Seyîd Îsmaîl, sala 1917an li gundê Îrwan ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û hevjîna wî navê wê Helîme Hemze bûye û çar keçên wan bi navên Meryem ku di sala 1930an û Sebîhe 1932an û Heyat 1944an û Hesna 1946an ji dayik bûne. Sala 1985an li komelgeha Zêwe li parêzgeha (Azerbaycana Rojava) li Komara Îslamî ya Îranê koça dawî kiriye û li wir jî hatiye veşartin.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Qotol û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westaniyekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li ser rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû kiriye welatê Şanşîniya Îranê. Sala 1976an beşdarî Şoreşa Gulanêyê kiriye û serpel bûye. Di Enfalên Barzaniyan de sala 1983an kurekî wî yê tenê bi navê (Seyîd Zerar) li kampa Quştepeyê tê Enfal û bêserûşûn kirin.
Çavkanî:-
Arşîva Dezgeha Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Mistefa Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Ness qerar lecnet el-efw el-am bird el-îtîbar ela şuhada sewret Barzan, mecelet Rizgarî, hejmar 3,2, Metbe'et el-Rabîte, Bexda, 1 nîsana 1959an.





