Ebdulla Mihemed Elî nasraw bi (Seyîd Ebdulla) di sala 1936an de ji dayik bûye, bi sedema nebûna dibistanê hevsengê gelek ji hevtementên xwe, Seyîd Ebdulla jî bêpar maye ji xwendinê, lê daxwaza wî bo fêrbûnê, tenê derfeta wê da ku bibe xwedî xwendewariyeke seretayî û şiyana nivîsandin û xwendinê bi rêyên curbicur bi dest bixe.
Seyîd Ebdulla li kwêstana sînorê Hacî Omeran çav vedike, debara jiyana xwe di çandinî û ajeldariyê de dibîne, lewma ew jî dest bi wê kesebetê dike û hez û xuliya wî bo siwarçakî û nîşanşikêniyê wî dike baştirîn hesp siwar û tifengçî.
Xanevadeya Seyîd Ebdulla ji wan malbatên Kurdperweran bûne ku eger bi çek jî nebûbe bi nan û av xizmeta Pêşmerge û doza wan a rewa kirine, lewma li gel wê dîwexana germ a ku bo pêşwazîkirina mêvanan li Hacî Omeran danîbûn, bas û xwasa Kurdayetî û azadî û serbestiya Kurdistanê beşek ji gotûbêjên meclîsên wan pêk dianî.
XebatnameDema ku peywendiyên serok Mistefa Barzanî û hikûmeta Îraqê di sala 1961ê de têk diçe, di nîsana heman salê de endamên malbata wî û gelek ji dost û hevsengerên wan ku di nav wan de Seyîd Ebdulla jî amade bûye, xebata çekdarî li dijî hikûmeta Ebdulkerîm Qasim radigihînin û çiyayên navçeyê dikin senger û şer berpa dikin, li hember de qaymeqamê wê demê yê qezaya Rewandizê hêzeke seyyar bi fermandariya neqîb Mehmûd dişîne Hacî Omeran û mala Pêşmergeyan dişewitînin.
Ew helwesta hikûmeta Îraqê her çend bo çavtirsandin û paşekişekirina Pêşmerge bûye, lê Seyîd Ebdulla û hevsengerên wî biryar didin heta yek serbazê Îraqî li navçeya wan maye li bergiriyê berdewam bin, lewma di wan dastan û qehremaniyên ku bûn sedema nehiştina şopên dijminên Kurd wek şerên lêdana qafila serbazî li Omerawa û girtina mexferê Rayat, Gerûyê Bêşê, şerên çiyayê Gorêz, Geliyê Elî Beg, Dola Şehîdan, şerên Pêncwên, Qeladizê, Dare Qesp û dehan dastanên din Şoreşa Eylûlê beşdarî dike û heta rêkeftina şûm a Cezayîrê 1975an, ew jî biryara jiyana awareyî didin û li welatê Îranê bi cih dibin.
Derencama wan guşarên ku hikûmeta Îraqê bi hemahengiya hikûmeta Îranê dixiste ser penaberên Kurd, gelek ji xanevadeyan vegeriyan Îraqê û xanevadeya Şehîd Ebdulla jî di nav wan de bûn û li Hacî Omeran niştecih bûn, lê hestê şoreşgerî yê xanevadeya wan û ew siyaseta tundûtûj a li hember şoreşgeran ji aliyê hikûmeta Îraqî ve dihat girtin, piştî wê di civîna şeva 28 li ser 27ê nîsana 1976an de ku bi serperiştiya heval Mesûd Barzanî birêveçû û biryar hat dayîn roja 26ê gulana heman salê jarê şoreşê bê dayîn, Pêşmergeyên Kurdistanê ku bi qonax û dema cuda bo cih û navçeya Kurdistanê vegeriyabûn, ji damezraweyên serbazî yên hikûmeta Îraqî hatin destê û qûle û rebaye û serbazgeheke wan wek cihê aram bo nehiştin û bi çekên sade û sakarên xwe, ku tenê îrade û hêza ruhî ya Kurdistanê li pişt bû bi dirûşma (Kurdistan gorepana rastîn a xebatê ye) Şoreşa Gulanêyan hilgirsandin.
Seyîd Ebdulla û 22 ji hevalên wî piştî bidestxistina çend parçe çekan, di şeva 24 li ser 25ê gulana 1976an navçeyên çiyayî yên sînorê Hacî Omeran dikin molgeha bergirîkirinê, lê çavdêriya berdewama firokeyên dijmin neçar dikin her sate û li cihêkê bi cih bibin, lewma di berbanga roja 26ê gulanê de di wê demê de nûçeya hilgirsana Şoreşa Gulanêyan pê digihîje, dikevin nav boseya dijmin û li gel birîndarbûna du ji hevalên Seyîd Ebdulla şehîd dibe û li Girê Lawan li goristana Hacî Omeran tê veşartin.
Çavkanî1- Arşîfa desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2- Rojnameya Xebat.
3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1975-1990 berga çarem, beşa yekem (Hewlêr, Çapxaneya Roksana 2021).





