ser qişleya Ergoşê, ewên ku çûne ser bingehê, yek ji wan (Şemdîn) bû, wê demê axayê Ergoşiyan bû, paşê polîs hatin azadkirin û her çi çek û îtad hebû di bingehê de derxistin, ew çekên ku di bingehê de hatin birin hemû hatin veguhastin bo sengerên şer, çimkî hemû Pêşmerge bûn û bê çek bûn.
Ez jî hema wê demê bûm Pêşmerge, lê çekê min nebû, gava Barzanî biryara şoreşê da, ez jî bi Pêşmergan re çûm Pîrsê, her çend (Fetah Umer) ji min re got: Tu zarok î, lê min got ezê her werim, wisa bû gava em çûne Pîrsê, dengê teqeyan dihat, ez tirsiyam (Fetah) ji min re got, xwe ji min dûr nexe na tu yê winda bibî.
Heyvşev bû, em çûn bo gundê (Amada) ku gundekî Sûrçiyan e (siryeyeke quwet seyar) lê hebû, em (40) kesên Ergoşî ne (20) ji wan çekên wan hebûn (20) jî bê çek bûn, di wî şerî de her yek ji (Mam Gulîk û Seîd Ebdulwehab û Hacî Heyder û Fetah Umer) bi me re bûn, em çûn nizanim saet (10 an 11)ê şevê ye em li hev hatine bo lêdana wê fewca quwet seyar ku berê ji bo me hatiye danîn.
Grupêk kemîn ji bo me danîbû, li cihê du bilindahiyan ku di navînê de rêya me bû wan xwe tûnd kiribû, gava em gihîştine navbera wan herdu aliyan agahî ji hevdu re dan, di wê agahdarkirinê de teqe li me kirin ku di herdu rebiyan de (15) kes hebûn (Gulîk) rasterast rûbirûyê rebiyê çû, eger Gulîk bi vî awayî neçûba kesek ji me nedihîşt, nêzîkî nîv saetî şer berdewam bû, Gulîk got "hemûyan min ji rebiyê derxistin û xwezî bi me kesî tiştek jê nehat, çimkî gava Mam Gulîk digihîje rebiyê (7) kes tê de dibin û teslîm dibin, paşê ji wan re dibêje ji biraderên xwe re bibêjin şer rawestînin û şer hat rawestandin.
Wê şevê em gihîştine Amadayê, Mela Mistefa li serê Akrê bi (200) kesî re ketibû kemîna caş û hikûmeta Îraqê wekî agirê ku tu berdidî pûşî şer wisa bû, (Mîrza Axayê Mêrgesorî) û yekî xelkê (gundê Sêlkê) û gelek kesên din di wê kemînê de şehîd bûn, herwiha eded reşaşîkî jî ku xelkê (gundê Êdlbê) bû bi reşaş ve winda bû û heta sala din laşê wî nehat dîtin, Mela Mistefa ji kemînê derket û zivirî û vegeriya ser çiyayê Pîrsê, gava Barzanî gihîştibû nav rebiyên feleyan ku çekdar bûn teqe nekiribûn, gihîştibûn Mela Mistefa û bûn beşek ji hêza wî.
Di wî şerê serê Akrê de (80) kes bi (Îsa Siwar) re winda bûn, (Îsa Siwar) bi mêrên xwe re çûbû nav Zêbariyên û piştî hefteyekê nameyên wan hatin, gotin em silamet in û (17- 18) gundên Zêbariyên me girtine, ji Ergoşiyan her yek ji (Ebdulla Ne'man û Hacî Heyder Ergoşî) bi Mela Mistefa re bûn.
Gava şerê grupê ku kemîn danîbûn temam kir, ji tirsa dengê teqeya me fewca quwet seyar, ku di gundê Amadayê de bûn, cihê xwe berdabûn û revîbûn, yanî bê şer em çûne nav gund û xelkê gundî jî mal û halê xwe cîh hiştin.
Nêzîkî nîvro saet nêzîkî (12) bû xwarin me ji bo (Mam Gulîk û Ehmed û Fetah û Hesenê Rihanê û Hecî Reşîd û Mistefa Elî û Bekir Gulîk û hwd..) bir, çimkî çûbûn bin girdekî ku dikete serê me û hikûmet lê bû, hinek teqe li wan rebiyên ser girdekî dikirin, em gihîştine cem cemaeta xwe caşan em dorpêç kirin û teqe li me kirin û hikûmetê jî bi reşaş dest bi teqekirinê kirin, em di bin darekê de sekinîn, yek pel bi darê ve nema û Pêşmerge wê demê reşaşê wî gelek kêm hebû, em hema me nebihîst.
Hinek sindoqên mêş di tenişt gundê Amadayê de bûn (Hemoyê Heyder) jî çûbû hingiv bibire di wê teqeyê de revî û vegeriya cem cemaeta me di nav gundê Amadayê de, çawa agir berdabû mêşan, heta wan bibire, wisa jî cîh hiştin û mêş jî şewitîn, wisa bû (Mam Gulîk) û cemaeta wî zivirîn û bû şerekî germ heta caş şikestin û dûr ketin wê demê min ji (Mam Ehmoyê) xwest ku çekê xwe bide min, heta ez jî hinek teqeyan pê bikim û wisa bû ez jî di wî şerî de cara yekem min teqe kir û beşdarî şer bûm, gava min teqe kir gelek xweşhal bûm.
Cemaeta me şerê xwe bi wan çekan dikirin ku ji cureyê (Îngilîzî) bûn û di (Qişleya) bingehê polîsê Ergoşê de dest ketibûn bi îtada xwe ve.
Çekê Îngilîzî mewdayê avêtinê kêm e ji Birno, çekekî Îngilîzî bû lewma jê re dihat gotin Îngilîzî, take çekê Îraqî bû ji bo wê demê ku zêdetir ji hemû çekan dihat bikaranîn.
Şer di destpêkên werza payîzê de bû, çimkî fêkî hebû wekî (henar û tirî) ew tiştan zêde bûn, cil û bergên me (peşm bergwîz û blûz û hwd..) bû di baregeha (Quwet Seyar) de cil û bergên me gelek dest ketin, çakêt û eba ji bo xwe parastinê ji sermayê nebû.
Di şerê Amadayê de tu cenazeyekî dijmin me nedît bimîne, destkeftî tenê hinek fîşek û tiştên hûr û mûr bûn, na hikûmetê tu tiştekî xwe cîh nehiştibû. Di wî şerî de tu ziyanên me nebûn, lê di vegerê de (kurê Îsmaîlê Şengê) yê Mizûrî şehîd bû, ji dijmin nizanim çend kes hatin kuştin, lê şerekî bê hesab bû.
Em yekem grup bûn gihîştine ser siryeya quwet seyar, roja din Dolemerî û Mizûriyên din hatin, ji Dolemeriyan (Umer Axa) bi wan re bû.
Wê hêza ku amade bû, yek serî (quwet seyar) bû, yanê em dikarin bibêjin tenê (50) kes bûn. Dema me êrîş bir ser wê hêzê, xelkê gundê Amada jî beriya wan reviyabûn, lê tiştekî xwe nebiribûn, ji ber ku ew jî beşek bûn ji hikûmetê û alîkariya hikûmetê dikirin. Lê beriya êrîşê Mela Mistefa ji me re ragihandibû; pêwîst e beriya êrîşê bang li xelkê gund bikin û ji wan re bibêjin; em birayên hev in û birakujiyê nekin. Em jî dema çûn şer, me berê wê rêberiya Barzanî bi cih anî û yek ji hevalên me ew daxwaz ji wan caşan re bilind kir ku hatibûn şerê me, lê wan heqaret li me kirin, lewma yek ji koma me guleyek avêt û lê da û ew kuşt.
Ji ber vê yekê me Amada hilbijart, ji ber ku cihekî destxweş bû û hikûmet li hemû navçeyên ser çiyayê Pîres hebû, (Amada) di nav cihên hêsan de bû ji bo me, heta êrîşê bibin ser, lê piştî çend rojan me paşekêşî kir û em vegeriyan çiyayê Pîres.
Mela Mistefa ji Akrê vegeriya tenişt gundê (Sept), heta em (15) kes ji çiyayê Pîres bi (Fetah) re hatin xwarê bo nav gundê (Sept). Fetah daxwaz ji muxtar kir xwarinê bidin wan, muxtar got "xwarin nema ye û tiştekî me nîne em bidin we, em (16) malbat li vî gundî rûdinin, heta niha min xwarina (500) kesan daye". Di dawiyê de Fetah jê re got baş e madem xwarin nîne, ez ê biçim ji Mela Mistefa re bibêjim çareseriyekê ji min re bike, wê demê heywanekê ji me re bikire, her karekî dike, na bê xwarin em nikarin bijîn". Dema Fetah ev got, muxtar got bisekine carê ji Mela Mistefa re nebêje, muxtar bi nav gund de geriya, mal û nan ji me re anî, ligel (dolekek do) û me jî xwar û em rabûn.
Di dawiyê de Şêx Ehmed dest bi danûstandinan kir ligel hikûmeta Îraqê û şer li navçeyên Barzan dûr ket û bingehên polîsan vegeriyan.
Hêzên me belav bûn, em vegeriyan Ergoş û hinek kes ligel Mela Mistefa çûn bo navçeyên Berwarî, ji wan (Osman Mîkaîl, birayekî Osman, Hesenê Edoyê) ez wisa bawer dikim tenê ewqas bûn. Ji bo sala paşê (Hemîd Heyder û Nizmî Şukrî û Îbrahîm û Esedê Mistê Helê û Ebasê Elikê) çûn, ji ber ku nedikarîn vegerin Ergoş ji tirsa hikûmetê ji ber bûyerên sala 1961ê û êrîşkirina ser bingehê polîsê Ergoş, lewma neçar bûn û gihîştin Mela Mistefa û Esed Xoşewî.
Hikûmet piştî 1961ê vegeriya Ergoş, bo maweya çend salan her danûstandin bû (Şêx Ehmed) biryara danûstandinan dabû, şer wê demê dûr ket ji navçeyên Barzan, zêdetir li navçeyên (Soran û Berwarî) şer bû, şer jî ne eniyî bû, ji ber ku Pêşmerge bingehên wan tunebûn, ji wê navçeyê bo wê navçeyê hatûçû dikirin heta 1963 bi vî awayî şer berdewam bû.
Tenê Esed Xoşewî baregehek vekir li nav Berwariyan li gundekî bi navê (Qumriyê), rewşa Pêşmerge gelek xirab bû, tiştekî wan tunebû, cil û bergên wan her (peşme bergîz û blûz û tiştên sade bûn) tenê ew bû ku Pêşmerge rût nebe, na tiştekî wan tunebû, paşê cil û bergên xakî peyda bûn, ew jî bi rêya alîkariyên kurdên Sûriyê û Tirkiyê, yanê piştî 1963 alîkarî dest pê kirin, kurdên Tirkiyê derman dianîn û kurdên Sûriyê jî cil û berg û şal û şapik dianîn ligel xwarinê, lê Partiya Bakur gelek alîkariya şoreşê dikir.
Şerê Pîres
Havîna sala 1963 dîsa bo şer me xwe amade kir û em çûn Pîres heta em bigirin û Mela Mistefa jî li (Îsomeriya) bû, min jî zanî ku Barzanî li navçeyê ye, lewma min daxwaz kir biçin heta wî bibînim, ew bû ligel Hacî Heyder û wan em çûn. Bîr û bawerî hatin guhertin ku çawa em bikarin êrîş bibin ser çiyayê Pîres bo derxistina hikûmeta Îraqê, her yek ji koma amadebûyî ku raya xwe derdibirî Mela Mistefa jê re digot: ew raya te ne temam e, carekê li tenişt xwe nêrî û Hacî Heyder dît, jê re got: Hacî min tu ji bîr kirî û tu jî raya xwe bibêje, Hacî got: "Ezbenî re'yê her re'ya te ye, me çi re'y nîne", Mela Mistefa Hacî neçar kir heta raya xwe bibêje, ew bû piştî guhdarîkirina raya Hacî Heyder, Mela Mistefa got: Hacî te ji hemûyan ciwantir got, lê raya te jî ne temam e, wê demê Hacî Heyder got: Qurban her ji serî ve min ji te re negot em çi rayan me nîne û ray her raya te ye.
Ew bû êrîş hat kirin, nîvê çiya hat azadkirin, (4-5) şehîdên me dan û (8) birîndarên me hebûn, careke din çiya hat berdan, Barzanî hêrs bû li komê û jê re gotin: "Ew hemû qurbanî me dan, çima careke din we çiya berda", ew bû çiya nehat girtin.
Ew şer zêdetir ji mehekê dirêj bû, hikûmeta Îraqê bi alîkariya caşan dixwestin xwe bigihînin Barzan, bo berevaniya li Barzan û hêzeke mezin a Îraqî hat ser me bo girtina Barzan, Mela Mistefa bersiv ji me re şand û jê re gotin, ew nikare alîkariyan ji wan re bişîne, em kom bûn Mizoûrî û Ergoşî bûn, kes ligel wê nebû em berevaniyê bikin, tenê Qasimê Se'dî nebû got "bila em berevaniyê bikin, xwe ti jin û zarokên me ligel nînin, em ê li cihê xwe bin, heta hikûmet digihîje cem me", lê kom amade nebû şer bike, digotin em dema şerê xwe kir, derbaskirina me zehmet e, deşt e.
Bîrekepra dikeve hemberî Barzan li binariya Pîres, heta em paşekêşî kir û em gihîştin nêzîkî rûbar, hêza dijmin gihîşt, heta em xwe amade kir bo rûbirûbûnê, wan pir çêkirin û derbas bûn û êrîş birin ser Barzan û Barzan girtin û şewitandin.
Mela Mistefa li wir rabû û em jî rabûn, Barzan şewitî û (Mela Şinî) û (Husên Mihemed Aẍayê Mêrgesorî) û eded reşaşekî ku Îranî bû bi navê (Ebdullah) di wî şerî de şehîd bûn ligel çend kesên din.
Di wê êrîşê de hêza Îraqê hejmara wan gelek zêde bû (60- 70) hezar kes dibûn, dibe ku Pêşmerge (500) kes bûbin, Mela Mistefa bi xwe serkirdatiya Pêşmergeyan dikir, Pêşmergeyan ji (Dolamerî, Şêrwanî, Mizûrî, "Sêlkî û Ergoşî") pêk dihatin, her gundekî berpirsê xwe hebû, ji Ergoşiyên ku beşdarî şer bûbûn ev bûn; ji (Hacî Heyder, Seîd Ebdulwehab, Fettah Umer, Hesenê Rehanê, Mam Gulîk, Esed Reşîd, Mewlûd, Seîd Ebdulrehman Axa, Kazim Mistefa, Hemîd Heyder, Haşim, Ebas, Bekir Elîk, Eshedê Mistê Helê, Îslam Kemo, Nasirê Pîrê, Uẍiz) em (40) kes bûn.
Ew şer di demsala dirûnê de qewimî, yanî destpêka havînê bû, di bîra kepra genim di zeviyê de bû (10) roj bû pîrejinê û pîremêrê dihatin dirûnê dikirin, wan di dirûna genimê xwe de xelas bûbûn, firoke hat dirûna wan hemû şewitand.
Dijmin di wî şerî de bi balafir û topan şerê me dikir (19) top li ser wê bereyê kar dikir, ku li Dinarte hatibûn danîn û davêtin ser Barzan û çiyayê Pîrs û hemû cihan, ziyanên mirovî yên dijmin ji bo me nenas bû.
Pîrs bi xwe çiyayekî zehmet û teng e, Pêşmerge di wî çiyayî de serketî nebûye, ji bo hikûmeta Îraqê şerkirin li Pîrs xweş bû.
Şerê Serê Metîna
Piştî ku hikûmeta Îraqê li Barzan paşve kişiya, êrîş birin ber bi navçeyên Berwarî û maweyê (44) rojan şer kirin û navçeyeke berfireh ji destê Pêşmerge û Esed Xoşewî derxistibûn, di wê êrîşê de Pêşmerge şikestibû û nêzîk bûbû ji sînorê Tirkiyê û Esed û Pêşmergeyên wî di barûdoxekî xerab de bûn, Şêx Ehmed daxwaz ji (Hacî Heyder Ergoşî) kir ku bi hawara Esed ve biçe, ji ber ku heta payîza sala 1963 danûstandin dest pê nekiribû li gel hikûmetê, lewma (Hacî Heyder) li gel (25) kesan çû hawara Esed.
Ew serketin piştî wê alîkariya mirovî hat ku ji aliyê Ergoşiyan ve bi serkirdatiya (Hacî Heyder Ergoşî) gihîşt Esed Xoşewî, ji ber ku wisa kir Pêşmerge moralê xwe bilind bike, tevî kêmîbûna hejmara wan ku tenê (25) kes bûn û pêk dihatin ji (Haşim û Heciyê Ebdullah, Selîmok birayê Hacî Heyder, Reşko yê Mawatî, Hesen Reşîd hwd..), lê ez di wî şerî de li gel wan nebûm, lewma nizanim bi hûrgilî kî li gel Hacî Heyder bû.
Hinek ji eşîrên kurdî bi (1000) heta (2000) hezar caşan ji bo alîkariya hikûmetê beşdarî şer bûn, di hikûmeta Îraqê de xelkekî zêde hatibûn kuştin, (17-18) laş tenê ketibûn destê Ergoşiyan di nav Berwarî de cihê ku jê re digotin (Serê Gabnêrkê).
Di wî şerî de kurê Îsa Siwar bi navê (Muhemmed Îsa Siwar) li gel (6) kesan şehîd bûn, bi çekê topê ku bi navê wan ketibû, hemû xelkê gundê (Sêlkê) bûn.
Dema ku di şerê Pîrs 1963 de em şikestin, em hatin veguhestin, (Fettah Umer) hatibû şandin ser pira Xelan. Ez nizanim çawa bû carekê li cem Barzanî bûm piştî kêm bûna mêvanan daxwaz kir xwarin ji wan re bê û piştî xwarinê jê re got (Fettah) ji min re bêje çi qewimiye, Fettah jî got: Leşkerên Îraqê nêzîk bûne, em daxwaz dikin pira Xelan biteqînin (Muqedem Kafî) nahêle û rêgiriyê dike, tu çi fermanê dikî, Mela Mistefa got: Herin pira Xelan biteqînin û hinek tnt jî ji bo Fettah xistin nav çenteyê wî û jê re gotin Xwedê li gel we be û bi xêr biçin. Di wê bereyê de jî Pêşmerge şikest.
Her di heman salê de hikûmeta Îraqê êrîş anî ser Şêrwan û Fettah ji Şêrwan hat da ku pêşî li hikûmeta Îraqê bigire, hêza (Hacî Bêroxî) li wir bûn di wî şerê li ser Şêrwan (60 heta 70) caş hatin kuştin û Fettah Umer di wî şerî de du gule lê ketibûn û şehîd bû.
Di şer de laşê Fettah hiştibûn (Hacî Bêroxî) ji cemaetê re gotibû Fettah li ku ye cemaetê bersiv dan ku Fettah winda bûye, rasterast Hacî gotibû Fettah şehîd bûye, ji ber ku ew ranakeve, lewma vegeriyabûn laşê Fettah anîbûn, xweşbextane hikûmeta Îraqê di wî şerî de şikest.
Piştî şerê (Serê Metîna- 1963) ez jî gihîştim (Hacî Heyder Ergoşî) û koma wan, em hatin veguhestin bo cem Îsa Siwar li Zaxo, em li Zaxo man, heta şoreşê dawî lê hat, Ergoşiyan her carê hinek dihatin û hinek jî diçûn, lê ewên ku berdewam li wir bûn, (Sen'an Ehmed, Elî Salih, Elî Şahîn, Haşim, Izet, Ehmedê Ezîzkê, Heciyê Ebdullah, Heciyê Muhemmed) Ergoşiyan gelek dihatin û vedigeriyan, lê piştî rêkeftina 11ê Adarê komek ji Mawatîyan hatin gihîştin (Elî Salih), hêz zêde bû (10) kesên din ji Ergoşiyan hatin cem me.
Di 1963 dema ku em çûn Zaxo li cem Îsa Siwar berpirsê me bi piranî (Hacî Heyder) bû, salekê (Qasim Se'dî) berpirsê me bû, maweyekê (Muhemmed Axa) bû, maweyekê baregeha (Seîd) hatibû veguhestin bo (Hewrêskê) gundek bû di nav Sindiyan de, (10) kes ji Ergoşiyan çûn wir di nav wan de (Nizmî Şukrî û Heciyê Ebdulla û Kazimê Mistê û hwd..) em jî li gel Hacî Heyder li cem Îsa Siwar man.
Şerê (Blan) sala 1964
Zivistanekê li cem (Hiso Mîrxan) bûn li Blan; (Blan) navçeyek e bi aliyê (Mrêba) ve jê re diçî berî ku bigihîjî Dihokê, depoyeke azûqe û teqemeniyên Pêşmerge lê bû, ez li gel Palaniyan çûm, (11) kes bûn, bi hawara (Hiso Mîrxan) çûbûn wê navçeyê û berpirsê me (Sidîq Palanî) bû.
Di nav (Mizûrî Jêrî) de hinek ji Pêşmergeyan bibûn caş, (Ebdullah Axa- ji eşîra Mizûrî Jêrî ye û xelkê gundê Mrêba ye) wê demê serok caş jî bû, lê nûçe ji me re şand ku sibe saet 11 hikûmet êrîş dike ser me, me xwe ji bo êrîşê amade kir, di wê demê de ku (Ebdullah) diyar kiribû, debabe derketin hejmara wan (11) debabe bûn. Cihê me xweş bû, piştê gund çiya bû, paşê hêzeke zêde ya Pêşmerge ji bo alîkariya me gihîştin û (Melîk Hurmizê Fele) jî bi (100) kesan hat hawara me, hikûmet me têk bir, hejmara me heta dawiya şer gihîşte (200 heta 300) kes. (4) laşên dijmin man ku (erîfek û sê caş) dibûn, 2 Pêşmergeyên (Hurmiz) jî birîndar bûn.
Destkeftên şerê ku (yek) roj kişand, tenê çekên cenazeyan bûn, çekek ji aliyê (Feq Umer Pêndroyî) ve hat hildan, ku Inglîziyek bû û yekî din jî (Tefo Guwêzî) bir ku niha li Quştepe rûdine.
Gava Hurmizî jî hat û ket nava gund, debabe tirsê xiste dilê wan û reviyan, çekê baş ê Hurmiz (Elman) bû, şerê bi debabeyan pê dikir, ku ti bandoreke wê li ser debabeyê nebû.
Dijmin dixwest dest deyne ser wê depoya şoreşê ya ku li (Blan) bû, di dawiyê de şikestin û çûn û venegeriyan, ji bo roja din jin hatin û termên caş û leşkeran birin.
Careke din em li derdora gundê (Kanîka) bûn, berê gund hatibû valakirin û kes tê de nebû, balafirê bombebaran kir dema ku em mijûlî kuştina wan ajalan bûn ku Hiso Mîrxan dabû me, balafirê bombebaran li ser mal û halê xelkê bû û balafiran di wê bombebaranê de bermîlên gazê avêtin xwarê û bû sedema şewitandina gundê Kanîka.
Gava xelkê gund dîtin gundê wan dişewite, ji ber şewata gundê xwe tevî ku berê ji malên xwe derketibûn, vegeriyan nava gund û bû hawar û qêrîna jin û mal û zarokan, zêdetirî (9) xaniyan şewitîn, gulletopek jî ket nava wî xaniyê ku baregeha (Hiso) tê de bû, koşkeke duqatî ya mezin bû, bi temamî anî xwarê, Hiso paşê ji xwediyê xaniyê re got gava dest bi çêkirinê bikî em ê alîkariya te bikin, xwezî bi sedema valakirina gund ziyaneke canî nebû.
Di sala 1964an de koma me çû (Eyn Zale) hêj Haşim Mêrozî sax bû (Eyn Zale) hat girtin, di şerê girtina Eynzale de (Umer Axa yê Dolemerî, Nizmiyê Nêrweyî) birîndar bûn, di dawiyê de (Nizmiyê Nêrweyî) bi wê gulleyê mir.
Şerê Çemkurkê û Qerewila
Bihara 1965an em ji bo mefrezeyekê derketin, (Ebdulrehîm Cesîm Pêndroyî) berpirsê me bû ku nêzîkî (50) Pêşmerge dibûn, rebiyek li (Çemkurkê) ku dikete navbera Îbrahîm Xelîl û Zaxo caş tê de bûn, me lê da (5) kesên me ji wan (13) kesên di nava rebiyê de bûn kuştin, yên din jî birîndar bûn.
Qezîfe Sarox bi me re bû, gelek ji Arpîçiyê bihêztir bû, (Elî Derwêş) du kes bi qezîfe sarox kiribûn du parçe, di şerê ku maweya saetekê kişand, me gelek hewl da rebiyê bigirin, lê yek ji wan kesên ku berevanî dikir, gelek zîrek bû, nehişt nêzîk bibin, roja din otomobîlek ji bo alîkariya wan çû nava gundê (Çemkurkê), di vegerê de me rê li ber girt û erefekê artêşê tê de bû, me desteser kir, ji me re vegot ku kes di nava wê rebiyê de nemabû, tenê kesek nebe ew jî birîndar bûye, paşê caşek jî li nava gund me desteser kir û paşê me paşekişe kir, di wî şerî de me tenê çekên sivik bi kar anîn û xwezî ti ziyaneke me jî nebû.
Ji bo roja din em çûn ber bi (Qerewila), ku dikete serê Îbrahîm Xelîl rebiyek lê hebû, Eref Derwêş gava qezîfe sarox diteqand, laşê wî diyar dibû cihê gelek xirab bû.
Gulleya qezîfe sarox çar caran qasî Arpîçiyê bû, li ser pîlê dihat danîn û şer pê dihat kirin, Eref Derwêş du gulle bi qezîfe sarox teqand, dijmin bersiva wan hebû, wan jî teqe kir, du gulle li pîlê (Eref Derwêş) ket û birîndar bû, daxwaz kir pîlê girê bidin, heta xizm û mêrên wî nizanibin birîndar bûye.
Ji bo roja paşê di navbera (Îbrahîm Xelîl û Banê Nêrgiziyê) li (Geliyê Hêtîaniyê), me kemîn ji bo du (Zîlên eskerî) danî ku ji bo şopandina wê rebaya ku berê li (Qerewila) me şikandibû diçûn, gava gihîştin nava kemîna me me teqe li wan kir, yek ji zîlan pênçer bû, ya din jî derbas bû, ew zîla pênçer bû (17) polîs tê de bûn, me teqe li wan kir, cade ax bû, hemû polîs hatin derve û şer kirin, nêzîkî saet û nîvekê şer bû, her (17) polîs hatin kuştin û me çekên wan anîn û vegeriyan hemû polîsan bi çekên Inglîzî şer dikirin, di wî şerî de ciwanekî Sûrî ku Pêşmerge bû, em agahdar nebûn ku şehîd bûye.
Gava em ji kemînê vegeriyan yekî me bi me re hebû bi navê (Îso Emer) ji dûr ve bang li me kir, got biçin laşê Pêşmergeyekî me birin, ew rebaya ku li (Qerewila) bû, nêzîkî wan bû, bi hawara polîsan ve hatin, wan karî dest deynin ser cenazeyê me, min ji (Husên Sêlkî) xwest li ser girê parêzgariya me bike, heta em biçin cenazeyê xwe bînin, me çû nêzîk bû, me teqe li wan kir ku laşê Pêşmergeyê me dikişandin, reviyan û laşê wî hiştin, em jî hewl dan bigihîjinê, paşê debabeyek gihîşt nêzîkî laşî paşê îs'afek hat û laşê wan bir û em jî vegeriyan.
Şerê Banê Nêrgiziyê
Zivistana 1966an em li Zaxo bûn, feucekî artêşa Îraqê li pişt (Pêşiya Bîra), cihê ku jê re digotin (Dêrebin), meydanek bû bi navê (Banê Nêrgiziyê) ser bi qezaya Zaxo bû, dikete sînorê navbera (Tirkiye û Îraq û Sûriye) bi (200) Pêşmergeyan ve me êrîş bir ser feucê, heta balafir nikaribe me bombebaran bike, ji ber ku cih deştayî bû, eger balafir hatiba gelekî em diwestandin. (74) kes di nava binkeya feucê de bûn, tenê (sê) çarêk me şer kir û rebaya me girt, (3- 4) kesên wan derbas bûn (17) kesên me girtin (7) kesên wan çekên (Inglîziyan) pê re bûn, yên din jî hatin kuştin (19) cenazeyên artêşê tenê li rêya me de bûn û yekemîn kesên ku çûn nava binkeyê (ez û Elî Salih û Izet Ehmed û Ehmed Izet Ergoşî) bûn.
Ji bo yekemîn car topa (120) me li navçeya Badînan di wî şerî de bi kar anî, bi (Brno û Inglîzî) jî me şer dikir, wan jî bi (Inglîzî û peraşût û reşeş û topeke (81)) wan hebû û şer dikirin, topçiyê wan gelek zîrek bû, (70) gulle ber bi me ve teqandibû.
(2) Pêşmerge birîndar bûn, yek ji wan xelkê gundê (Bêzhê) bû bi navê (Elî) jê re digotin (Elî Qelema) bi (bîwer) hatibû şer, ji ber ku bêçek bû, dixwest çekekê bi dest bixe, yek hebû bi navê (Emo) Sindi bû, zilamekî gelek bi şiyan bû, ew gulleyê li (Elî) dabû, paşê ji me re vegot û got: Ewê min dikuşt (Elî) diçû tifinga wî bi dest dixist (3) çek hilgirtibûn, ji wan çekan (2) dan (Îsa Siwar) û yek jî ji bo xwe hilgirt, yekî din ê (Sindi) di wî şerî de birîndar bû ku gulle ber bi stûyê wî ketibû.
Şerê Dornexê
Bi fermana (Îsa Siwar) Remezana 1966an, me dixwest qişleya (Dornexê) ku qişleyeke kevn bi kevir hatibû çêkirin, muselter bû li ser wî rûbarê ku di navbera axa Tirkiyê û Îraqê de tê xwarê û paşê diçe nav rûbarê Xabûr li ser sînorê Tirkiyê û nêzîkî Îbrahîm Xelîl bigirin. Hejmara me (100) Pêşmerge ye, çekê me yê herî mezin (qezîfe sarox) e û ji aliyê (Erîf Derwêş) ve tê bikaranîn, Erîf bernameya girtina qişleya Dornexê danî û got: (5) Barzanî me li gel in, ez her pênc Barzaniyan li gel xwe dibim û diçim ber deriyê serbazgehê (qişle) û qezîfe saroxê li deriyê wan didim, derî vedibe, serbaz xewtîne saet (1)ê şevê ye, rastûrast diçin hundir û hûn jî rebeya caşan ku dikevin serê gund (50) kesên wan jê re deynin, heta rê li wan bigirin û wan mijûl bikin, yên din jî li gel me diçin êrîşê pêk tînin û dest bi ser qişleyê de digirin, lê hevalên me razî nebûn û biryar dan şer nekin û vekişin.
Paşê Erîf Derwêş got: Werin em biçin qişleyê hinekê bitirsînin, em (5) kes li gel Erîf Derwêş çûn û me qezîfe sarox li qişleyê da û tenê 2 kes hatin kuştin, caş hatin, paşê Pêşmergeyan şer li gel caşan kir, heta negihên me, ew bû me paşekişe kir û xweşbextane Pêşmerge ti ziyanek nebû.
Bi peyatî hatin baregeha (Seîd Ebdulwehab Ergoşî) ku binkeyên wan di nava (Sindi)yan de bû, nêzîkî (3- 4) demjimêran ji Dornexê dûr bû, ewqas hewl dan rojiyê bixwim min nexwar û her bi rojî bûm.
Şerê Balorkê
Her çend em li gel Îsa Siwar bûn û li bereya Zaxo me şer dikir, lê di bihara sala (1967)ê de di şerê (Balorkê) de ku dikeve sînorê Amêdiyê me beşdarî kir, (Esed Xoşewî) nûçe şand got werin Metîna, hinek rebayên hikûmetê li wir bûn û muselter bûn li ser Amêdiyê, heta kontrol bikin.
Me êrîş bir ser wî çiyayê ku li ser Amêdiyê dinêre, çiyayekî gelek asê bû, bi dest (destekewr) me jê re çû, em (40 heta 50) Pêşmerge bûn, li hember dijmin jî doşke û top teqe li rebayên wan dikirin, heta nikaribin serê xwe bilind bikin, (8) kesên me dîl girtin, yek ji wan erîf bû (8)ên din jî xwe ji çiya avêtin xwarê, di wî şerî de yekî (Bergareyî) ku xelkê gundê (Bungelî) yê tenişt Amêdiyê bû şehîd bû, li gel yekî Berwarî û (Ehmed Ezîz Ergoşî) jî birîndar bû, şerê Berêkêr (25) rojan berdewam bû, her li heman navçeyê cihê din hebû bi navê (Qedşê) rebayeke caşan lê bû, lê me nekarî bigirin.
Wê werzê ku ew şer tê de hat kirin, bihar bû, di wê wextê de em li wir bûn (rese) vedigeriyan, çekên me jî pêk dihatin ji (topa 120, qezîfe sarox, doşke), cilûberg jî xakî bû û ji aliyê şoreşê ve ji me re dihat û her li cem wan jî vedigeriyan ji aliyê cilûbergan ve baş bû, lê ji bo xwarinê rewşa me her xirab bû, di wê seferê de em (200) rojan negeriyan.
Şerê Çiyayê Bêxêr
Îsa li gel xelkê tûnd bû, wê demê hebûn zanyarî li ser me didan hikûmetê, em biçûna her cihî, firoke li me dida, di wî çiyayê ku dikeve hember Sêmêl, jê re digotin (Çiyayê Bêxêr) em li wir bûn, her roj şer bû, roj nebû firoke du caran li baregeha me neda.
Sala 1968an hikûmeta Îraqê bi alîkariya (21) hezar caş êrîş kir ser rebayên me li Çiyayê Bêxêr û çiya ji destê me derxist, ziyaneke mezin gihîşt Pêşmerge, yekî (Guyî) ku li gel (Hacî Ezdedîn birayê Ehmed Yezdînê Herkî) bû birîndar bibû, Hacî Yezdîn bi vî awayî çîroka xwe û Pêşmergeyê birîndar ji min re vegot, (li çend cihan birîndarê min xistibû ser pişta xwe û veguhast, birîndarê jî çend caran ji min re got min deyne "ez her çûme, tu xwe rizgar bike", çend caran min dadinî û min şer dikir, paşê li cihêkê ji min re got: avê bide min, min jî av da û temam bû).
Îsa Siwar daxwaz ji me kir cenazeyê zilamê Guyî vegerînin, lê bavê şehîd bi navê (Mela Mihemed) nehişt, çend caran ji Îsa re got: çend caran min ji te re gotiye, me gel alema beyanî danîne, em dê telef bin, Îsa bersiv neda, got herin termê wî bînin, lê bavê şehîd rê neda û got: Îsê nizane, ez dizanim, hûn jî her kurên min in, got kurê min her çû çima hûn jî herin.
Di wî şerî de (Teel û Neeman) ku herdu jî amirê hêz bûn û yekî din bi navê (Mihemed Xwarzayê Neeman bû Sindi bû) şehîd bûn û birîndar jî zêdetir bûn.
Hemû sînorê Zaxo (500) Pêşmerge lê ye, Çiyayê Bêxêr herî zêde 100 Pêşmerge lê ye, havîn bi dawî dibe û destpêka payîzê ye, ez keşfger im, bi dûrbînê temaşe dikim hejmart heta êvarê (700 zîlên eskerî hatin û bi alîkariya (21) hezar caş li hember Çiyayê Bêxêr hikûmeta Îraqê serbazgehek danî û bi temamî çekên xwe ji bo êrîşkirina ser Çiyayê Bêxêr û wergirtina wê ji Pêşmerge amade kir, hikûmetê bi hozên Kurd û Ereb şer dikir, her hozekê carekê ji bo girtina stratejîktirîn rebayên me xwe diceriband, carekê yekî Ereb hat (60) kes li gel wî bûn, berpirsê firqeyê bi navê (Zeîm Xelîl) jê re got: madem Kurdan nekarî bigirin, tu nikarî bigirî, wî got: nexêr Kurd şerê hev nakin, ew bû şêxê Ereb hat, Pêşmergeyan dît ku Ereb xwe li ber bêdeng kirin, heta gihîşt nava rebayên wan, tenê (4) kes li gel Erebê rizgar bûn, yên din hemû hatin kuştin.
Serdem serdemê (Ehmed Hesen Bekir) e, çekên (reşeş û arpêçî) ji aliyê hikûmetê ve zêde bûn, li hemberî me jî (debabe) hatine danîn, yek çirke ji topbaranê ranawestin û firoke jî bi berdewamî bordûman dikin, şer nêzîkî yek mehê dibe, di dawiyê de (caş)an êrîş anîn ser rebayên me li çiyayê Bêxêr û serketin, gava caşan karîbûn bi ser Pêşmerge de serbikevin, eşîrên din jê aciz bûn, behaneyek anîn ku ergûşî ji ber peywendiyên xizmtiyê yên bi mizûriyan re ku xal û xwarzê ne, bê şer cihê xwe ji wan re berdaye, (lê bi şiyanên xwe şer birin), hikûmetê ji ber wan dengûbasên li ser mizûriyan hatin kirin, mizûrî çek kirin, paşê çekên wan dane wan ve. Heya ku danûstandin dest pê kir, çiyayê Bêxêr hîn di destê caş û hikûmeta Îraqê de bû, paşê ji çiya hatin xwarê.
Çekên me sivik bûn, (2) qezîfeyên sarox hebûn, yek ji wan li baregeha (Îsa) û yek jî li baregeha (Elî Xelîl) bû, ew jî diviyabû hesabê kêmîya guleyan bikira, na qezîfeya sarox gelek bi hêz bû û ji (arpêçî)yê jî zêdetir diçû, derbarê ziyanên hikûmetê, me agahî nebûn, lê bêhejmar bûn.
Her çendî cebheyên me nebûn, lê bergirîkirin û şerkirina me ji bo parastin û wergirtina çiyayê Bêxêr ji bo wê bû ku baregehên xwe pê biparêzin.
Çend caran me hewl da çiyayê Bêxêr werbigirin, me şikest xwar, paşê Îsa Siwar peywendî bi caşan re kir, heya bi pere bikaribe wan qayîl bike û ji çiya bên xwarê û radestî Pêşmerge bikin, nûnerê caşan jî got ez bi fermandarên hikûmetê re diaxivim, hingê fermandarên xwe bi diyarî û çek û pereyan qane kirin.
Hemû çiya di bin desthilata hikûmet û caşan de ye û me'eskerekî mezin jî li binê çiya hatiye danîn, (9) roj mane çileyê zivistanê bi dawî bibe, çiya sar e, em wekî ji bo seyranê biçin bi vî awayî çûn bê çakêt û amadekarîya şevên zivistanê, me dorpêça me'eskerê da û çend kesên ergûşî bi (Remezan Îsa) me'awinê Îsa Siwar re çûn, beşekî din jî bi (Îsa Siwar) re çûn, ew çûn aliyekî û em jî li aliyekî din, Îsa got: "Heya dengê qezîfeya saroxê me neyê, hûn teqeyê li serbazgehê nekin", em jî çûn aliyê dijmin û gihîştin cihê ku li serbazgehê dinêrî.
Dinya gelek sar e, bê 'eba û çakêt in, baran bi berdewamî dibare, (Selîmok)ê birayê (Hacî Heyder Ergûşî) zilamekî bi temen bû, bi me re bû, ji sermayê tateke berê dabû pişta xwe heya sermayê wî nekuje, ew ser bo vî serî hatûçûna bi tateberê re dikir, wê şevê sermayeke wisa me dît, di vegerê de bi zehmetî lingên me li pey me dihatin.
Heya derengiyan man, kesek bi navê (Se'îd Balqosî) bi me re bû, me şand bal caşên ku li (Girkê Axê) bûn û nêzîkî me bûn û heya xwe germ bikin, xeber ji me re şandin em naxwazin barzaniyan bibînin, kesek di nav caşan de bi navê (Yasîn Qadir) ku (şiwî) bû dibêje: "Bê mirina xwe ez wê rebayê bernadim", biraderên wî jê re digotin: "(Ebdul'ezîz Mihemedemîn Mizûrî - serok caşê mizûriyan) peywendî bi wan re heye û em çi mafekî me pê heye", piştî hewleke zêde ew razî bûn ku girê me bidin, lê ew cihê ku (Îsa Siwar) ji bo wî çûbû, caş poşman bibûn û cihê xwe bernedan, di dawiyê de em hîn li benda Îsa bûn, ti nûçe nebû, heya bû beyanî bi vî awayî man, paşê me biryar da paşekişê bikin û piştî demekê dengê qezîfeyeke saroxê hat, diyar bû (Îsa) hêrs bûye û qezîfeya saroxê teqandine û çend kes jî kuştine, lê em nekarîn vegerin, di dawiyê de em di wergirtina çiyayê de serketî nebûn.
Şerê Lêfê
Werza havînê nêzîkî dawiyê dibe û em nêzîkî payîzê dibin, me baregehên xwe veguhast (navçeya Lêfê) û gundê (Bêzhê) yê sînorê qezaya Zaxo, çekên me sivik in û tenê hejmareke kêm (doşke û arpêçî) me li cem e, topeke me heye ji tirsa firokeyan em nikarin sûdê jê werbigirin, ya me heye û em dikarin bi kar bînin tenê (2) qezîfeyên sarox in.
Piştî ku hikûmeta Îraqê çiyayê Bêxêr girt û rê jê re vebû, ber bi aliyê baregehên me ve hat, baregeha me di navçeya eşîra (Sindî)yan de bû, 12 roj şerê berdewam nêzîkî (100) hezar serbaz û caşên Îraqî cade bi cade hatin ser me, dixwestin baregeha (Îsa Siwar) bigirin. Ew gund hemû aware bûn û mal û halê wan têk çû, zarokên wan winda bûn, çendîn gund desteser bûn, ji wan (Bêtasê û Dola û Bêzhê), (9) Pêşmerge jî şehîd bûn, (83) kes jî ji dijmin hatin kuştin.
Her yek ji (Elî Elî û 'Erîf Derwêş amirê hêzê bû, Mûsa Sindî - me'awin amirê hêzê bû) ew çend kom bûn di nav Pêşmergeyan de û bergirî û şerê dijwar dikirin ji bo serxistina şoreşê.
Şerê Mangêşkê
Payîza 1968, Îsa nûçe ji (Elî Xelîl) re şand ku bi hawara wî ve biçe ji bo alîkarîkirina wî di girtina qezaya Mangêşkê de, bi şev û rojekê û bi bikaranîna çekên curbecur bi taybetî topa (120)yê ku alîkarekî baş ê serketinê bû, hat karîn (Mangêşkê) ya ser bi parêzgeha Dihokê were azadkirin û tenê (sê) rebaye nebûn ku li Mangêşkê dinêrîn mabûn, na tevahiya bajêr hate kontrolkirin, lê ji ber şaşiya Pêşmergeyan, bajêr hate berdan û paşekişe tê de hat kirin, ji ber ku Pêşmergeyan agir berda dar û çil û çûyan ku bû sedem bajêr ronî bibe û Pêşmergeyan ji her alî ve diyar bibin, encama wê diyarbûna Pêşmerge, caşan firsend wergirt û (11) Pêşmerge şehîd kirin, ew bû şikest ji bo Pêşmerge.
Ew rebaya caşê ku Pêşmergeyên şehîd kir û bû sedema paşekişekirinê li Mangêşkê, piştî şer Seddam ew serok caş gulebaran kir, ji ber ku gava serok caş hêrs dibe û peywendiyê bi şoreşê re dike paşê vegeriya nav hikûmetê û Seddam jî li Mangêşkê gulebaran kir.
Di şerê Mangêşkê de hejmara Pêşmergeyan zêde bû di koma (Elî Xelîl û Selîm û Îsa Siwar) de bûn û em ergûşî (10) kesek dibûn, yên bergirî li Mangêşkê dikirin tenê caş bûn.
Şerê Geliyê Zaxo
Di sala 1974an de (3) meh bû me Zaxo dorpêç kiribû, firokeyên Îraqê sînor bi sînor dihatin ji tirsa gulleyên doçkayên me, heta tiştek bigihanda Zaxo, na tiştek nedigihîşt Zaxo. Zaxo di bin destê hikûmetê de bû û baregeheke mezin lê hebû, hikûmeta Îraqê bi rêya bikaranîna xapandinê, dest bi êrîşê kir, pêşî ber bi sînorê Sûriyê ve çû, heta li wir rê li wan bigirin û rêya Geliyê Zaxo berdin, lê ji aliyê (Îsa Siwar) ve zû em ji xapandin û pilana hikûmetê hatin agahdarkirin, şer çend rojan dirêj kir, em li gundekî bûn bi navê (Qadiya û Kulê), dikeve pişt Zaxo, yanî aliyê rojavayê bajarê Zaxo.
Hikûmetê bi (400) tankan û bordûmana berdewam a firokeyan û beşdariya zêdetir ji (30) hezar caşan ji bo piştgiriya leşkeran, Pêşmerge jî hejmara wan ne kêm bû, xwe di nêzîkê (500) kesî de piştgir bi çekên curbicur wekî (doçka û reşeş û arpeçî û qezîfe sarûx û topên cuda) didît, bi taybetî doçkayên me şerekî baş dikirin û nedihîştin firokeyên hikûmetê xwe nizm bikin.
Êrîş anîn ser wan, êrîşek ku di mezinahî û metirsiyê de mînak nebû, di dûriya 10 metreyan de ji ber dûmana barûtê çav çav nedidît, Pêşmerge li çiyayên derdora Zaxo û Geliyê Zaxo bûn. Êrîş dest pê kir em hinek ji me li deştê bûn, êvarê bi rêya dûrbînê me li derdora xwe nihêrî, ew rêya ku bi çiya ve diçe Zaxo, ji aliyê caşan ve hatibû girtin, agirê dijmin li cihên me hat pêxistin, sibehê dest bi êrîşê kirin, em li deştê bûn piştî demekê komik hatin û ji jor ve bang li me kirin hûn kî ne, me jî xwe da naskirin, ji me re gotin zû bikin vegerin hûn hatin girtin, rabin cebhe nema ye û tenê hûn li deştê mane zû bikin rabin, em jî rabûn û cihê xwe berda, çiya bi çiya me çû ber bi caşan, dawiyê bi hev re gihîştin geliyekî li hemberî hev sekinîn û me şerekî mezin kir zêdetir ji (105) fîşekan min avêt, heta dijmin ji xwe dûr xist û wê demê koma me bi ser ket ku hejmara wan zêdetir ji (20) kesî bûn.
Hinek Pêşmerge bi aliyê me de derbas bûn, me nas nedikirin, me ji wan re got: "Şerm e nemînin", ji ber ku yê bi ser diket hildida, paşê du du çûn, me xwe ji geliyê derbas kir, ew şer tenê (4) rojan berdewam kir, piştî ku me hemû kom şand, tenê (ez û Mecoyê- Mecîd Mihemed) man û me hewl da gav bi gav yekê me ji bo paşê, yê din jî şer bike, heta em jî xwe ji bereya şer rizgar kirin, gava me cihê xwe berda, caşan cihê me girt, lê me (3) caş kuştin.
Ewê di wî şerî de dihat kuştin tenê caş bû, hejmareke zêde Pêşmerge jî birîndar bûn, di roja dawî ya şer de (40) birîndarên me hebûn, (Reşîd Mihemed Şerîf) birîndar bû, me jî ji (Mihemed Adil) re got: Reşîd bibe, heta rê nehatiye girtin, her yek ji (Nadir Cangîr û Hecî Salih) jî bila bi te re bên, baş bû beriya êrîşê ew derbas bûn.
Piştî ku me xwe derbas kir, ji Zaxo jî wan em dîtin, top ji bo aliyê me avêtin, cihê rastayî bû topeke nêzî hevalekî me bi navê (Mihemed Selîmok) ket, me wisa zanî êdî Mihemed nema ye, lê bi bextewarî tiştek jê re nebû, ji ber wê topê kevirêk ket xwarê li yek ji Pêşmergeyan ket ku Sendî bû, cil û bergên wî bi goşt ve dirand, şev bi ser me de hat, rê li me hat girtin.
Artêşa Îraqê bi roj Geliyê Zaxo girtibû, bi şev paşekêşî kirin, tirsa wan hebû Pêşmerge mabûbe û êrîşî wan bike, paşê hinek malbat jî gihîştin cem me, paşê ji bo çavdêriya rêyekê, ez û Pêşmergeyek çûn, heta bizanin rê hatiye girtin yan hatiye berdan, em jî çûn ser girekî ku li gundê (Hesen Awa) dinêrî ku cihêk e dibe dawiya Geliyê Spî û digihîjî Zaxo, heyv şev bû bi dûrbînê me çavdêriya rêyê kir, dinyayeke bêdeng, piştî demekê çavdêriyê hevalê min ez agahdar kirim ku rêzek zilam ji nêzîkî me ve derbas dibin, hevalê min wisa dizanî caş in, piştî agahdarkirina wan me zanî Pêşmerge ne, paşê me daxwaza alîkariyê ji wan Pêşmergeyan kir û me bang li hevalên xwe jî kir, heta rabin ti kes li rêya me de nemîne em biçin. Dawiyê di geliyê de derbas bûn û gihîştin baregeha Îsa Siwar ku li (Elmişteyê) nêzî Dihokê bû, em li deştê rûniştin me bêhna xwe da, wê demê Pêşmerge derketin, nêzîkê hezar Pêşmerge li wê deştê kom bûn.
Sibehê gihîştin wî cihê ku aramî lê hebû, hat xwestin yek biçe cem Îsa Siwar û agahdar bike ji gihîştina me, ji ber ku wan wisa dizanî em hatine girtin, ti kesî jî newêrî biçûya cem Îsa, ji ber ku di şer de me şikestibû, paşê ez bi xwe çûm ku nêzî baregeha wan bûm, her zû wan ez dîtim û hatin pêşwaziya min, wan tirsa wan hebû ku em hatibin girtin, nizanibûn em mane, paşê em çûn dû koma xwe, ew jî gihîştin.
Şerê Geliyê Dihokê
Ez ji Îsa hêrs bûm, lewma min biryar da biçim cem Esed, ez cem Esed xweş mam, heta paşê bi Selîm Esed re em çûn cem Geliyê Dihokê û li wir jî şer bû mehekê jî em li wir man.
Sala 1974an di şerê Geliyê Dihokê de, hikûmeta Îraqê êrîş kir, ji bo vekirina rêya Geliyê Dihokê û derxistina Pêşmerge ji wî çiyayî heta topên me negihîjin Dihokê, ji ber ku navenda bajarê Dihokê di bin destê wan de bû.
Ez û Selîm û Melazim Babekir û kesekî din ber bi Geliyê Dihokê ve çûn, gihîştin cihêkî jê re digotin (Sendurê), demsala payîzê bû, baxekî xoxê lê hebû, hejmareke zêde ketibû bin darê, eger te lê nihêrîba jî, te wisa dizanî yek xox neketibû.
Em li wê bereyê xwediyê (9) topan bûn, top (120, 81) bûn, Selîm ferman da ku rûyê hemû topan bizivirînin Geliyê Duhokê û got: Tenê di rê de ew bi ser nakevin, di çiya de nikarin bi ser bikevin, du gulleyên balafiran jî piştî ku avêtibûn ser Sindoriyê û neteqiyabûn" got ew her du gulle jî wekî tîntan bi kar bînin û her aliyekî cadeyê pê bigirin, ferman da teqandina rêyê. Dema em vegeriyan baregehê (Elî Xelîl) got we çi kir, Selîm jî bernameya xwe jê re vegot û piştre behsa têkdana cadeyê kir, Elî hêrs bû û got:"Baş e ew hikûmetê êrîş neanî, çawa cadeyê diteqînin? Gelo jiyana xelkê li ser wê cadeyê nîne!", yanî plana teqandina rêyê hat redkirin.
Hikûmetê dest bi êrîşê kir, bi hemû teqemenî û çekan êrîş anî, topên (eflaq cewî) bi kar dianîn ku hê li esmanan berî bigihêje erdê diteqiyan, Pêşmergeyan ji bo xwe parastinê ji topan (tateber) bi kar dianîn, hikûmet şikest, nehiştin çiya bikeve bin destê hikûmetê. Wê demê hejmara Pêşmergeyan gelek zêde bû, nêzîkî (1000) hezar Pêşmerge li Geliyê Duhokê şer dikir, topan roleke baş di şer de hebû, Pêşmerge jî tevî şikestina Geliyê Zaxoyê, şerê baş dikir, şer nêzîkî (10) rojan berdewam kir, hejmareke kêm Pêşmerge birîndar bûn.
Berpirsê yekem ê mihwerê Duhokê (Elî Xelîl Sîlkî) bû û rê neda hikûmetê bi ser bikeve, xeta berevaniyê hê mabû, eger şer bibûya, berpirs hemû li wir bûn, heta nêzîkî demsala zivistanê şerê Geliyê Duhokê berdewam kir û hikûmet her dişikest û êrîşên xwe jî dubare dikirin, ew êrîşa ku dixwestin çiyayê Geliyê Duhokê bigirin zêdetirî hefteyekê kişand, lê tê de bi ser neketin, ji ber ku rê nedidan wan ji cadeyê êrîş bikin, eger rêya cadeyê jî nebûya di çiya de ew bi ser nediketin.
Di wî şerî de, zêdebûna hejmara Pêşmergeyan û hebûna çekên wekî (dûşka û arpêçî û cebilxaneya zêde) şerê berdewam ê Pêşmergeyan jî, bandora xwe li ser şikestina dijmin hebû, bi xwe hikûmetê li benda caşan bû, heta ew çiya ji bo wan bigirin, lê caş jî şikestin ku caşan nekarîn çiya bigirin, hikûmetê jî pêşve neçû.
Ez û Lezgîn Hesen Ergoşî mehekê li gel Selîm Esed li wî çiyayî man, piştî wê mehê cihê me hat guhertin, em bedel bûn, piştre em vegeriyan malê û bû demsala biharê û şoreş tûşî neskoyê bû.
Ergoş piştî têkçûna şoreşê:
Dema nesko bû piştî sê salan yanî di sala 1978an de gundên me hatin têkdan û wêrankirin, destpêkê çend malan tînt kirin piştre hemû xaniyên gundê Ergoşê tînt kirin û teqandin, min temaşe dikir cihê dawî mizgeft bû tînt kirin, yên li gund bûn hatin komkirin û birin ji bo komelgeha Herîrê û yên din jî em komek bûn awareyê Tirkiyeyê bûn û li Basiyayê man, piştî salekê mayîna me li Basiyayê ez nexweş ketim yanî sala 1979an hatim birin ji bo Îranê, çileya matemîniya Barzanî ez li Kereçê bûm mal û zarokên min jî li Tirkiyeyê aware bûn, (Nayif)ê birayê min li (Kerman)ê bû min birin wir, nexweşiya min gelek giran bû (3) caran emeliyat kirim bi ser neket, (120) rojan li nexweşxaneyê mam, destpêkê rîxele korem girt û piştre çendîn pirsgirêkên din ên tenduristiyê li pey xwe anîn.
Piştre kurdên cihên dûr ên Îranê dihatin veguhastin ji bo navçeyên Kurdistanê û (Nayif) jî ji min re got: "Tu xwe der nexe, ez li cem te dimînim, heta nexweşiya te baş dibe, bila mal û zarok vegerin Kurdistanê", lê dawiyê min ji doktor xwest bila ji nexweşxaneyê derkevim, ti pirsgirêk nîne bila bimrim.
Min li ser navê (Nayif) daxilî nexweşxaneyê kiribûn, na rê nedidan kes ji Îraqê were û xizmeta wî bê kirin, eger bi bîmeya Nayif nebûya, ewqas xercî li min hat kirin, hemû penaberan nedidan, ji ber ku nexweşxane taybet bû.
Ez heşt mehan li nexweşxaneyê bûm, mal û zarokên min her li Tirkiyeyê bûn, destpêka zivistanê (Nayif)ê birayê min li gel hinek ji dostan çûn mal û zarokên min anîn ji bo Îranê û ez nedikarîm vegerim (Basiya).
Piştî vegera me ji bo Kurdistanê û niştecihbûna me li (Komelgeha Zêweyê), careke din me dest bi Pêşmergatiyê kir, yekem cih ku dest bi hilgirtina çekan kir kurdên awareyên (Zêweyê) bûn, wê demê ez û (Haşim) her nexweş bûn, lê çek dan me, car bi car diçûyîn dewamê, Îdrîs û Mesûd em nas dikirin, eger neçûbayîn wecîbê jî, digotin "wan aciz nekin", mebesta wan (ez û Haşim Tahir) bû.
Şerfirotina Demokrat
Di şerê Demokrat û Partiyê de, hê emeliyata min baş nebûbû, lê min beşdarî kir, (Seîdê Xelîl) hat, bang li me kir got em herin ji bo şer, wê demê me dest bi şer kir li navçeyên nêzîkî komelgeha Zêweyê, stêrkên me gumbedên (Gurze) nok bûn. Li gundên (Mensûr Abad û Mîrawa û Qahîreyê) me dest pê kir, yekem car li (Qahîre- 1980) şer serî hilda, ku dikeve tenişta kampa Zêweyê, her komê ji aliyekî ve êrîş bir, di wî şerî de (7) kesên me şehîd bûn, sêyên wan Mizûrî bûn bi navên (Seîd Somayî, Şeref Guzî, Cum'a kuranî) (Ehmed Reza- Xulamê Mihemed Xalid) jî şehîd bû, (30) kes jî ji Demokrat hatibûn kuştin û çendînên din jî hatin girtin, zêdetirî (400- 500) Pêşmerge beşdarî şer bûn, hejmara Demokrat bêhejmar bû, digotin em (6) milyon in çawa hûn şerê me dikin?!
Em li aliyê rastê (Girdewan) çûn, beriya me hinek Herkî êrîş biribûn (Cewko û koma wî) bûn, gomek av li ser rêya me hebû (3) laşên Demokrat ketibûnê, em jî ji wê cihê derbas bûn û bi kom û rêçên cuda di nav spîndaran de çûn (ez û Derwêş Umer) bi hev re bûn, lê paşê Derwêş ez hiştim û min di meşîna xwe de berdewam kir, min xwîn dît li rêyê, li pey xwînê çûm heta gihîştim malekê li nav gundê (Girdewan), jina malê gava ez dîtim ku ber bi wan ve diçim, derket derve û heqaret kir da ku ez sergêj (mişawiş) bibim, (Derwêş) jî bangî min kir û got: "Ew çi ye?", min jî got jinek e, got were bi jinê re neaxive, paşê min biryar da ku neçim hundir û birîndar temam nekim û vegeriyam cem Derwêş, çûm û ji (Derwêş) re jî min negot.
(Derwêş Umer) di şer de berpirsê me bû, tenê (yek) birîndarê me hebû, min bi çekê Sîmonov şer dikir, Derwêş bi Birno, gava min bi Sîmonov gule berdidan, ewqas hukmê wê tune bû dijmin ji cihê xwe bilivîne, lewma min ji Derwêş xwest ku Birnoya xwe bide min, wê demê bi Birnoya wî min (2) pakêt gule avêtin, dijmin ji cihên xwe rabûn û reviyan, em jî li pey wan çûn.
Li cihê xwe rabûn û em çûn gundekî jê re digotin (Kanî Sork), xelkê gund xwe veşartibûn, tirsandibûn ku Barzaniyan hemû kesan dikujin û azar didin, (Seîd Xelîl) hat got qedexe ye xiyarê malekê jî jê bikin, nabe ziyan bigihîje ti kesî, ji bo demekê em li gund man, xelkê li me û tevgerên me mêze kirin, yek bi yek hatin cem me û derdora gundê (Kanî Sork) me girtibû, me berê ti pirsgirêk bi Partiya Demokrat re tune bû, baregehên wan her li wir bûn, çend caran top jî bi nav kampa Zêwe de dabûn.
Şev hat, (Seîd Xelîl) bangî min kir, ez jî çûm cem wî û got: (Seîd Somayî) şehîd bûye, lewma ji min re got, ji ber ku (Seîd Somayî) zavayê me bû û 2 birayên wî bi me re bûn û nizanibûn, got: "Birayên wî bi xwe re bibe, lê divê bi roj biçin, nabe bi şev vegerin", ji bo sibehiyê em çûn, heta gihîştin (Zêwe) her (7) Pêşmergeyên şehîd veşartibûn, li goristana (Melabasek_Zêwe).
Payîzeke dereng herêm hinek bi berfê hatibû nixumandin, em çûn ber bi (Nelosê) ku girêdayî Şino ye, hinek ji Pêşmergeyên me ku hejmara wan (3-4) kes dibû hatin girtin ku yek ji wan (Izzet Xan) bû, çekê xwe jî xistibû nav berfê da ku nebînin, lê hêzên me êrîş birin û yên hatibûn girtin jî, hatin azadkirin, Izzet Xan jî çekê xwe dît.
Şerên herêmên azad salên 1987
Di sala 1987an de ez bi (Selîm) re bûm, em hatin herêmên azad, baregeheke me li (Kanî Cefrkê) bû li gundê (Sêlkê), ji bo maweya (3) mehan em li wê derê bûn, piştî bidawîbûna şerê Demokrat, hîn xelkê me li ser gundan mabûn, di yek ji şeran de em çûn ser Şêrwan û me derdora herêmê girt û me li qişleya Şêrwanê da bi (top û arpicî û doçka), yek bi me re bû bi navê (Elî Topçî- di şerê Xwakurkê de şehîd bû) doçkayek li ser qişleya Şêrwanê bû, wî topeke avêt û li navenda doçkayê da, hemû cihên Şêrwanê hatibûn girtin, nêzîkî (100) rebayên caşî lê bûn ji bilî leşkerên Îraqî.
Em (50) kes dibûn gava me ew êrîş bir, wan çekên bi me re bûn me bi ajelên bar (dewar) hatûçû pê dikirin, me top li (Tatki) danabû, ji ber ku cîhekî veşartî û kûr e, ji wê çiyayê ku dikeve hemberî Şêrwanê heta lofên wê em hatin xwarê û me doçka li wir danî û bi (57)ekê ku saroxeke bihêz e (7) guleyên wê bi xwe re bûn (Ehmed Ebdullah Ergoşî) ededê wê bû, reşeş û keresteyên me amade kirin, topçiyê me dest bi avêtina topan kir, doçkayek li ser banê qişleyê bû, topeke lê ket, şeş kes li ser doçkayê bûn, her şeş hatin kuştin, wan caşên li wir bûn şer kirin, (Şemdîn Gînder) eded doçkaya me bû, otomobîlek hat xwarê, pêşî min ji Şemdîn re got: teqe lê bike, paşê min bi xwe jê re got, teqe lê neke.
Di şer de topçiyê hikûmeta Îraqê reviya û topa xwe hişt, ji ber ku (Ehmed) saroxa 57ê bi ser wan de teqandibû, tirsiyabû û reviyabû nav qişleyê, tenê mebesta me gihandina ziyanê bû li hikûmeta Îraqê, ne mayîn û standina cih, piştî ku me çekê xwe di wî şerî de vala kir, me paşekişe kir, Pêşmergeyên me ti ziyanek di wî şerî de nedît, nêzîkî sê heta çar saetan şer berdewam kir.
Yek meh ez li ser rûbarê Zerara bûm, (Hacî Elî Ergoşî) gelek alîkariya me dikir, çendîn caran roman û guleyên arpicî ji me re şandin, bi dizî xwarin ji me re dianî, carekê (800) kîlo birinc ji me re anî.
Şerê Xwakurkê:Piştî ku hikûmeta Îraqê hewl da sînoran kontrol bike, li Xwakurkê Pêşmergeyan rûbirûyî wan bûn, ango piştî bidawîbûna şerê Îraq û Îranê û di sala 1988an de, biyaniyan li navçeyên sînorî çavdêriya şer dikirin.
Nêzîkî (900) Pêşmerge li Xwakurkê şer dikir, cih teng bû, leşkerên Îraqî bi awayekî berdewam êrîş dianîn, topên me jî li wan didan û wê demê her laşê dijmin bû diket ser hev, yên ku dihatin girtin jî digotin (Qebrê Zahêr) li ku ye, ji ber ku Sedam gotiye pêwîst e heta Qebrê Zahêr biçin, di wî şerî de leşkerên zêde hatin girtin, gava şer bidawî bû, hinek ji leşkerên dîl hatin berdan û şandin. Şevekê êrîş anîn (150) leşker hatin girtin.
Ew şer di demsala payîzê de hat kirin, şer bi (Klaşînkof, doçka, top, arpicî) bû, hikûmeta Îraqê nedikarî balafiran rake, ji ber ku şerê bi Îranê re rawestandi bû û herêm jî sînor bû, balafirên ku radibûn, nedikarîn xwe nizm bikin ji tirsa doçkayên me û dij-balafirên me jî gelek bûn, ji bo balafirên wan giran bû li wê bilindahiyê bordûman bikin û nedikarîn armanca xwe bipêkin, wekî balafirên niha jî pêşketî nebûn, nîvê wan topan li navçeyên Tirkiyeyê diketin xwarê.
Wê şevê ku wan 150 leşkerên Îraqî girtin, em li cem Jadanê bûn, ew êrîş li cem çiyayê Kurawa pişt (Corca) li ser Pêşmerge hat kirin. Heya ku ez agahdar bim tenê Kurdekî wan nekujtibû, ji ber ku şer nekiribû û belgeya wan jî (hebûna şeş sacoran li pişt wî bû ku tenê yek fîşek jî neteqandibû).
Di wî şerî de (40) Pêşmerge şehîd bûn, bêguman birîndarên me gelek hebûn, lê min hejmara wan nedizanî, ji ber ku şerek bû di deqîqeyekê de hezar top li erdê diketin, nuqteyek me hebû di navenda cebheyê de jê re digotin nuqteya (4) her grûpek (3) şev li wê nuqteyê bû, kesî nedikarî ji sê şevan zêdetir li wir bimîne, ji ber ku topên zêde li wê nuqteyê dihatin avêtin û êrîşên berdewam jî li ser hebûn.
Raperîn:
Di Raperîna 1991ê de em jî ligel Pêşmergeyan vegeriyan Kurdistanê, ligel (Elî Xelîl) bûn, wê demê (Selîm) hat xwarê bo Kurdistanê û em jî ligel wî hatin, biryar nebû ez bimînim, ji ber ku (Sekwan)ê kurê min ligel min bû, min ji (Selîm) re got ez namînim, karekî min heye (Sekwan) bila ligel te be, wî jî rê neda û heya mehekê li cem wî mam li Qelaya Spîlik.
Ez (20) salan li Zêwê bûm, sala bîstem vegeriyam Kurdistanê, yanê sala 1999an, piştî bûyerên derxistina gora Barzanî, ez li Helejê bûm, pasewaniya gora Barzanî me dikir, heya termê Barzanî anîn, ez li wir pasewan bûm, paşê di sala 1999an de vegeriyan Kurdistanê.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





